Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin bibin nivîskarên malperê an jî berhemên xwe bişînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
---------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------

De were lê Koçerê

De were lê Koçerê

wêneya M.Nureddin Yekta

De were lêêêê de were lêêêê de were lêêêê lê koçerê,
Ezê bi xûlama bejın û bal û timtêl û girêdana te dîlberê
Lê koçerê ava behrê bi şewite leme leme
Min dît kewa min sekinî li devê avê, çûme rûniştime wa li ceme,
Minê destê xwe kirî taxima sîng û berê dîlbera xwe, min dît memikê delala min wekî cotek kewê gozel serî bilind kirine berî dane hevdû bi hev ra dixwînin ez nizanim bi erebî an eceme,
Na welle mîna sêvek ji sêvê Xelatê an jî porteqalek ji porteqalê Mersînê hêşîn dibe li qanbaxa Çûqûrovayê li devê çem e,
Ewê destên min digirt wêda dikir digot lawiko heval û hogirê me li me dinêrin malşewitîyo te ne eybe te ne şerme.
Min dikir gazî gelî heval û hogira hun li qisûra min nenhêrin hun dizanin ez aşiq û kole ê kewa xwe me,
Lê lê dîlber min ji te ra sonda temam sond xwarıye hetta emrê min bibe sed û yek sal, tuwer cara terka çav û biriyên belek, bejna zirav nakim, timî cara ez li hêvîya te me.

De were lêêêê de were lêêêê de were lêêêê lê koçerê!
Ezê bi xulama bejn û bal û timtêl û girêdana te dîlberê.

Dîlber heyran ezê bi delalî gazî dikim dibêm hela wirda were lê lê Xanê
Ez û kewa gozel rastî hev dû hatin serê her du mehê zivistanê,
Bala xwe didimê sûretên wê sor bûne nizanim ji serma an ji ramûsanê,
Memikê wê xal ketinê teze hatine hiyamê vê mizdanê,
Minê bi desta girtî, em geriyane li bajarekî biçûk li Kurdistanê,
Ji boy telefonê em hinek rûniştine li hêşîya postexanê,
Emê bi hev re ketin gilî û gazin û gotin û xeberdanê,
Minê jê re derdê dilê rezîl digot ewê bawer nekir, min jê re sonda temam sond xwariye bi sê telaqê jin berdanê,
Tuwer cara terka çav û birîyê reş û belek nakim, hetta li ser teneşo yê çenê min bên girêdanê.

Dilber qurba were em xwe bavêjin ser ziyareta Weysel-qeranî disekine li nava Bitlîs û Batmanê,
Heke tu qebûl nakî em xwe bavêjin ser gorra Mela Hesenê Kurdmeydanê
Na na welle emê xwe bavêjin nehya ziyaretê kavla Xaziya ser meqbera Şêx Mehmed Emîn Şehîdê Kurdistanê
Emê dukî bikin belkî Xwedê biqedîne mirazê mirazxwaza yê min û te jî li ser îmanê

De were lêêêê de were lêêêê de were lêêêê lê koçerê
Ezê bi xulama bejn û bal û timtêl û girêdana te dîlberê.

Bihara 1977

0
Your rating: None

Şirovêyan

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji M.Nureddin Yekta

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
Ax koçerê
0 1,098
0
Helbest
Bîlgînê min lawo
0 985
0
Helbest
Bibuhure
0 932
0
Helbest
Dîn li çi dinhêrin?
0 988
0
Pêkenî
Min got hespê bîne te ker anî!
0 866
0
Pêkenî
Nimêja eydiyê dubare dibe an ne?
0 890
0
Pêkenî
İslam û Teknîk!
0 873
0
Nivîsar
Berîvanê
0 1,014
0
Helbest
Bihara jiyanê
0 944
0
Helbest
Delala Dil!
0 845
0
Helbest
Zîna min
0 800
0
Helbest
Çû êdî nahat!
0 886
0
Helbest
Gula min Gula min
0 1,893
0
Helbest
Sirgûnê Welat I.
0 757
0
Çîrok
Conî û dan
0 998
0
Çîrok
Beko!
0 809
0
Helbest
Birîndar im
0 958
0
Helbest
Biba Bihar
0 783
0
Helbest
Bê aqil
0 897
0
Helbest
M. Nûreddin Yekta kiye?
0 972
0
Jiyan û bîranîn
Deng ji kuva tê te?
0 641
0
Pêkenî
Duayê kurd û tirkekî
2 1,025
0
Pêkenî
Hz. Adem
0 1,042
0
Lekolin
Gula Mela
0 739
0
Helbest
Gula Şêxo
0 640
0
Helbest
Îmam Buxarî (194-256 /810-869)
0 1,023
0
Lekolin
Hazretî Elî Kerremellahu wechehû (599-662)
0 874
0
Lekolin
Mana Şeva Qedrê (Leyletul-qedr)
0 790
0
Nivîsar
Haylo li min
0 740
0
Helbest
Halê min bibîn
0 748
0
Helbest
Gundiyê
0 696
0
Helbest
Heyla wahê
0 704
0
Helbest
Heware
0 337
0
Helbest
Komkujiya Helebçê şermezar dikim!
0 513
0
Nivîsar
Keyf û henek
0 496
0
Helbest
Kolê te me
0 552
0
Helbest
Keça çavreş
0 515
0
Helbest
Naêm Bîngolê
0 549
0
Helbest
Nedîtina te
0 416
0
Helbest
Diya Mixtar û Melayê gund"
0 593
0
Pêkenî
Poşman im
0 415
0
Helbest
Kewa min
0 483
0
Helbest
Silav
0 69
0
Helbest
Siyaseta Kurda felaketa zimanê wan e!
0 361
0
Nivîsar
Heware
0 415
0
Helbest
Hêsrên Çavan
0 400
0
Helbest
Nûrê
2 550
4
Helbest
Hz. Şît (Şîs) (a.s.)
2 1,194
0
Lekolin
Bi helalî
2 749
0
Helbest
Duayê Seyda paşpê qebûl dibû
0 385
0
Pêkenî

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Gul
Gul
Gulaberbiro
Gulaberbiro
Bêriya te!
Bêriya te!
Gul
Gul
Tu evîna min î
Tu evîna min î
Dilber Kanê
Dilber Kanê
Gul
Gul
Gul
Gul
I love you
I love you
Ez şivan im
Ez şivan im

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.