Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Bersiv : 7

Abdullah Karabax kullanıcısının resmi

Pirsa we di mijara xwe de derî, ji gelek şîroveyan re vedike. Dixwazim bi kurtayî ji van çend xalan pêşkêşî we bikim. Ez ê bi pirsan dest pê bikim û ev, bersiva min e :
1. Hun dikarin bi vî zimanî helbestan binivîsînin(rêziman, wêje, hwd)?
2. Ji bo çi dinivîsînin(hewes, navdarî, jixwerewezîfedîtin, hwd)?
3. Hun tu helbestvanan ji xwe re rêber dihesibînin; wan teqlît dikin, ji wan didizin?
4. Tu bandora kesî li ser we tune ne û bi serê xwe hewl didin?
5. Dema ku hun dilzîz dibin, difikirin, hwd, di bandora çi de ne?
6. Ji bo nivîsînê, hun fena helbesta xwe, xwe azad dibînin?
7. Xwesansûra we hene, eger hene ev bi cih ne?
8. Hun helbestan çawa diafirînin/dinivîsînin :
a. Dewra amadehiyê(mijar, devkî yan nivîskî rêzên ewil, gelale, hwd).
b. Pevbestina/struktura helbestê(teşe, şêwaz, hwd).
c. Hilbijartina wîşeyan, sewaban, nîgaşan(bicihkirin, jêderxistin, cihguhêrandin, lêkolîn li ser peyvên zêde nehatine bikaranîn, komepeyv, hwd çêkin).
ç. Bikaranîna hunerên wêjeyî(drûvpêxistin/teşbîh, cînas, satîr, şandina bibîranî, hwd).
d. Di nivîsînê de bi awayên wêjeyî bi bêjeyan leystîn.
e. Xwendina helbestê(bi xwendinan: berçavkirin, sererastkirin, rîtmên dengayî/fonetîkî, hwd).
f. Yên hun çêdikin hema didin weşandin an heya demeke dirêj vedişêrin?
9. Bona rewşaxwepîvanê ji pirsên ceribandinê :
a. Helbestên we tên fêmkirin; eger ji wan hinek an ji rêzên wan hinek bi hêsanî nayên fêmkirin, hun vê ji xwe re fena kemasiyekê dinirxînin?
b. Eger xelat bên dayîn, hun dikarin xelata çendemîn bidin ên xwe?
a. Afirandin bi bêhndirêj in; heta niha we çend helbest nivîsandine, hun dikarin hîn bi salan binivîsînin(heya mêjî li hev be, heya goristanê)?
b. Ji xwendevan û rexnegiran, hwd, hun çi reaksiyonan digirin?
c. Piştî weşandina berheman; hun ji helbestên xwe hinek rêzan ji nû ve sererast dikin, eger wisa ye hun, der heqî vê de ji xw re an jî xwendevanan re dikarin çi bibêjin?
ç. We di vî karî de rengê xwe kifş kiriye, bi berhemên xwe we çi tevî helbestên vî zimanî kirine, hun qet lê hûr bûn?
d. Bila çi dibe ma bibe, hun ê bikarin rastiya xwe û helbestvaniya xwe biparêzin?
e. Dibe ku bê bîr kirin : Tu tişt ne bi serî xwe ne, her tişt bi hevdû girêdane; hun çi qas hur in?
10. Em bêjin ku we ev xal û pirs xwendin, raman û bersivên xwe dan. Ev we têr dikine ango we xwe hîç nexapandiye?