Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

îbrahîm

Mehmet Çobanoglu kullanıcısının resmi

Îbrahîm can Îbrahîm
Rêberê xurt Îbrahîm
Şêrî,şervan şoreşger
Namirî xwe Îbrahîm

Û egîdê hemû gelan
Tu sorgulê ser çîyan
Dilê Tirka û Kurdan
Îştiraqîye doza gelan

Neyarê te patron,axa
Meşyayî tu roj û şeva
Serî hildan gelên hija
Welat bûke tu jî zava

Têkoşerî xwe karê te
Têkoşîn xwe soza te
Tov reşya bi axa me
Gula me berhemê te

Patron axa neyarê te
Şoreşî,azadî raya te
Karkerin li palûkan
Gundî jî hatin pey te

Li gunda heta bajaran
Bi çekan û hêzê gelan
Te saz kir artêşa şore
Li êriş bir ser faşistan

Îbrahîm germa dilan
Rizgarîya gelê cîhan
Qurbana doza te me
Bo roja hijdêh gulan

Şêrê gelan,dilê gelan
Tu pêşengê me gelan
Rêya te mera rêzgare
Îbrahîm rêberê gelan

Û roja hijdehê Gulan
Agir barî hemü dilan
Bîrnekin gel İbrahim
Rêberê Tirk û Kurdan

Mehmet Çobanoglu
16.05.2006
B.PAŞA