Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Ez ava Welatim

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Ez şirikê devê çavkanîya
Û ava boy çem û newala
Xum xuma mine dikişim
Ez şev bi rojan diheriqim

Birehên bin min pir kûrin
Lehîyên biharan jî radibin
Berf dihele,bi gul vedibin
Ava gul,sosin,binefşa me

Ez berfa serê gir û çiyan
Ez ava gol û ava nav liça
Leme lema mine dikişim
Û çilkê barana biharê me

Ez ax û warê me digerim
Ez caran li Qers’ê Erezim
Ez caran Wan’ê Muradim
Caran jî ez Dîcle û Firadim

Berbanga sibê ket ser min
Germa bahari li min şa bû
Ez gur bûm,ava diheriqim
Berfim ez bo welat dihelim

Ez ava boy gavan û şivana
Ez ava deşt,mirg û zevîyan
Ez rondikê çavê dilşahîyan
Dibarim welat re şev û rojan

Mehmet Çobanoglu
06.09.2008
Yildirim