Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dil kesere

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Wax kesera dilê min
Şewata ket canê min
Xeribî êş,kul û derde
Dikelîne kezeba min

Kovane dîsa jî li min
Rondik tên çavê min
Wax êşe,jane dirisim
Pişkên agiran bo min

Berketin û derdê min
Li dihele temena min
Birûsk vedije ser min
Dikewîne vê dilê min

Bihûhinin êş,kulê min
Axe, ware tê bîra min
Xew nakeve çavê min
Kovan,kesere,êşe min

Leme leme ez dihelim
Wax şev,rojan dizarim
Ez kor ez kul ez kerim
Wax bê ax û bê warim

Ax û wax li welat min
Nema nema li halê min
Bendê pêşta min verişî
Kanê heval hogirê min

Wax hûr.hûr ez dkelêm
Şeva û rojan ez diqelim
Heta demê li ber mirinê
Ezê warê me biwirênîm

Mehmet Çobanoglu
25.01.2008
Stenbol