QINYATA DILA

SEBRA DILA

Gelî gundî û cîrana,hewara Li mi roj pir germ û bi şevê sara,
Berîya jêr tije bû ji siwara,
Em nasnakin kî dost û kî neyar a?

Em pir bi tirs û fikarin wek cara,
Wê me bi terqînin ji cî û war a,
Wê me bibin ber def û zurna neyara,
Wê dawî me bikin gavan ê dewara.

Evînek min hebû ew sebra dila,
Her didîtim ji min xwest warê gula,
Min gelek li berxwe da, nehat mila,
Ew, por zer, çav belek evîna dil a.

Siwar tên û her rima di hejînin,
Dikin yarê ji dest me bi revînin,
Em hev bê deng dikin û dihelînin,
Em lîderê Netew parêz nabînin!

Ew yara min bedew mîha zozanî,
Neyar tîrek avêt dil û vî canî,
Ji cehalet û çewt û ji nezanî,
Lê em hêvîne Başûr û Barzanî.

Hewar û sed hewar aman û neman,
Pêwîste arîkarek ji dil û can,
Em pirskin ji vir heta abra milan,
Li ber me girtin tevî deşt û zozan.

Emê bi mînin bê ser û bê lîder,
Emê bi mînin xwdî tivingeg bê ber,
Dijmin wê levakin darî me, bin ji xwer,
Ji mer dimînê kul û derd tev keder
DILCIWAN 7.5.2016

Social

Çîrok

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Helbest

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?