Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Alfabe Bi Xwe Helbest In

Abdullah Karabax kullanıcısının resmi

Tu helbestkaran
nekarîn helbestên wan çêkin... min jî!

Tîpên alfabeya me qîriyan, gotin em mezin in :
A B C
Ç D E Ê F G H I Î J K
L M N
O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z

Tîpên alfabeya me qîriyan, gotin em biçûk in :
a b c
ç d e ê f g h ı î j k l m n o p q r s ş t
u û v w x y z

Bîst û sê tîp qîriyan gotin em dengdar in :
b c ç
d f g h j k l m n p q r s ş t v w x y z

Heşt tîp qîriyan, gotin em dengdêr in :
a e ê i î o u û

Pênc tîp qîriyan, gotin em dengdêrên dirêj in :
a ê î o û

Sê tîp qîriyan, gotin em dengdêrên kurt in :
e i u

Du tîp bûn yek û qîriyan, gotin em pevdeng in :
xw

Tîpa y qîriya, got ez dengdar im;
bîr mekin, mîna nîv dengekî jî têm bikaranîn.

Bilî vê alfabeya latînî, du alfabeyên me hene :
Ya bi tîpên erebî û ya bi tîpên kîrîlî.

Tu helbestkarên me
nekarîn helbestên alfabeyên me çêkin... min jî
ji ber ku alfabe, bi xwe helbest in!

A. Karabax