Mirina ducarkî

Cankurd - 12 / 1999

Mirov ji dayîk dibin, dijîn û dimirin..Hemî mîna hev, di van her sê pileyan re derbas dibin: Bûyîn, Jiyan û Mirin. Ev jî dadmendiyeke hêjaye, loranî kesek ta ebed najît. Dibêjin, ku (şehîd) namirin, ev jî raste, lê ewan jîna xwe paş mirina leşî, bi şêweyekî, ku bo me nenas û nedîde, li ba Xwedê digudînin. Ew jîn çawaye, em nizanin û kî şehîde, ji Xwedê pê ve kes nizane..Her wekî dibêjin, ku di dema jiyana Muhemmed, şandiyê Xwedê -Selewat û silav lê bin-, deh kes ji pêkev û rêhevalên wî bi bihiştê hatibûn mizgînkirin, ew ji ber bawermendî, Xwedawendî, dêm û ragirtin û bersivdêriya wan di rêya Xwedê de.. Lê çûyîna bihiştê jî ne destxistineke asane, bo vê yekê divê mirov gelek zorê bide xwe, ku jîneke paqij biborîne û mîna mirovekî paqij bijî û bite naskirin, lewra Zaradeşt (Zerdûşt) gotibû: “Pak bihizire, pak bipeyive û pak kar bike.”..
Dibêjin, ku mirovekî karbaş “salih” hebû, gunehên wî winga kêmbûn, ku li ba xelkê mîna Xizir -silav lê bin- dihat dîtin, hemiyan ji wî hez dikirin û gava, ku pirsek giring û pêdiviyê sondxwarinê heba, bi seriyê wî merivê hêja sond dixwarin.
Bi rastî jî, ew meriv Xwedawendekî, ku mîna wî ji hevdemên wî kes nebû, êdî ew jî pîr bûbû, dora Heştê salî, por û pirça wî sipî, damarên xûnê di bin çermê wî re dixuyan, didanên wî ketibûn û alîgê wî di çûyîn û hatinê de çomaxekî “çovekî” sindîganê yê hilîskirî û kevnare bû; çovê Mûsa -Silav lê bin- dihanî bîra mirovan.
Ev merivê hêja, ku navê wî ji bîr bûye û çêroka wî her maye, belengaz û hejar bû, bi tenê xwe bû û ji xwe re li ser rûyê zevînê, mîna firindekî bê histobarî digeriya, ziyana wî bi kesekî nedibû, lê gelek azar “nesîhet” didan mirovan, ku li gel Xwedê hevparan “şirîkan” nenasin, bi hev re baş û çê bin, hev û din nekujin, heramzad nebin, dest nevêjin namûsên hev û din û bi hev re alîg û piştovan bin..Gava di nav du kesan, du malbatan an jî du komikan de pevçûn pêda dibûn, ew merivê hêja dibû navber û aştîkar..Lê pişt re bi rêya xwe ve diçû, ku bar û giraniya xwe neke ser milê kesekî..Bo wî hîç daxazên xweyî nebûn, ji nan û ava rojane, ji ciyê razana şevê û saxiyê pê ve, hîç mirazên wî tune bûn..Hebûn û dêrîna “mulkiyeta” wî ji malê dinê jî du kilaşên çermî yên, ku bi destan hatibûn çêkirinê, tê re bîçên lingê wî diyar dibûn, kirasekî rêsî, ku bi destê xwe rêstibû, ew çovê, ku pê digeriya û tûrekî, ku têde hinek nan, mûj, bostanî “hişînayî û salate” û piçek xoyê hebûn. Ma bo mirovekî xwedî hiş ji van pêve çi pêwîste?..
