KEKO EZÊ BÊJIM

KEKO EZÊ BÊJIM!

Ême bajarek hebû li cîhan,
Boçî we kire kavil û wêran?
Helîyam ji derdê Kurdê nezan,
Ev derdê pir giran û bê derman.

Ev bajarê me digot Nisêbîn,
Dagirtî wekî şanek hingivîn,
Warê xweş lê heye, Zeynilabdîn,
Newala Bûnisra dahlek e şîn.

Me windakir hem mal û hem jî can,
Rijandin a xwîna Kurd bû arzan,
Li me bi kîn Ereb Tirk û Îran,
Çawa hûn bawerbin çepê Tirkan.

Her wextî Kurd ji bo şer û cengan,
Hewar û qîrîn dibine cîhan,
Bûne qurban keç û xortê ciwan,
Meznê me bûne Kurkçî û QalQan.

Hey Kurd ê cahîl û tevî reben,
Hûn bixwe hevdû dibine ber ben,
We da pey ê ku li we dikin fen,
Nav wed neman xal û apê Hasen.

Li hevdû kom bibin deynin şêwran,
Bes, tev vegerin ji nîvê rîyan,
Evê şaş bêjin nekin wekî wan,
Nebin bar hilgir ê wekî keran !

Xebat a we li serxet û binxet,
Tiştê ku hûn dikin tevî xelet,
Xwe dane kuştin bê hijmar bê adet,
Ji Kurda re bû xisar, nebû ked.
DÎLCÎWAN 01.6.2016

Social

Çîrok

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Helbest

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?