Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3266 flas, 290 mp3 û 66 jî kilasîk

li ser hev = 3620 sitran hene!


* * *

* * *

Çend pirs liser rojiya Remezanê

Niviskar kullanıcısının resmi

Mirov jina xwe paçke rojî betal dibe ?
Mirov fitara xwe bi çi fedike ?
Mirov xwe jibîr ke bixwe, vexwe an jî tev xanima xwe razê, rojiya mirov betal dibe ?
Gelo rojî girtin liser bêaqila û zarokan ferz e?
Roji girtin liser rêwiyan ferz e?
Jina bi hemle zaroka xwe deyne rojiya wê betal dibe?

Rojî: (Siyam)
Bêja rojiyê di zimanê erebî de “siyam” e.
Siyam di luxette; reva, xwe dûrxistina an xwe paraztina ji tiştekî ye. Di bikaranîna Şer’î de; „terk kirina xwarin, vexwarin, tiştên di hikmê xwarin û vexwarinê de û terka minasebeta cinsî, ji derketina fecrê (sipîtaya li pey qedandina şevê dertê) heya roj biçe ava.”

Ferziyeta rojiyê:

Rojî çawa li ummetên Pêxemberên berê ferz bûye her wiha li Ummeta Hz. Muhammed jî ferz e. Ji her ummetek re rojên kifşe di demên kifşe de hatiye ferz kirin, lê ji ummeta Hz. Muhammed re rojî, sirf di meha Remezanê de ferz e. Ferziyeta rojiyê bi Kitêba Xwedê (Qur’an), bi Sunnetê Resûlullah û bi îcmaa Ummetê sabit e.

Delîla Qur’anê::
Gelî bawermendan! Rojî çawa ku li ummetên di beriya we de hatin û derbasbûne ferz bûye, her wiha li we jî hatiye ferz kirin. Daku tê omid kirin ku hun xwe biparêzin! Sûretê Beqere/183
Meha Remezanê ew meha ye ku tê de „ew Qur’ana ku ji mirovatiyê re rêber e, ya ku bi delîlên vekirî rêya rast û şaş jihev diqetine“ nazil bûye. Madem ku wiha ye, wê demê kesên ji we kî bigihîje vê mehê bila rojiyê bigre. Kesên ku di vê mehê de nexweş bin an jî rêwî bin bila (bi qasî rojên negirtiye) paşê (rojiya xwe) bigrin.
Xweda bo we hêsaniyê dixwaze, ne zehmetiyê. Vaya bo temamkirina hejmar(a rojiyê) ê ye. Him jî bo ku Xweda rêya rast daye pêşiya we, hun Wî mezin bidêrin û spasiya Wî bikin. Sûretê Beqere/185

Delîla Sunnetê:
İslam liser pênc tiştan hatiye avakirin. Şehadeta ku ji Xweda bêtir tu îlahek tune û Muhammed bende û pêxemberê Wî ye, nimêj kirin, zekat dayîn, çûyina heccê û rojî girtin, (Buxarî û Muslim)

Şertên ferzbûna rojiyê
Wek tê zanîn rojî çawa liser her însanî ferz nîne her wiha liser her muslimanî jî ferz nîne. Bo ferzbûna rojiyê çar şert pewîst in.

1- Gerek mirov musliman be, rojî li ser nemuslimana ferz nîne.
2- Gerek mirov mukellef (balix) be, rojî liser zarokên nebalix ferz nîne.
3- Gerek mirov biaqil be, rojî liser dîna (bêaqilan) ferz nîne.
4- Gerek tu uzrekî ku bibe asteng bo girtina rojiyê tunebe. Liser xwedan uzran rojî ferz nîne. Em dikarin uzran bi vî awahî rêz kin. Nexweşî, kalî (pîrî), bêtaqetî, rêwîtî.
Hinek uzir jî hene xasên bi jina ne. Wek heyzê (nexweşiya serê mehê), wek nifasê (nexweşiya li pey welidandinê. Jin dema di vana halan da bîn, wê demê rojî nagrin, dema paqij bûn çiqas rojî xwaribin ewqas roj qeza dikin.

Şertên rojiyê
Şertên rojiyê dudo ne
1. Niyet kirin. Niyeta bi dil têr dike, lê bi ziman gotin jî sunnet e. Bo niyetê terîfek taybetî nîne. Sirf mirov di dil xwe de niyet bike ku ewê sibê rojî bigre bese. Bi dev jî mirov bêje “ez bi niyet im, sibê rojiya remezanê digrim” baş dibe.
Çiku her rojek ji meha remezanê îbadetek bi serê xwe ye, pewîst e ku mirov bo her rojekê niyet bîne. Yanî her êvar gerek mirov niyeta xwe dubare bike.
Dema niyetê ji mexrebê heya parêzê (îmsakê) ye. Niyeta di pey îmsakê de têw nîne (qebûl nabe).

2. Ji destpêka îmsakê heya roj biçe ava, terk kirina xwarin, vexwarin, tiştên di hikmê xwarin û vexwarinê de û terka minasebeta cinsî ye. Di vê demê de pewîst e mirov nexwe, venexwe û neçe nivîna xwe.

Tiştên rojiyê betal dikin
1- Xwarin û vexwarin. Mirov bi zanîn û daxwaza xwe bixwe an jî vexwe rojiya mirov betal dibe. Cixare kişandin jî wiha ye, rojiyê betal dike. Lê ku mirov bi mecbûrî di kargehek de be, an di cîhkî qerebalix de be, bê îxtiyariya mirov duman bikeve nama mirov rojî betal nabe.