Rojekê ji rojên Xwedê, ew giha qeraxê çemekî piçûk, ku di newalekî tijî darên biyê û sicê re, ber bi xwarê ve, di ser zinarin tîştîşî re dixumxumî..Xumxuma avê, wîçwîça çûkan, wirçwirça beqan û vingvinga mêşên hingiv, ku dihêwirîn qelîşteka bilind di beneke zinarî de, dilê wî yê pîr tijî jîn û viyan kirin..Li siya benê rûnişt û li hawîr xwe bi dilxweşî li wa bihişta piçûk temaşa kir û dît, ku çawa masiyên piçûk xwe ji korteke avê bi jor ve davêjin, xwe li ser rûyê tehtekî bi kevza kesk dizemirînin, bi kosaniyeke “berxwedaneke” bê westan, li hember ava bi hêz, ku bi ser wan ve tê xwarê, hêdîka ber bi jor ve hildidin. Ew evdalê Xwedê li xwe hişyar bû û got: “Gelo! Ev jîn çiqas şirîne..?! Hinekî bi rewşa xwe û ya wan masiyên tehtê re mijûl bû, dawî piyên xwe ber bi jor ve rakirin, xwe li ser kaban avêt xwarê, rûyê xwe ber bi ezmanan kir, çavên xwe damirandin û got:” Ey Xweda! Tu çiqas zana û jêhatî..! Te ev jîn wilo xweşik pêda kirî..”
Gava seriyê xwe danî û çavên xwe vekirin dît, ku pêjna “xeyala” mirovekî girbiz li rexê wî yê rastê diyare..Cara yekê ye, tirseke weha mezin dikeve dilê wî..Ew merivê li rex wî rawesta bû ne mîna kesekî din bû, gir û hêzdar, mîna şewqa royê ji dêmê wî dihat, piyên wî kin, lê weka pola dixuyan..Gava merivê nedîd “xerîb” silav da, dengê wî sama dengê radio bi ber zinarê ket, hemî tilûr û beqan bêdeng bûn û nema xumxuma avê jî dihat guhên evdalê Xwedê. Bi tirs û bê, ku karibe ji ber pertava şewqê li ser çavên silavdarê xwe binêre silav veda û pirsiya:
-“Ezbenî! Tu kî yî?!.”
-“Ez şahê Mirinê me.”
-“şahê Mirinê ?!..”
şahê Mirinê bêdeng ma, evdalê Xwedê jî mat ma, hinekî tirsa wî kêm bû, lê bi egera diyarbûna şahê Mirinê ve gêro bû, xwast, ku rabe, lê kabên wî negirtin, hêz û tab di lingên wî de neman, carekê hîz ser xwe kir, ku rabe, şahê mirinê destê xwe bi nermî û germî da ser milê wî yê rastê, ku di cihê xwe da bimîne..Êdî xaziya devê zuwa bû û gewriya wî hat girtin û nema dikarî pirseke din bike..şahê Mirinê bi zarekî “luxetekî” xweş gotê:
-“ Ez ji ber qencî û başbûna te fedî dikim, lê wek tu dizanî dayîneke şahê şahan, Xwedayê gewreban li ba te maye..ez hatime wê emanetê bibim..”
- “ Eşhedû enla îlahe îlellah..Ser seran û ser çavan..ev raste.. Karê xwe bike, ezbenî..”
şahê Mirinê hate pêş wî li rûyê wî temaşa kir û got:
-“ Tibê gotineke te heye..?!”
Evdalê Xwedê bihnek kûr kişand û got:
- “Dij bi fermana Xwedê tiştekî min tuneye, lê berî niha bi qasekê ez hatim virê, min li hawîr xwe temaşa kir, jîn bi min xweştir bû û viyana dilê min ez dame bin xwe..”
şahê Mirinê, ku bi rêzgirtin li ber wî rawesta bû, got:
- “ Heger mirazekî te heye bibêje.”
Evdalê Xwedê, piştî soliqekê, got:
- “ Ezbenî! Min kukumekî Xwedê me, teviya van salên borî, min hîç mirazekî mezin nebû û malê dinê li ber çavên min erzan û heban bû..Eger mirazekî min hebe ewe, ku Xwedê bihêle ez jîna xwe ducarkî bijîm.”
- “ Ev hêviye an xasteke?”
- “ Ev xasteke.”
- “ Başe, tuyê li vir bimînî ta ez ji Xwedayê xwe bipirsim, loranî ev biryar di destê wî de ye.”
- “ Dizanim.”
şahê Mirinê mîna lêdana birûskê vebirîsî û winda bû, ser ji nû ve saz û awazên sirûştê hatin guhan, bayekî nerm bi ser rûyê evdalê Xwedê ve ji aliyê xarê ve hat û xûdana ser eniya wî sar kir..
