RASTÎYÊ QEBÛL BIKIN

.QEBÛL BIKIN

Xwe bikin wekî mere û mêran,
Hêj, ji nû derkevin qada şêran.

Radjin tivingan bê gule bê ber,
Wek kor berê xwe didin qada şer.

Wexta li serê diyar te çewt got,
Wê ling li te bibine belbelot.

Wexta ku tu her bikî vin û vin,
“Qebûl nakim ku hertişt ne wekmin.

We hesab nekirin ew rewşenbîr,
Hûn tev ji dijminre mane êsîr.

We da ber diza û ê talanker,
Hûn ji wan re bûne himal û ker.

Hûn ji hebûna xwe man nebedî,
Hûn tev ji gura re man bêxwedî.

Hûn xwe dikin wek mêra û lîder,
Xebatek lewitî bê ser û ber.

We cî û war xerakir ser û bin,
Hûn nema gel lipey xwe bibînin.

Dixwe bifikirin gelekî baş,
Şerm bikin vê xebata çewt û şaş.

Zanibin çênabê hewqas bitrî,
Dawî we bi xebata xwe de rî.
15.1o.2o16.

Social

Çîrok

EFRÎN’E

Efrîn kelha egîd û mêra ye,
Qadek ji qada şer û cenga ye,
Ev warê ku ji bav û kal ma ye,
Sulhadîn Eyubî mohr li daye.

Helbest

EFRÎN’E

Efrîn kelha egîd û mêra ye,
Qadek ji qada şer û cenga ye,
Ev warê ku ji bav û kal ma ye,
Sulhadîn Eyubî mohr li daye.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?