Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Egîdê Me

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Bişirên te wek gulan vedide
Dilê min,birê min
Diranin te ê mircan û lûl
Sedef û spî wek berfa havînê
Wek rengê binefşên spî
Bin simbêlê te ê reş te
Wek roja welatê me
Wek Stêr û hîva li şevan
Wek ronahîya berbangan
Bi şefq û şemal tê xuyan.
Tu namirî heval.

Ez qurban mêrxas
Mêrxasê me Kurda
Egîd heval,pakrewanê me
Li bejna te bilind
Wek Zinar û lata
Mezinahî bi berze
Wek çinarê sed salî û qern.
Nav milê te de jî keleşe
Pişta te de palisqe û çewdik
Destê te de bextê me
Bimeşe heval,bimiş
Bimeşe şêrê me
Tu hêvîyê gelê me
Tu germa dilê me
Tu jîyana me Egidê me
Tû gul û kulîlkê me
Havîna me

Tu rê diçî bi salan
Li ser çiyan tu nawestî
Tu nabetilî
Tu pev diçî xayîn û neyaran ve
Cerdevan û bê bexta ve
Tu nakevî,natewî
Tu çem û avê wlatê me
Diherikî pêl û pêl
Wek şepêlê Firat û Erez
Nav dilê me
Can didî me,jiyan didî
Dar û berê welatê me av didî

Tu berî tu tovî
Tu şitilê û gulî
Tu gulên rengîn
Kesk,sor û zer
Reng û reng bo bahara me
Tu şoreşvanê zana
Tu hemberê neyaran
Pêşengê gelê me Kurdanî.
Tu her biji tu namirî.

Mehmet Çobanoglu
30.07.2008-
Yildiri