Di wê navê de, ew ji cî rabû ser pêyên xwe yên tevizî, ber bi kaniyeke, ku ava wê ji zinarê dixulxulî, çû, çovê xwe da aliyekî û bi herdu lepên xwe ava sar li rûyê kir û pişt re kilaşên xwe jî dan ber avê û weha rawestiya, dema avê kilaşên wî û bîçên lingên wî şil û sar dikir.. Êdî nema karî bû li tiştekî bihizire..li benda bersiveke xêrê ji ezmanan ve ma..
Ji nişka ve xumirtiyek bi ezmanan ket û dengê şahê mirinê hat guhên wî:
- “Selamû eleykum..”
- “ Eleykum Selam, ezbenî! “
- “ Xwedê ferman da, ku ez te bihêlim, tu jîneke dî bijî, lê li dawiyê tuyê bi xwe werî û xwe bidî dest min, hîngê ezê emaneta Xwedê ji te bibim.”
- “ Mala Xwedê ava..bila...Ezê bi xwe bêm...Ezê bi xwe bêm”
Di cî de ji ber kaniyê bi şûn ve çû, xwe avêt xwarê, eniya xwe da ser zevînê geyayî û şil û got:
- “ Elhemdullîlah..Subhanellah..Elahû ekber..” û rabû nimêja xwe ya nîvro kir.
....................................
Roj çûn, sal û meh hatin û derbas bûn..Evdalê Xwedê ji nû ve hêztir bû, dêmê wî ciwantir û naztir bû, mîna ewîlekî bi liv û lebat, vir ve û wê ve çû û hat..Gundê xwe yê, ku berî wê demê bi salan hêla bû û jê bi dûr ketibû, hat bîra wî, bi lez û bez vegeriya wî gundî û tev li jîna gundiyan bû..Xelkê, ku bawer nedikir, ew careke dî vegere mala xwe, ji çavên xwe bawer nekirin, gava dîtin ew hatiye, tev hatin silaviya “birayka” wî û li dora wî civiyan, li rewşa wî pirsiyan û li ser wî û ser vegera wî ya nedîd bikinî “e’cêbî” li xwe diyar kirin. Lê ew çawa dîsa ciwan û jînhez û malxwaz bûye, nizanîn bi çi teherî, çima û bo çi..
Evdalê Xwedê êdî li merivên xwe zor kir, ku ji wî re cil û mal û xwarin û her tiştekî bo jîneke xweşik amade bikin..Dar û berên xwe yên, ku li gundiyan belav kiribûn dîsa ji wan xwastin û li jinebiyeke, ku bîst salan ji wî piçûktir bû xazgêner..Te digot; ev merivekî dine û ne ew kukumê, ku dest ji malê dinê kişandibû, mala xwe hêla bû, bûbû reben û rêwend..
Lê dîsa jî di dilê wî de tirsek hebû..Tirsa mirinê li ba wî hebû..Gava li mala xwe, li kebaniya, ku ji xwe re standiye, temaşa dikir, pişthespekî “suwarekî” reş di ber çavên wî re bi lez hespê xwe dibezand û bi dest xwe de mertalekî mezin dileqand...
Roj bi roj ew merivê karbaş ji qenciyê bi dûr diket, bedkar û gunahkar dibû, bi xelkê re pev diçû, zor li malbata xwe dikir û zeyta çiraxa wî kêm dibû û ruhniya rûyê wî winda dibû.. Êdî Iblîs jî ketibû bin kumê wî, ew bi dav û kemendên xwe xistibû, carina dizî dikir, carina malê gundiyan bi zorê ji dest wan dibir û carina jî pevçûn dixist nav gundiyan, agirê neyartiyê di nav wan de gurrtir dikir..
Gava dibihîst, ku meriyek miriye, ew ji gund bi dûr diket, venedigeriya ta ew mirî vedişartin û gava dibihîst, ku nexweşî li warekî heye, wî rêya xwe bi wir nedixist..lê ji ber hezkirina malê dinê û gêrobûna wî bi jînê, carina jî mirin tew ji bîr dikir û ji ber mijûlbûna bi mal û jin û pertalan re ji bîr dikir, ku ewê rojekê bimire..
