Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Bilûrvan

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Bilûrvano xalo can
Ez heyran kalo can
Keç û bûk bêrîvan
Welat îro mihrîcan

Bilûravano xalo can
Ez heyrano dilo can
Desté te de darbilûr
Warê me jî gulîstan

Bilûrvan ê evîndar
Ez nexaş ê birîndar
Xweş lixe tu bilûrê
Het dema ber êvar

Bilûrvano dil bengîn
Şeva,roja ez xemgîn
Ez qurbana dengé te
Bilûra te dor rengîn

Bilûrvano ez girîyam
Dil û can pir keliyam
Kale kala berx,karan
Wele xwe pir helîyam

Bilûrvano em qurban
Gul û darê ser xozan
Berx,karé wan pezan
Wele hemû te heyran

Bilûrvano xweş lixe
Agré dil ê min vêxe
Dilémin de birîn,êş
Bilûran xwe zîz lixe

Êşe ket vê canê min
Bêrîvan bû qîza min
Ez qurbana wé keçê
Diméjine berxin min

Bilûrvano her tişt zan
Ez qurban lo xalo can
Lo bilûra xwe hûr lixe
Bisteîne rih û canê min

18.O8. 2004
B.Paşa
Mehmet Çobanoğlu