Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dugor Ber Gulane

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Em diçin warê Qers ê
Bi Çatax ê, Derêzoz ê
Bi hewara dîsa hewar
Boy şerê nav Dugor ê

Li hezar û nehsed û sê
Roj jî çardehê Tebaxê
Û tank û topên Rom’ê
Li êriş bir ser Dugor ê

Dugor ê mij û dûmane
Guregura top û çekane
Ne jin mane û nezarok
Ne kar mane ne jî berx

Em rabûn hêla Muş ê
Em diçin warê Qers ê
Hê havîn roj jî germe
Dijmin ketin Dugor ê

Xwe ragirin em rêdan
Em şêrên Cîzra Botan
Ev serîhildan Dugor ê
Şanazîye me Kurd’an

Lixin lixin çep û rast
Û neyaran bikin pest
Em ciwanên Farqîn ê
Em tên de Rom’ê xin

Hun natirsin dijminan
Gevr bikin tank,topan
Hun gelê me Dugor ê
Dil,kurçikên we polat

Em jî tên Qaqizman ê
Tillo,Dih ê û Qûbîn ê
Ew şerê gelê Dugor ê
Û serîhildan Kurdane

Mehmet Çobanoglu
14.09.2002
Yildirim