Gelek sal çûn û ew hîn dijiya, maldar û navdar bû, lê ev car ne bi qencî û başiya xwe, belku bi bedkarî û dêrîna xwe ya heramzad..
Rojekê ji bazareke dûr di ber sinca rezekî re li ser pişta hespê xwe derbas bû, lê ji ber ku ew bi hinek karên xwe yên rojane re, ku pir dirav û pertal têde hebûn, gêro bûbû, tew wî mirin û şahê Mirinê jî ji bîr kiribû..
Dît, ku li kenarê rê merivekî girbiz li ber korteke dirêj û nû kolayî rawestiye û bêrek bi dest de ye.. Ew giha ba wî, silav da û rawestiya, merivê, ku bêr bi dest de silava wî veda û seriyê xwe di ber xwe de dusê caran leqand. Ji wî pirs kir:
- “ Birazî! Ev çi korte?”
- “ Eve gora merivekî ye..”
- “ Lê bo çi tu seriyê xwe dihejînî?”
- “ Loranî ez nizanim, ka ev gor têra wî dike an na..”
Ji hespê xwe peya bû, li rex wî merivî rawestiya û li binê gorê niriya..got:
- “ Ma ewê mirî çiqas dirêje?”
- “ Ezbenî! Welleh mîna te dirêje..”
- “ Başe! Ka ezê dakevim gorê û binêrim..”
Merivê bi bêr piçekî berken bû û got:
- “ De bila.!”
Evdalê Xwedê, ku mirin ji bîr kiribû, daket gora, ku bihna axa taze jê dihat, xwe li ser axa sar dirêj kir û destên xwe jî li ser sîngê xwe dan hev, te digot ew gor ji wî re hatiye kolan..
Di wê navê de mirin û şahê Mirinê hatin bîra wî, lê heywax! Gelek dereng..Merivê, ku li hafa wî rawestiya bû û siya wî bi ser çavên evdalê Xwedê de hatibû, bêra xwe bi bin axê xist û bêrek ax bi ser wî de avêt..tirseke mîna lerzîna zevînê bi hindir dilê evdalê Xwedê ket, lê êdî hêza wî jî nema, ku rabe ser xwe an baz bide..bi dengekî nîvbirrî bang kir:
- “ Te çima wilo kir?”
Di cî de şahê mirinê dîsa bi şewq û pertav bû, evdalê Xwedê nema dikarî çavên xwe veke û li wî binêre.
- “ Min bo te negot, ku tuyê bi xwe werî û xwe bidî destê min?..Ma te ji bîra kir..?”
- “ Erê min ji bîr kir..Min ji bîra kir..”
Şahê Mirinê ew bi ganî bin ax kir, bi destên xwe çal kir..û li derve li ber kenara rezî hespê evdalê Xwedê, hevsar li pê dixuşî û ji xwe re ew diçeriya û kesekî ji rêwiyên di wir re derbas dibûn, nizanîn ew hesp yê kê ye û ew gora nû hatiye kolan ya kê ye..Gundê wî jî tew nedizanî, evdalê Xwedê kî derê ve çûye û bi rastî ji wan re çûn û hatina wî jî ne giring bû, ew li ba wan bûbû maldarekî zordar, ku mirina wî an windabûna wî servehesî û dilxweşî bû..
Roj çûn û hatin û li ser gora wî geya bilind bû û çêroka mirovê ducarkî jiyaye li ser zimanan belav bû.

Social

Çîrok

3. JANAK DIRÊJ

Bi sermede nehat biharek rengîn,
Her em dibînin kul û derd tev birîn.

Her ku me dît li serê me bû ferman,
Em ketin kemîna wayê bê îman.

Helbest

3. JANAK DIRÊJ

Bi sermede nehat biharek rengîn,
Her em dibînin kul û derd tev birîn.

Her ku me dît li serê me bû ferman,
Em ketin kemîna wayê bê îman.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?