Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dilo Rabe

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Rabe rabe lo dilo rabe !
Xemgîn nebe iro şabe,
Gul vedan renga reng
Bê welat qe jîyan nbe.

Gulin me hemû gevez !
Roj hilat robar jî Erez
Çi xweşe deşt û zozan
Bax û baxçe dor jî rez

Gul vedan û gulên me
Xemilî war welatê me
Bi qube quba kewane
Dixwenin bilbilên me

Baxên me gul gulî bû
Nav axa me roj tijî bû
Bi serê berbanga sibê
Ro hilat me ronahî bû

Can dilo dilo ez bengîn ,
Çi dibe lo nebe xemgîn
Boy gelê me evîndarim
Wek evîna Mem û zîn !

Dilê min her tim bengîn
Dost şabin nebe xemgîn
Bi heta ev dil min re be
War,welat,bo min jiyan !

Bihar,havîn me gulistan
Diyar xweşe bi darîstan
Ez bangî we gela dikim
Hêvîdarim ax Kurdistan !

Mehmet Çobanoglu
21.08.2008
Yildirim