Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Apê Mûsa Helbesta Kurdîniyê ye

Bedelê Boselî kullanıcısının resmi

Silav û rêz hevalên hêja. 20'î îlonê rojeke pîroz e weke tev
rojan. Lê rojên pîroz hene li me pîroz in hinek roj jî hene li me ne
pîroz in. Wê rojê gelê kurd xemgîntir e ji tev rojan. Lê serbilidtire
jî. Apê Mûsa yê nemir îro ji aliyê hêzên qirêj ve ji me hatiye
dûr xistin. Ez nabêjim hatiye kuştin ji ber ku ew ne miriye û na mire.
Kesê ku Apê Mûsa li der û dora xwe nebîne û di dilê xwe de neke
mêvan bila bizanibe ku hişê wî miriye ne Apê Mûsa.

Apê Mûsa bi kirin û gotinên xwe jîn da ciwanên gelê kurd. Wan
ciwanan vejiyandin Kurdistana rengîn. Îro tev kurd li ser piya ne bi
xêra xîret û kirinên Apên me. Ji wan Apan Apê Mûsa ciyekî taybet
heye.

Pêwîst e ku ciwanên kurd li hemberî zordestiya dijminê xwe:

Serbilind bin, baş û rind bin
Wek piling bin pêş û find bin

Kurdno îro roj hat, roja azadiya welat. Divê hûn Apê me yê nemir baş
fam bikin û bidin bi fam kirin. Îro ez vê helbestê diyarî gelê Apê
Xwe Mûsa dikim.

GELEK HATIN Û ÇÛN

gelek hatin gelek çûn
tirsonek tev winda bûn
qehreman qet nemirin

bê minet sal sal delal dibin
lê bê hîmet her kal dibin
yên egît qet namirin

gernas dijîn li vê dinê
xwe nadin paş ji mirinê
tirsonek li dojeh in

ku tirsa xwe bibê gorê
li ser pirê tu na borê
yên bi bawer difirin

gelek çûn û gelek tên
yên bextewarî bivên
netirsîn e ji bo wan hêvên

gelek hatin gelek çûn
tirsonek tev winda bûn
qehreman qet nemirin

Apê min tu ji ciwanên kurd piştrast be. Li her alî li ser piya û
hişyar in. Îro destaneya Zap û Oremaran mînak in, Ciwanên Amed û
Şernexê mînak in, serfiraziya Başûr hêzeke mezin e:

Wek agirî dişewitin
wek lêhiyê deherikin
wek bagerê dixwirin
wek rojê diteqin
û dê teqin...

Bedelê Boselî