Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3266 flas, 290 mp3 û 66 jî kilasîk

li ser hev = 3620 sitran hene!


* * *

* * *

Zimanê Kurdên di nav MHP ê de Kurdî ye, ê di nava DTP ê de jî bi Tirkî ye.

Mamed Derikî kullanıcısının resmi

Ji xwe şîrova ya vê rewşê ne hêsane û kî dixwaze û dikare bila şîrove bike. Lê bi taybetî Tirkî axivên Kurd, ji xwe re şîrove bikin wê baştirbe!

Lê dîsa jî, ezê çend dîtinê xwe ji we re vebêjim.

Mîrov nikare bêje li bajarên Kurdistana bakur, Kurdi axiv ne mane, lê ez bawerim hema li ber nemanê ye. Yanî çend salê din, çend rewşenbîr ewê li hev bicivin û bi zimanê Kurdi bi hevre bipeyîvin û bên zimanê me xweş bû, dewlemen bû, zimanê bav û bapîran bû, kevnar î dîrokî bû… û hwd.

Bajarê ku niha ez lê dijîm Riha; Li Riha yê, hejmara mîrovên li navenda bajêr dijîn, nêzî çarsedhezar (400 000) mîrova ye. Ji vî çarsedhezar mîrovâna, ez bawerim Sêsedhezar (300 000) jê Kurdin. Lê mixabîn kesê bi Kurdi dipeyîvin (şor dikin) Dehhezar (10 000) mîrovan derbasnake!..

Di serî de, partîya doza gelê Kurd dimeşîne (…DTP) ji vê partî yê kesê bi Kurdi dipeyîvin hema hema, pirr û pirr kêmin. Li Amedê jî wûsa ye, li Mêrdin jî, li Wanê jî, Li Batman û Semsûrê jî wûsaye… Kurdên koçî bajarê Tirkî yê kirinin, tew li ba wan Kurdi hilatîye, tenê kal û pîr dipeyîvin. Ew jî nostaljî dikin anjî kesê xwe bi tirkî baş nikare îfade bikin, ku bi Kurdi dipeyîvin.

Di nava partîyê de, min nediye ku dê û bav bi zarokên xwe re, bi Kurdî axivî ye. Her dem şora wan (peyv) bi Tirkîye! Lê Kurdên di nava MHP ê de siyaset dikirin û ji bona hilbijartina 22 Tirmeha 2007’an ji MHPê re dişuxulîn, bi Kurdi dipeyivîn. Min ev dît!

Sosretek din jî, ku hunermendê Kurd derdikevin ser dikê û bi Kurdî starna dibên; dema bîhn vedanê anjî dema stranek diqede kû yekidin ‘dajon ber’, bi tirkî spasî yê xwe, hest û ramanê xwe dibêjin “teşekkür ederim, saxolin varolin…” Hemû guhdarvan û temaşevan jî Kurdin ha!

Gelo kîjan psikolog dikare vê psikolojiyê tarîf bike? Kijan Sosyolog dikare vê civakê fam bike? Kîjan pispor dike ji heq bê der?

Her wiha di virde pirsek min heye. Gelo Tirkî axivên di nava DTP ê de, anjî Kurdi axivên di nava MHP ê de? Kîjan?

Bi ya min Tirkî axivên Kurd, ji milletê Kurd re bêtir bitalûkeye; Ji ber kû nifşek –dudu ziman wenda dibe. Ku ziman wenda bû, berxwedana ku dimeşîne jî, ji zarokê wan re wateya xwe wenda dike. Di nifşê sisê anjî nifşê çaran de jî, ew zarok li cephê din cîh digrin. Yanî li kêleka neyaran cîh digrin! Ji boy ku mîrov vê zanibe jî, ji xwe ne hewceye mirov sosyolog (civaknas) be.

Gelo mîrov nikare çend kesê mina; Cemal Kutay, Cuneyd Zapsu, Kamuran İnan, Emre Gönensay mînak bide, ku bav û bapîrê wan jî doza Kurd û Kurdistanê kirine! Mîrov dikare ez bawerim. ( wek vana bi milyona kes hene) Min lêkolîn li ser van kesa-şexsa nekirîye, ku dê û bavê wan, bi çi zimanî bê wan re peyîvîne. Lê ez dizanim, ji xwe herkes dizane bav û bapîrê vana pêşengî jî ji gelê Kurd re kirinin. Lê ew! Ew li hember Kurda cîh digrin.

Kurdî axivên di nava sistema dewşirme de jî; Ji bona ji xwe re rantê bi destxin, ji bona ku ji dewletê di tirsin jî û heye ku ji ber hestên olî ku hatîne xapandin, ummet parêzî yê dikin… û hwd. Vêga Ziman wenda nebe, heye ku rojekê van kesana li xwe vegerin. Ew venegerin jî dibe ku zarokê wan vegerin, ewê li gelê xwe vegerin.

Bi taybetî ez dixwazim di nav gelê Kurd de ev herdu xal bê nîqaş kirin. Gelo kijanê baştir be? 14.06.2008

Mamed Dêrikî
mderiki@windowslive.com