Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3266 flas, 290 mp3 û 66 jî kilasîk

li ser hev = 3620 sitran hene!


* * *

* * *

Siyaseta Kurda Felaketa Zimanê Wan E!

M. Nureddin Yekta kullanıcısının resmi

Siyaseta Kurda Felaketa Zimanê Wan E!

Her milletek ji xwe re xizmetê dike, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, xwendevan û hwd…

Sifetê mirov çi dibe bila bibe, dema mirov xwest ji gelê xwe re xizmetekî bike divê mirov realîta wî gelê bide ber çavên xwe! Bi çi? Bi her awayê! Bi olî, bi ziman, bi dîrok, bi çîrok, bi cilan, bi zewacê û hwd. bi sedan tiştên din!

Hûnê bêjin gelo em xizmetê nakin, an xizmetkarê vî gelê tunene? Belê hene, lê şiklê xizmetê şaş e! Wek nivîskarên Kurdan bi zimanê gel xizmetê nakin! Kurdên Bakur dibên bila tirk jî meramên me bizanibin, ji bo wî û him jî ji bo tirkî hêsan e ango ji bo xwendevanan em tirkî dinivîsin. Nivîskarên Başûr û Başûrê Rojava jî dibên erebî hêsan e û ji bo ereb jî ji me fam bikin, Kurdên Rojhilat jî her wusa ji bo farisî ji xwe re mana dibînin. Gelo kî wê ji bo Kurdan binivîse ku Kurd jî fam bikin, Kurd jî ji hev fam bikin? Zimanê me hatiye rewşekî wusa ku her zaraveyek bi sere xwe bûye zimanekî ku em ji hev û du fam nakin!

Hinek dibêjin ku cudabûna zarava jî dewlemendî ye. Belê, lê ne ku em di şûna bêjeyên zaravayên xwe yên din de, bêjeyên biyaniyan bikar bînin! Weka Bakur di axaftinên xwe de di şûna bêjeyên zaravayên din (soranî, dimilî, hawramanî) bêjeyên tirkî, Başûriyan erebî, Rojhilat jî farisî bikar tînin. Bi vî awayê em Kurd bi Kurdî baş ji hev fam nakin!..

Bi min di warê asîmîlasyonê de, rêxistin û saziyên Kurdan, ji dagirkeran zêdetir xesarê dane ziman û çanda me! Dikarim bêjim ku ev 30 sal e li Bakurê Kurdistanê, hemî rêxistin û partî û saziyen Kurdan, Kurdan fêrê zimanê tirkî kirin. Dewleta Tirkiyê 80 salî nikaribûn Kurdan fêrê tirkî bikira, lê saziyên me sax bin, wan vî wezîfê bi cih anî! Çima? Lewra hemî rojname, kovar, sohbet, civîn, niqaş, perwerde bi zimanê tirkî ye.

Gellek ecêb e, hin kesên me yên ku salên wan li jor in jî, li welat tirkî nizanin, lê dema tên Ewropa fêrê zimanê wî dewletê nabin fêrê zimanê tirkî dibin. Belku bala gellekan nakşîne lê mixabin vaye rastiyek e!..
Rojname û kovar hene tenê nav Kurdî ne, lê di wî kovarê de hûn yek hevokekî Kurdî nabînin!

Ez dikarim viya bi xetên qalind binivîsim "Siyaseta Kurdan ê vî 30 salê dawîn, di ware ziman de felaket û musîbeta herî mezin e ji bo vî Gelê."

Ka em bifikirin! Gelo di çend malper, kovar an rojname an jî televîzyonên Tirk, Ereb û Farisan de ku Kurd jî baş fam bikin bi Kurdî diaxivin an dinivîsin?... Ger hin televîzyon heftê seetek-du seet bi Kurdî biaxive jî, ew axaftin tenê ji me re xeberan dide! Bi zimanê me, me înkar dike!…

Rewş gellek xerab e, lê em dikarin çi bikin?

