Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dem Jî Girane !

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

DEM JÎ GİRANE

Gulên dilan jî çilmisîn îsal,
bilbil jî gulan xeyidîn
naqubin û naxwenîn dîsa
Bahara û havîn a warê me jî
hê nehat
Newroza me derng ket !
gelê me xemgîn û şêne nîne
ez bimirim dilo can ka welat..?
Cîhan jî me she nake
gulî û belg jî bê sîhne
mirg,zevî jî bejîn,
rêvî westîne
şoreş a me hê ducane !!
Dem jî li me zivistane
mije,dûmane û qeşe
berfe,bagere û aşîte
wax li me wax wax bi hezaran!
li welatê me de şere
Tank û top leşker hatin
gurre gurra balafirane
gule dibare li ser me
dil birîndare….
Zarokên welatê me jî pêxas
bê kiras û bê şekal,
hemû birçî û tî bê dibistan
bê dergûş,bê gorîstan
bê mal û bê bav,li bi sêwî.
Kele kela dilane dîsa ax
ciger û laşan disotîne îsal
Rondikê çavan robar û çem e
bin debî jî li wan re pir kûre
derd,êş jan jî li me pire
Guh jî qe nabihin kerin
hewara me Kurdane dîsa
ziman jî lalên hê
nakin awaz û bi deng
ne jî feryad,fîgan û qîrîn !
Dem jî girane bi me nameşe dîsa
Şitilên gulan jî berf û qeşe
stûxwarin melûl û melûl dihejin
li ser ê wan jî bi berve xare
bi biharê ve ew sêwînin….
Kezep û pişikan de xwîne
xwîna sore û li gewez
ne gule û ne sosin
li hemû şîn û şîwane
Rewş a me gelan jî ne arame
li pêl û pêle tofane
wek birûska dişewitîne
Dev li me bernade dem,me dixapîne,
Neyar jî gurên hare felek bêbext
her lêv jî li me sekinî
diran nabişirin rû nakenin
dil me disotîne dîsa.
Kew û kewok xemgînin
zozan bê kon bê gul
bêrîvan jî li naçn bêrîyê
pez naherikin berx dikalin
Dayîk me jî ber şer zarokan direvînin
hê şere û şere li me dîsa
gund û malên me ber gulan
newal û kend jî berfe û qeşin dîsa
Perperok û mêş jê bê bask
xalxalokên me nafirin
stêrên şeven naçirûsin
dor wan tarî,dilan dihelînin.
Xwezgînyê azdîyê jî hatin
xwezîya bihar jî bihata
qeş biheliyan
Rom bireviyan
şerê qiriç jî biqedîya
heval û hogir vegerîyan
me re bibya cejn şirîn
war û war gul vebûna
bê fedî û bê şerm
bi Ereb û Kurd
bi Laz û Tirk hev re bigotan bira
bi erdê li heta ezmanan
ger bindestî tunebûya.
Kurdan re welatek bi germ
Bi gul û gulîstan jî çibûya.

Mehmet Çobanoglu
06.07.2008
Yildirim