Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dil Birîndarim

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Bilbila min çi dinalî ?
Ez qurbana wî dengî
Roj çû ava me êvare
Lo dîsa me dibe tarî

Bilbila min tu dinalî
Li dîsa çi hat serê te ,
Çi bela çi aşîte li me ,
Dil şînê û welat kanê ?

Wax ez dil birîndarim ,
Gulên sor jî xemginîn !
Li bilbila sorgula min
Û heyfa min tu melûlî

Bilbila min canê min
Tu evîndarê gula min
Tu gîyan û jiyana min
Û xemla wewlatê min

Li ez birîndarê axa me
Û daxwazim welat me
Li tu evîndarê gula me
Tu rengê ser sosinê me

Ew kesên dil li kesere
Evîndar xwe birîndare
Serxweşe an sermeste
An derdê wê jî girane

Ez xerîbê van bajaran
Û evîndarê gula bejan
War û welatê bav,kala
Diyarê hemû kulîlkan

Bilbila min û nale nalî
Ax ser gula axa Zîlanî
Caran şîn,caran dîlanî
Caran dengê tev dilanî

Ez Memê axa Şewan’ê
Ez jî lawê Qaqizman’ê
Bilbila min tu çi dinalî ?
Dil li min hate xawarê.

Mehmet Çobanoglu
03.007.2008
Yildirim