Bi min pirr acîl divê saziyen Kurdan tevlî nivîskar, rewşenbîr û hwd. bicivin û biryarekî bidin da ku ji vir şûn ve her kes tenê zimanê Kurdî bi kar bîne. Ev biryar her wusa divê biryarekî siyasî be jî, ne tenê bi kampanyayekî yan bi tewsiyekî bêjin û çend roj şûn ve ev biryar bê jibîrkirin! Bes di televîzyonan de rojê tenê nîv seetekî bi zimanê dagirkeran nûçe werin xwendin bes e. Pêwîst e him jî zor pewîst e ku di radyo û televîzyonên me de tu wext sitrana dagirkeran neyê lêxistin û neyê guhdarîkirin!...

Min vî daxwaza xwe pirê caran di civînan de jî aniye ziman, mixabin her çiqas em dibên ku em Kurd in jî, mejiyê me yê dagirkeran e!...

Hin dibêjin "ger em bi tirkî yan erebî binivîsin, nivîs zêdetir xwe digihîne xwendevanan û sûda wî zedetir tê dîtin!"

Mixabin ez tevlî vî fikrê nabim. Her çiqas rast e, zêde were xwendin jî, xesara wî zêdetir e. Lewra em bi vî awayê dibin sedema paşketina zimanê gel û asimîla zimanê xwe!

Ger em biryarekî wusa bidin û bi tenê zimanê xwe bikar bînin, xwendevan neçar dimînin ku nivîsan, rojnameyan bi Kurdî bişopînin. Wê demê di demekî pirr kurt de, xwendevan hemî bikaribin bi Kurdî bixwînin û binivîsin. Na ku em him bi Kurdî û him jî bi tirkî yan erebî binivîsin, wê demê zimanê biyaniyan ji xwendevanan re hêsantir tê û xwendevan zimanê xwe bi kar naynin. Wek tecrûbekî hûn dikarin nivîsên xwe bi du zimanan binivîsin, di heman rojê û seetê de deynin malperan û rojekî şûnde lê binêrin, ka nivîsa we bi Kurdî çiqas hatiye xwendin û bi tirki çiqas? Bi hindikayî nivisa Kurdî 10-15 car kêmtir tê xwendin çima?

Lê ku nivîs tenê bi Kurdî be?…
Bi hêviya civîn û biryarekî wusa netewî.
Bi silavên biratî
MNYekta

mizgin.net

Tu her bijî KEK NÛREDDIN

Bavê Welat kullanıcısının resmi

KEK NÛREDDIN:
Te gellek ti$tên ku em anîne merhela tunekirinê nivîsandine. Gelek spas ji bo
te...
Gotineke Kurdî heye! Deme ku zarokek kêmasiyekê an sûcekî dike, der û dor dibêjin:
Ew ne sûcê teye, ew sûcê bav û dayikên teye.
Eger ku bav û dayikên te perwerdahiyeke ba$ bidane te, te ew sûc nedikir....

A mejî bûye ew mijar, eger ku partî û saziyên me bi taybetî di nava ew 30 salên dawin de bi bîr û baweriya Ruhê Netewî tevbigeriyana û eger ku siyaseta xwe bi zimanê Dayika xwe bidana me$andin, emê hê di merheleka ba$ û pê$ketîdebûna.

Wek ku we jî anîye ziman, sedmixabin ku Partî û saziyên me ne ku tenê Kurdên bakur fêrî Tirkî kirin, herwaha Kurdên Ba$ûrê mezin û Ba$ûrê biçûk jî fêrî zimanê Tirkî kirin... Her komeleyek buye parastgeha zimanê Tirkî.
Ew $ermiyeke gelek mezine...

Herkes behsa xwandin û nivisandina bi zimanê Kurdî dike, lê sedmixabin ku kêm kes bi Kurdî dixwînin û dinivisînin.

Ew geeeeellek min dê$îne, lê ka ez çibikim KEK NÛREDDIN?
Bes ez dibêjîm tu her bijî...

Bimîne di nava xêr û xwa$iyê de, bimîne li ser Ruhê Netewî...

Bavê Welat.

Birêz Bavê Welat

M. Nureddin Yekta kullanıcısının resmi

Spas Kekê Heja.
Derd giran e, lê mirov ji kêdera xisarê bizvire qezenc e. Em hemî dest bidin hev bo ziman û kultura xwe, belku siyasetmedar û rêxistinên me jî, ji xew rabin.
Bi silavên biratî
MNYekta