Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dest hine

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Bi ser berfé û zivistanê
Egîdek dirji bûye,palepal û bê hal
Ax ,wax limin,mirin bê min
Ew béçare xwe jî dinale lawê me
Ew egîdê me,bav û birê me
Birîdare bi gulan
Top,çekan,kêran û şûran
Xwe jî méranî radigire
Her gurçik ji li birîn
Û her dest jî li hine
Hina dergîst yé hina şaîy ê
Dergîst ya şoreşî,azadî û rizgarî yê
Ax û berf jî bin da
Xwîna sor li ser berf ê lal û lal
Diheriqe kûrayî,pêl û pêl giranî
Ser axa Kurdîstan’ê,berve baharê
Kulilkan jî hê ajal venedane
Egidé cîwan,xortê mêrxas
Bin barané û sur seqemê de
Mina gulan,gulên dilan
Kulîlkê ser dara şîlan
Û devî,stirî reş
Û gulên geş û xweş
Tê xuyan sor û gewez
Palepal û bé hal
Li ser her kêlekan
Ser axa Kurdistan’ê dirêj bûye
Derdor jî lê mije û duman
Hewa jî sare,qeş,û buze
Ax limin xortê Kurd’an
Her der berf û bager
Baran,sur û seqem
Egid,lehengê me
Ser berfa sar,sor û sipî de
Li destan de giviştîye ax û azadî
Welatê Kurdan jî li bin de
Nav xwîn de
Xwîna sor û gewez
Ez bimirim ax wax
Fêr bûye lawê me mirinê
Egidî ne mirî ew tu namire tu car
Fêr bûye ew mirinê
Mirna azadî,mirina serîhildanî
Û mirina rûmetî,mirina serxwe
Dîsa xwe radigire, egidê me
Wek xwe bi şêranî bi mêranî
Ber wan neyaran xwe radigire
Xwe radigire dil j ili polat
Lehengê nemiri xwe vedigire
Bi miranî dibije’’ez tu namirim’’
Namirim û namirim
Namrim lo koletî
Bizanibe lo tu jî bindestî
Li te rik li min rik
Rika min jî rika Kurd’an
Heta gel re nebe serbestî
Heta gel re ne be serkeftin
Welatê ne be azad ez namirim.
Ez her dem jî li nav dilan de
Ez nav govend û dîlana de
Ez ser çiyan li zozana de
Ez nakevim qe jî bin ax û bin erd
Li nav gora û mezalan
Ez azadî ya gel nebinîm
Gorîstan a reş,li bin axa sar
Bizanibe lo bêbext
Ez namirim ez Kurd
Qe namirim ez Kurdistan im

m.çobanoGlu
19.11.2003
MURAT MAH.