Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Bengînim

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Ez perîşan rewş şerpeze
Can dilê min jî bu bêzar
Ji te dûrum war nabînim
Birîndarim ez xemgînim

Û tenha mam li berîyda
Av,robar û kanîn jî tune
Bayê şêrîn ser min tune
Birîna min derd şewate

Lib min hişk çav bû kor
Ji te dûrim war nabînim
Tu werê can,welat werê
Dixwazim tu bê ba min

Bi tenha ez vandera me
Can dikim nikarim bêm
Dil evîndarê war welate
Welat can,dermanê min

Eger ez ax wax dibijim
Evîndarim vê can dilan
Dixwazim lê bo te bêm
Welatperwerim evîndar

Evîndarim tev can û dil
Şewan,welat te digerim
Ez Memedê Qaqizmanê
Welatê xwe tim digerim

Ez bimirim ez nemirim
Çi bêjim bo welat bijim
Evîndarim pir bengînim
Pêrîşanim dosta digerim

Mehmet Çobanoglu
03.06.2008
Yildirim