KURDÊ ŞAŞ

12. KURDÊ ŞAŞ

Kurdno hûn nizanin ku hûn şaş in,
Ji dijmin re palê xwirt û belaş in,
Hûn hinek Komûnîst, hinek Dahş in,
Hün nebün hosta, hün tev qeraş in.

Ev Kurdê reben û xwelî liser,
Hûn bi vî karî tu ber nabin ser,
We Kurdê esîl tevî kirne der.
We dijmin ji xwere kirne rêber.

Hûn bûne peyayê Ereb û Tûrkan,
We Welat kire kavil hişt wêran,
Ji ber w, revîn Ewrûpa û Elman,
Li Derya Sipî, xenikîn Alan.

Li perçê mezin Bakur Kurdîstan,
Ê man we berê wan dan nav Tirkan,
Gel tevî bûne Tirk tevî helan,
Ê bûn Tirk, êdî mane bê goman.

Diz û hisêsîyên ber dîwaran
Tev bûn tajî, ji bonî neyaran,
Terqandin ew bilbilê nizaran,
Tev bûne çepikvan li bajaran.

Piştî ewqas xebat û ked lider,
Em bûn hevalê dêhn û akil ker,
Ku berjewendîbê zû têne ser,
Xwe bi şûnde digrin bo neçin şer.
Dilciwan

Social

Çîrok

EW XEWA ŞÎRÎN

Ez gelekî mêr û merd im,
Boçî ez bi kul û derd im?

Êvar ketim xewa şîrîn,
Ez gerîyam xaka zêrîn.

Helbest

EW XEWA ŞÎRÎN

Ez gelekî mêr û merd im,
Boçî ez bi kul û derd im?

Êvar ketim xewa şîrîn,
Ez gerîyam xaka zêrîn.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?