Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Adarê ! me ji xwe re got

Konê Reş kullanıcısının resmi

Adarê ! me ji xwe re got :

Emê deriyê adarê vekin , bela ... refên şahî û şadiyan, hêvî û xweziyan, ken û girnijandinan di asmanê jiyana gelê Kurd de bifirin.

Me ji ronahî û reştariyê re got :

Deriyê adarê vekin
Rê bidin alal û nêrgizên deşta Barzan
Ku bibin desmalkên sipî
Hêsrên 40 melyon Kurd ziwa bikin,
Rê bidin siwarên azadiyê
Bela ... tîrêjên roja nîşana Komela Xuwêbûnê
Bi ronî bikin
Xincera wê ji xwîna şoreşên nejbîriyê dawerivînin
Periya wê bi dîwarên
Lover û mitropolitan ve daleqînin
Sinbila wê di xaka hilmet û dilsoziye de biçînin
Bela ... almeya sexte ji ser
Kezeba riya padîşahên Kurdayetiyê daxînin
Kum û kolozê Haco Axayê Hevêrkî û
Ebdirehman Axa Elî Yûnis li ser Girê Dugirê bilind bikin
Û bê dûdilî / Derka jêrîn / bingor bikin ...

Lê ... sed mixabin ! wanî ne bû , te careke din kezeba vî miletî şewitand, te hişt ku pala xwe bidin Bagok û Araratê ... bigrîn û binehwirînin :

Hey felekê xayinê te çire li me wa kir
Te konê me ji nava kona rakir
Te mala me xera kir
Te dilê dosta şikand
Dilê dijminan bi me şakir ...

Adarê ! te deriyê xwe li piştê li ber me vekir, lê ... bi vê vekirinê re te xwîn rijand nav cavên me; vê carê te kaniya xwîna vî miletî di hembêza çiyayê Bagokê de derkir li ser sînga Çiyayê Hevêrkan li gundê Mizîzexê herikî, bi kuştina Dê û Bavê her dû hîmdarên ziman û edebiyata Kurdî Seyda Medenî Ferho û Seyda Derwêş Freho ; te rê neda gorkolanên serxetê ku xwêdana xwe ziwa bikin bi hilmekê te bayê qederê ajot Binxetê û xwîna xortekî ciwan çalakvanekî welatperwer di sikaka û kolanên mişextî û zîvariyan de rijand, te xwîna / Seed Dellî / bi bayê biyaniya wî re kir ewrekî reş û di navbera deşta Mêrdînê û deşta Xelef Axa de li ser Girê / Hecî Nasrê / barand.

Adarê ! bese ... raweste ... ! bela ... pozê te ji xwîna 40 melyon Kurd bişewite ?! Vî pozî veke û bi firehî bide ber hilma ku ji xwîna Qamişlo difûre; rê ne de qirêj û gemara nemirovane ku pozê te bigre; bela ... serê te li ber hêsirên perîşaniya dilên Dayik, xuşk û yaran dernexum bibe ... ; lê ... mixabin !

Adarê serê te ketiye bin lingên ceberûta qederê de û pozê te di nav xwîna me de bûye gelîyeke bê binî têrvexwarina wî ji vê xwînê re bê dawîye.

Adarê ! dinya seranser dibêje : Kurd xwînê didin lê kawî û kerameta xwe nadin, ew her û her siwarên riya felat û azadiyê ne ; îro pirsa me ya pêşîn û dawîn ji vê dinyayê re ewe :

- Ma wê heyv û stêr ji asmanê te bêne xwarê ku Gelê Kurd di nav txubên nexşeyekî de bi cî û war bibin ??

Ku Kurdistana bakur aza û serbixwe ba, zanyar û rewşenbîrên Kurd wek seyda Medenî Ferho û Seyda Derwêş Ferho mişext û penaber nedibûn wê di hembêza welatê xwe de kar û xebat kiribana, ew û zaroyên xwe wê dar û kulîlkên hewşa Dê û Bavê xwe bana û wisa bi wî şêweyê tiracîdî ne dihatin kuştin ??

Ku Qamişlo di hembêza Orkêş de bûka lawîniya dîroka resen ba, dilopên xwîna me qet ji pêsêrên axîn û keseran ne diherikîn bin lingên zalim û zordaran ... ?? / Seed Hesen Dellî / û ciwanên weke wî doblomên xwendina xwe bi diwa çixareyên lawaziya vî welatî re berdan, buxçikên hêvî û xweziyên xwe girêdan û berê xwe dan welatê omîd û xewnan û çavên xwe li eman û aştiyê gerandin ;

Ne xwestin bibin garson di meyxaneyên xwînê de, ne xwestin bibin çav û guh di dîwar û verendeyên reştariyê de, ne xwestin bibin desmalkên lewitî le ser destên nemerdan, ne xwestin bibin berdevkên xapînok û derwûnan, ne xwestin bibin boyaxçî di nav tozê de, da ku serê wan li ber pêlavên megrûdiyê neyê tewandin, çiko xweş zanin bê serê çend welatperweran di bin lingên wan de şikestine û perçiqîne.

Adarê ! sermediya bi zordarî û rijandina xwîna miletan nabe sermedî ? Golên xwînê di nevbera me û te de geh diçirisin û geh dimiçiqin; alên serketinê di qada pêvajoya hilmet û bizavê de geh ji para teye û geh ji para meye; lê ... serketina dawîn ji para meye, xwîna me bûye ronî di nav tîrêjên roja azadiyê de û ev ronî sermede ne dimre û ne winda dibe .

Wê / Seed Hesen Dellî / mizgîniya yekîtiya Kurdan bibe ji pêxemberên Kurdayetiyê re wê ji wan re bibêje :

Kêlên goran bişkînin, Kum û kolozan li ber bayê azadiyê bilind bikin, Dilê Dugirê bi jenîn bikin, bê dûdilî / Derka Jêrîn / bingor bikin. Erê ... wê / Seed Hesen Dellî / mizgîniyan ji bêrîkên dilê xwe derxîne û li ser serê şehîdên Qamişloka vîndar û birîndar û evîndar bireşîne.

Adarê ! em xwîna xwe li te helel nakin, te bi werîsê ceberût û xwînê girtiye û me bi werîsê Ûcaxên Kurdayetiyê girtiye; te ala ketinê li ser çiyayên bêmiradiya me çikandiye û me refên kevokên sipî li asmanê aştî û tenahiyê berdane.

Emê di pêvajoya mirovantiya xwe de bimeşin û tû bi bahozên xezeba xwe re bibeze ...; lê xweş zanibe ku dilopên hêsir û xwîna birînên me wê xezeba te bi qêrîn û hawarên xwe re bê deng bike wê silogan û bangawazên van birînan sînga asmanê jiyan û mirinê biçirîne :

Bijî azadî û felat
Her bijî Şehêdên welat

- Ev gotar hate xwendin li ser gora şehîdê biyaniyê / Seed Hesen Dellî /, Zavayê Ninivîskar û helbestvan Konê Reş, li gundê Hecî Nesirê li nav cemawerekî mezin ji Kurdên Rojava di roja

Qamişlo, 11. 03. 2006