Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Ajan

Ebdurehîmê Mûşê kullanıcısının resmi

Ajan

Hinek ker in çid zanin
Ji kerê bêtir nezan in
Belê rêzdar Amedî
Sed mixabin wusa nin

Wek mirîşkên li tar in
Mîna kerên bin bar in
Dest qirêj û gemar in
Mînanî se yê har in

Ne heywan in mirov in
Lêj heywan xerab tir in
Ew wek keftar û gur in
Se yên li ber naxir in

Bênamûs, bêşerf in
Wek rêxê bêqîmet in
Ew layîqê nalet in
Mîna dûpişk û mar in

Kerek heye li vir e
Teresek bêaqil e
Kurm di mejû û dil e
Ew ajan û sîxur e

Gel kirî tifî rûya
Dûxan rabûj birû ya
Wek keftar û kêrgû ya
Ew ajan û sîxura

Naleta min li ser e
Ji civakê ew der e
Mîna tajîw dêlgur e
Ew ajan û sîxur e

Ewî kerê binê bar
Diçe li peyî neyar
Daye pey sifra tecar
Wî sîxurê ser hevcar

Ewî ga yê binê nîr
Min lê da bi şiv û tîr
Wek kerê kir zîrezîr
Mîna se ya qîreqîr

Heta kûçik bi ewte
Ez lê dikim nalet e
Min jê nîne minet e
Ew ji bav bêminet e

Ewî gemarê xayîn
Eyb nakej demê mayîn!
Pêkenyê dinya âlîm...
Ji wîr nîne derd û xem!

Namûs çiye nizane!
Dinya âlem dizane
Bêxîretek erzan e
Lê hedê xwe nizane

Eger ew neyê îman
Bêrûmetê zehf xizan
Ezê dersa wî bidim
Heta wî bînim îman

Ji bîr kirî wî tika
Bi dehan hatî ew niga
Eva hîna ne bes e!!!
Carek din were niga

Ger dixwazin ew kî ye?
Qeşmerek qelaçî ye
Keçelek çavbirçî ye
Ajanek parsekçî ye

Kakasekî gurî ye
Qijikê dev bi gû ye
Nemerdek zehf durû ye
Têrnabej gend û mû ye

Li piştê tûrê parsê
Mîna kezaba harsê
Gel tû dikê bi tasê.
'Heşa yî mîr hizûrê'

Elmanya, 19.06.2008
Helbest: Ebdurehîmê Mûşê

dengbej@hotmail.de