Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Denîz

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Bîr nakin em bîr nakin
Denîz,Yusuf, Hûseyîn
Dardabûnan we şêran
Biratîya Kurd û Tirkan

Ulucanlar binde helşe
Demîral xwe mêrkuje
Elverdî dijminê gelan
Denîz roje xwe jî gule

Îro şeşê meha Gulane
Serîhildana me gelane
Gelên Tirk tev Kurdan
Şeşê Gula serîhildane

Bîrnekin tu wan dema
Dengê Denîz li de ma
Li ser erd heta ezman
Got bijî biratîya gelan

Têkoşîn û hewildane
Denîz rêber ê gelane
Xof pêça li sermiyan
Dil polate bo şêrane

Denîz mêrê mêrane
Yusuf jî canê gelan
Huseyîn wek şêrane
Her sê jî mina gulan

Namirin ew namirin
Şêr û piling namirin
Ew gulên ala gewez
Namirin ew namirin

Hewildan li serîhildan
Firset medin dijminan
Rizgarî bû merce gela
Azadîya Kurd û Tirkan

Hun namirin,namirin
Denîz,Yusuf,Huseyîn
Hûn tov li gel jî gulên
Şere,doze me têkoşîn

We got azadîya gelan
Her bijî doza û Kurdan
Karker a me gundîyan
Li biratîya gelên cîhan

Mehmet Çobanoglu
12.01.2007
B.Paşa

Bîr nakin em bîr nakin. Denîz,Yusuf, Hûseyîn. Dardabûnan we şêran. Biratîya Kurd û Tirkan