Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------
çirok
- Forum:
STÊRKA LEYLA Û MECNÛN
Dem, dema desthilatdariya demsala havînê ye. Li her der û doran nobedarên hêza havînê li zindiyên dinyayê zilm û zordarî dikin. Havîn, bi ro germa ku heta di canê mirovde dilopek av jî dimîne, diguvişînê dide der, dibarîne. Û bi şev jî bi germê re kermêşên ku dema bi canê mirov digirin weke gulle bikevê, dişewitîne, êrîşên gelê gund dike. Gelê gund ji ber sedema germê û kermêşen havînê li ser xaniyan yan jî li cihekî bilind ku bandora hêza havînê qels e, radizên.
Bi girtina deriyê rojê re deriyê şevê vedibe, hêdî hêdî ji Gundê Salhiyê re. Gelê Gundê Salhiyê ji paliyan, ji çol, ji ser kar û berîvan bi meşkên bi şîr tije ji ber keriyên pezên li newal û li zozanan mexel bûye, diherikin tên jîngeha gund. Şîv amede dibin, dora sifran tije dibe û bi iştahek xurt û bi kêfxweşiyek mezin şîv tê kirin. Û piştî şîvê nivînên xwe li ser xanî radixin, dibin asîmanê bi hîvê û bi stêrkan hatiye xemilandin de çîrokbêj, çîrokên gernasî û teraliyê vedibêjin, dengbêj jî kilamên evînî û kilamên gernasiya jiyana dijwar ya bi ser wan re tê distrên. Di her warekî jîngeha gundê salhiyê de çîrokbêjek, dengbêjek, gernasek dihewe, wê di xwe de bihewînin jî heta demek ji me ve nexuyayî.. Piştî gotin û guhdarkirina çîrok û kilaman, çîrokbêj û dengbêj û guhdarvan diwestin li hember hêza xewê têk diçin, dikevin xewnên kûr ku sibê dîsa zû hişyar bibin biçin kar. Hîn xewê li hember mirovên Gundê Salhiyê serkeftina xwe pîroz dikir, artêşa kermêşan, li dijî xewê û li dijî mirovan dest bi êrîşê kir. Gelê Gundê Salhiyê wê cibrîkê wan hene di bin cibrîkan de radizan, li hember artêşa kermêşan cibrîk ji wan re dibû mertal. Wê cibrîkên wan tune bûn jî rastê êrîşa kermêşan dihatin. Komek kermêş, weke teyaran xwe ser serî de bera jêr didin, ser serî weke teyaran xwe berdan ser xaniyê Xalê Temo, êrîşê malbata wî û wî kir in. Xalê Temo xwe di nava şer de dibîne, weke gulle bikevin canê wî, kermêşan canê wî diêşand. Xalê Temo ji ber êşê çavên xwe vedike, hişyar dibe dest, ling û ser çavê xwe dixurîne. Piştî xwe xurandinê li qutya cixara xwe digere, cixarên ji êvar de pêçabûn. Ji qutya titûna xwe cixarekê derdixe bi hestê xweyê muxtar vêdixe. Bi dûmana cixara Xalê Temo re kermêşên ku berî pênc deqeyan êrîşê wî û malbata wî kiribûn têk eiçin, îcar êrîşê malbatek din ya cibrîka wan tune, dikin. Xalê Temo bavê sê xort û sê keçan û mêrê jina hêja û çalak ya Zelal û bi xwe jî teral e. Di destê wî de cixare, pala xwe deye balif û li asîmanê ku bi stêrkan hatiye xemilandin, dinêr e. Asîman ewqas xweşe ku weke dema fîlmekî xweş dilîze, mirov çavê xwe ji ekrana televîzyonê venaqetîne Xalê Temo jî çavên xwe ji stêrkan venediqetand. Di nav stêrkan de du heb stêrk bala wî dikşînin. wek hûn jî dizanin ew stêrk, stêrka leyla û mecnûn bûn. Stêrka leyla û mecnûn bi zivirandina deme re ber bi hev diherikîn. Xalê Temo dikeve nav hembêza heyecanê, xwastin tê bîra wî. Wek hûn jî dizanin dema stêrka leyla û mecnûn bigihîn hev û kî bibîne û çi xwastinê pê bigire, ew xwastina wî tê cih. Xalê Temo li ser xwastinê gelek difikire û herî dawiyê de xwastinek tê hişê wî;
“Dewlemendî, lê çawa? Çiqas çiwalê min hene, bila tije zêr bibin: çiwalê min tije zêr bike”.