2- Tiştên berçavî, yanî bi çavan dixûyên bikevin hundirê mirov rojiya mirov betal dibe. Xaye ji vê, qulên di bedena mirov de hene wek dev, poz (difn), çav, guh, pêşî û paşiya mirov, di vana yekê de tiştek bikeve hundirê mirov rojiya mirov betal dike. Her çiqas bi taybetî nahatibe zikir kirin jî, derzî lêxistina di rehên mirov de jî rojiyê dişkêne. Feqîhên îslamê di vir de yekîtîya xwe çêkirine.
Ger nexweş be û mecbûr be xwe derzî bike, wê demê pewîstî bi girtina rojiyê tune. Bila rojiya xwe bixwe, derziyê li xwe xe û piştî baş bû rojiya xwe qeza ke. Derziyên ne de rehan de wek li qorik, mil, hêt bê xistin, rojiyê betal nakin, lê mimkin be yani zerûret tunebe derziya bihêle piştî fitarê baştir dibe.
Kesên serum bidinê, ha di mil de ha jî di dev an poz de rojiya wan jî betal dibe. Kesên wisa nexweşên giran jixwe gerek rojî negrin.

3- Tev razan (minasebetê cinsî) bi her awahî rojiyê betal dike. Menî were an ney, xwe tatmin bike an ne, ferq nake rojî dişkê. Ger yekê/a bi rojî tev hevala/ê xwe razê, yanî rojiya xwe bi minasebeta cinsî betal bike, wê demî pewîst e ku rojek qeza û 60 roj jî rojiya kefaret bigre.
Jin mêr ku bi rojî bin dikarin hevdu paç kin (ramûsin) lê ku xwe tazî kin bikevin nava ciya bihev şa bin hatiye qedexe kirin. Dema mêr an jin hevala/ê xwe ji dev ramîse û ava devên wan bikeve devên hev rojiya wan betal dibe.

4- Îstimna (tatmînkirina bi dest an bi uzwên din, an bi eşyaên bê ruh wek aletên cinsî yên naylon, platsik wan) rojiyê dişkêne. Mirov bi jina xwe şa be û meniya mirov were, an jî bi dest herdu bihev bilîzîn û meniya wan were rojiya wan betal dibe.

5- Dîn bûn: Mirov ku dîn bibe rojiya mirov jî diçe. Jixwe me li jor gotibû ku rojî liser dînan ferz nîne.

6- Ji dîn derketin (murtedî): Mirovek bawermend be û fikra xwe biguhêre bibe kafir, an dîn biguhêre bibe xiristiyan an yehûdî rojiya wî betal dibe. Her wiha bawermendek ku kelîma kufrê ji dev wî derkeve dîsa rojiya wî betal dibe. Wek bêje “qanûna Xwedê qebûl nakim, an bêje îro qanûna Qur’anê rewacdar dîne.”

7- Halên xasên bi jinan: Jina di dema rojiyê de bikeve heyza an jî biwelide rojiya wê betal dibe. Êdî pewîst nîne ku li hêviya fitarê bimîne. Dikare bixwe vexwe û dema firseta wê çêbû rojiya xwe qeza bike. Vaya hêsanikî ye, mikafatek e, Xweda daye jinan.
Her wiha jina ku zarokan bimêjîne. Ger mijandin zirarê bide wê an bide zaroka wê, dikare rojiya xwe bixwe û paşê qeza bike.

8- Daxwaza qesdî ya vereşandinê: Mirovek bi kêfî vereşandina xwe bîne û vereşe rojiya wî betal dibe. Her çiqas ji vereşandina wî hinek nezvire nava wî jî. Lê ku bê îrada wî be, ji nexweşînê vereşe û hinek ji vereşandina wî bizvire nava wî jî, rojiya wî betal nabe

Mirov xwe jibîr ke, bixwe, vexwe an jî di minasebeta cinsî de be, rojiya wî betal nabe. Lê ku mirov hêj xwarina xwe neqedandibe bikeve bîra mirov ku mirov bi rojî ye, pewîst e derhal terka karê xwe bike. Ku dom bike rojî betal dibe. Em bêjin gelek xwar û loqme di dev da ye, yekî got tu bi rojî yî, an kete bîra wî, gerek derhal wê loqmê ji dev xwe bavêje, nexwe. Lê ku bixwe rojî diçe. Ku xwarin û vexwarin be qeza, lê ku razana tev jinê be qeza û kefaret pewîst dibe.

Mirov xwe şaş bike bixwe vexwe rojiya mirov betal dibe. Wek hêj nebûye fitar mirov bixwe, an mirov bêje de hêj zû ye niha dema îmsakê nîne û mirov bixwe an vexwe, dûvre binhêre ku way tav dide mîsal, bi vî awahî jî rojiya mirov diçe. Her wiha ku mirov destmêj bigre, an dev û pozê xwe bişo, zêde av bike devê xwe, an pozê xwe û av biçe nava mirov rojî betal dibe

Di rojiyê de du sunnetên girîng hene.
Yek ew e ku mirov rabe paşîvê û mimkin be paşîva xwe derengî bixwe. Ya duduyan jî, di dema fitarê de mirov ecele bike fitara xwe veke. Bi zanîn an bi qesdî fitara xwe derengî nexe.
Di vekirina fitarê de qencaya xwarin û vexwarinê liser hev tune. Bes ya girîng tişta mirov dixwe an vedixwe helal be. Gelek kes fitara xwe bi xurman an bi avê vedikin, va ligor kêfa mirova ye. Mirov bixwaze dikare fitara xwe bi tev razana helala xwe jî veke, di vir de jî tu gunehek tune.
Fitar vekirina bi tiştên mekruh wek cixare kişandin baş nîne. Lewra him hindikayê mekrûh e, him jî zirarê dide bedena mirov.

Not: Ev beşa fiqê bi gor Mezhebê Îmam Şafiî hatiye amadekirin

23.09.2006