Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Ax Narîna Min

Saher Miro Al-Baedrî kullanıcısının resmi

Ax Narîna min,ax Narîna min
Heger te zanî ba çend kûre birîna min
Dê te li min pirsî ba hema carek
Te nedikir zindan jîna min,narîna min
Te ne dihêla ez bi xem bijîm
Te ne dihişt ez jar bijîm..
Çimkî te di dît,çimkî te di dît
Çawa ez di keniyam di girnijîm
Lê ane,lê vêga janêt eşqê ezê girtîm
Û kovana ezê dîn kirîm,
Xema yê givaştîm û pîr kirîm
Narîna Min !
Bi çavê rehmê li min binere Narîn
Heger te zanî pa çend kûre ev birîn
Ti hatiba,dê te derman kiriba
Bi wan tilyên xwe yên naz û zêrîn!
Tu gulekî,tu çîçekekî Narînê
Lê pa kî weke min te av didê
Kî weke min ji te hez dikê
Qasî ez ji te hez dikim Narîn
Hew qasî hez nakim ji xwedê
Lê heger hew qas min jê hezkir ba
Wê wî ez kiribam Pêxemberek,
Pêxemberek ha li asmanan ha li erdê
Bes ez Pêxemberiyê naxwazim
Bila hezkirina min tev ji bo te bê
Û ez tiştkî ji te naxwazim ji bilî..
Daxwaziyek bi tinê,YEK BI TINÊ
Dixwazim her roj her sibeh û êvar
Ewê bêjnê
Ewan çavan bibînim Narîna minê
Kanê Tu? Kanê peymanên te??
Kanê soz û qerarên te??
Nizanim!
Niza te min jibîr kirye
Yan jî te terka min kirye!
Ez ane,ez vêga tînim bîra xwe
Demê çavên te rastî ji min re di gotin
Û devê te nerastî digot derew dikirin
Min guh neda ewan çavan û min..
Min tênexist serê xwe ka çî di gotin
Lê ane,lê vêga li bîra xwe tînim ez
Û baweriyek mezin pê tînim,
Û min bawerkir ji evê birîna kûr
A te bi destêt xwe li dil vekirî!
Û min di got belkî,belkî tu nizanî
Ez birîndarim û birîna min kûre
Heger ti hatiba û dê te derman kiriba
Lê eve derket xewin,xeyal ji min re
Li bîra mine weke îro Narînê
Demê çavên te di got
Narîn ji te heznakê ew te di xapînê
Eve Pîlana wê ye ku te birîndar bikê
Û Def ji te berdê!!
Bi xwedê eve rast bû
Û eve Pîlana te bu,neku tu bê peymanî
Te Pîlana xwe danî
Û Te Pîlan bi cih anî
Hey hevala Felekê û Zemanî
Ax Narîn..Ax Narînê..Ax Narîna Min!!!

Saher Mîro Al_Baedrî
saher_miro_al_baedri@hotmail.de