Hîn xwastina xwe nû anîbû bîra xwe, qêrînek zirav pê ket. Huma rahişt sulhiyê bi av tije ku li ber balifa wî bû, berda ser doşega xwe, doşega xwe û bedana xwe ji sotiyê rizgar kir.
“Temo, çi bû?”
“Tiştek tune, tu ji xwe re razê”
“Diwê qay bêhna şewatê tê”
“Min ji te re got tiştek tune. Tu razê. Xewa min reviya.”
Zelal, dîsa jî radibe;
“de ka wê silhiyê avê, ez vê gewriya xwe şil bi kim, gewriya min ziwa bûye.”
Xwe hîn rast nekiribû destê wê çû ser cihê Xalê Temo av li ser cihê sotîde rijandibû.
“Temo, ev çi ye, te doşek şewitandiye? Erê, erê cixare ji nav tiliyê te ketiyê û tu jî ji xew çûyî, doşek jî şewitiye. Him jî dibê tiştek nebûye”
“Şewitiye, şewitiye ez çi bikim, tim doşekek nin e.”
Zelal mîna tiştek nebûye, diçe jêr gewriya xwe şil dike û silhîyê avê tijê dike, tê ser xanî dikeve nav nivîna xwe. Xalê Temo jî cixareyeke din vêxistiye, cixare di dev de û çavên wî jî dîsa bi stêrkan ve hatine girêdan. Roj û şev bûne loq, li ser erdnîgariya dinê şev û rojan li xwe badidin û loq dibin…
Stêrka leyla û mecnûn her dere nêzîktir dibin ji hev û din. Xalê Temo çend şevin ranezaye, çend şevin xew tê nîvaniya wî, lê ew her tim diqewitîne. Çavê xwe yê wek tasê ji stêrkên ku di hundirê asîmanê reş te dibiriqin, heta berbanga sibê, heta tîrejên rojê xwe davê der, venaqetîne. Li gund û li herêmê wext wexta paliya ye. Kesên malbatê;
“ va çend roj in di vî mêrikî de tiştek heye.”
“belê, dayê tu rast dibêjî; em bibêjin bavo nexweş e, nexweş jî nîn e, em bibêjin bêhna wî ten ge, eciz bûye, na ew jî nîn e, lê tiştek di bavod e heye. Wekî ku li benda tiştekî radiweste, di wê rewşêde ye.”
Di nav xwe de diaxivin. Xalê Temo ji ber ku bi şev ranaza ye, bi roj naçe paliyê, lê ji ber vê bûyerê navbera Xalê Temo û navbera malbata wî de nîqaş derdikeve.
“Sermiyanê malbatê li mal vedikeve, kesên malbatên jî li ber roja ku mirovan dişewitîne, dixebitin. Jin û kur, cîran û meriv li ser kar, Temoyê min jî di bin siya dara guzê de radizê.”
Li nava gund û li çolan wek av bikele, leylan dikele li hemî derê gund û li herêmê.
Bi roj li bin siya dara guzê radizê, bi şev jî li ser xaniyê xwe di bin ronahiya evîna Leyla û Mecnûn de xeyalê xwe zelal dike, dewlemend dike. Bi germahiya tîna evîna Leyla û Mecnûnê hestê xwe yê sar, germ dike.
Bi tîrejên rojê re, xwe girîngtir dike; ji kesên zindî re, di hewşa xaniyê Xalê Temo de siya dara guzê. Tîna hênikahiyê ya siya dara guzê di wan mehên havînê de wek sarincan hunikahiyê bela dike; ji kesên ku ji êrîşa tîna havînê xelas dibin tên. Xalê Temo wê hertim bi avêtina tîrejên rojê re wê doşek û bahlîfa xwe ji ser xanî bigire, di nergana ji du depên dirêj û navbera wan de jî ji sê-çar textê zirav hatiye çêkirin, wê bi hezandî hezandî dakeve jêr. Li bin siya dara guzê ku hîn nû xwe avêtiye der, wê cihê doşega xwe çêke û doşega xwe raxe û bahlîfa xwe jî dayne. Di bin bedena Xalê Temo de doşeg, di bin serê wî de bahlîf û li ser wî jî pel, guz û siya dara guzê. Kesên malbatê û kesên gund wê herin ser kar, Xalê Temo jî wê bi çûyîna wan re wê deriyê xewnê, piştî deriyê xewnê jî wê deriyê xeyalên xwe yê dewlemend veke; ji hiş û dilê xwe re.
Bi girtina tîrejên rojê re, deriyê şevê vedibe hêdî hêdî li ser erdnîgariya ku Xalê Temo li ser dijî. Bi vebûna deriyê şevê re stêrk û heyv xwe digihînin hawara Xalê Temo. Di nav stêrkan de stêrkên Leyla û Mecnûn dibiriqin, herî pêşî li asîmanê reş. Û bi destpêka biriqandina Stêrka Leyla û Mecnûn re Xalê Temo wê çaya xwe bibe ser xanî, îsqana xwe tije bike, dûre cixara xwe bipêçe, hesteyê xwe yê mixtar ji beriya xwe derxe wê bi serê cixara xwe ve pêxe. Xew hêdî hêdî dest bi êrîşê dike. Xewê êdî li ser gund çaçefa xwe raxistiyê û dîsa wek berê Xalê Temo bi hêza daxwaza xwe wê çarçefa xewê çîr bike. Û çavê xwe ji stêrkên ku navbera wan de tiştek nemaye, veneqetîne. Bi nêzîkbûna stêrkan re heyecanek mezin bedena Xalê Temo dîl digre. Lê Xalê Temo xwastina xwe ya bi rojan pêşta xwastibû ji bîr nekiriye. Lê lê ew dema ku bi mehan pêşde xeyal kiribû; bi herdu çavên xwe, bi herdu roniyên çavê xwe yên reş, li evîn û evîndaran temaşe dike; bi dilek û hişekî ji xwe çûyî. Ew asîmê reş, bi gihîştina stêrkên Leyla û Mecnûnê ronî dibe wekî roja ku asîman û erdnîgariya dinyayê ronî dike. Nuha li asîmanê ronî, li pêş stêrkên Leyla û Mecnûnê hemû stêrkên din û heyv bi kêfxweşiyeke mezin û bi coşeke mezin govend idirin. Xalê Temo jî dest bi xwastina xwe dike; “çiwalên min tije çiwal bike, çiwalê min tije çiwal bike…”. Şûna “çiwalên min tije zêr bike”, “çiwalên min tije çiwal bike” dibêje. Û perda çavê Xalê Temo li dij êrîşa xewê têk diçe, dikeve xeweke kûr. Stêrkên Leyla û Mecnûn bi hev re ketine reqsê, reqs bi reqsê diherikin ji asîmanê dinyayê bar dikin…
Sibê çavên Xalê Temo dîsa wek berê bi avêtina tîrejên rojê re vedibin. Xwe davê jêr, diçe oda çiwalan, dinihêre çiwalê wî tijene. Kêfxweş û serxweş e bi dîtina tijebûna çiwalan re. Xalê Temo bi heyecaneke mezin, dimeşe diçe ser çiwalekî, hêdî hêdî devê çiwalekî vedike. Û bi dîtina hundirê çiwalan re; çavên wî wek tasê vedibin, di cihê xwe de diheze û dixewire dikeve, li erdê dirêj dibe. Piştî du saetan Xalê Temo hişyar dibe. Bi xemgînî tê jor. Zelalê taştê amade kiriye tev kurên xwe li ser sifrê, taştê dikin.
“Temo, tu çûyî ku derê, tu wenda bûyî?”
“Ez li jêr bûm. Ka biçim ku derê.”
“Bavo, dibêm qey tu xemgîn î.”
“Na.”
“Temo, tu taştê nakî, birçî nebûyî?”
“De were çend parî nan bixwe, bi me re were em biçin çilo û êzingan, cîran û gundî çûne êzing û çiloyên xwe kirine, anîne, em hîn nû diçin!”…
“Zelal, ka min ji te re gotibû ez li jêr bûm, ez li jêr xewirîbûm.”
“Kê radaye te, tu xewirî. Va ye mehek du meh in te karek jî nekiriye, hew dixwî, radikevî aha tu çima xewirî?
“Min devê çiwalan vekir; genim, ce û nîsk dît.”
“Te çi hêvî dikir? Zîv û zêr.”
“Hûn çawa zanin, li jêr çiwal tije ne?”
“Temo, tu îro berevajî hişyar bûyî.”
“Bavo, me dest bi palîyê kir te got ez nexweş im, me dest bi bêder û patozan kir te dîsa got ez nexweş im, me dest bi kişandina genim, ceh, nîsk û kayê kir te dîsa got ez nexweş im û îcar em dibêjin em dest bi çilo û êzingan bikin û çawa tu xwe li dînîtiyê datînî. De ka em ji te re bibêjin çi?”
“Yanê ew çiwalên jêr yên bi genim, ceh û nîsk tije we kişandin hundir?”
“Me anîn lê qey cîranan anîn!”
“Ez …”
STÊRKA LEYLA Û MECNÛN
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.














