JANAK DIRÊJ

3. JANAK DIRÊJ

Bi sermede nehat biharek rengîn,
Her em dibînin kul û derd tev birîn.

Her ku me dît li serê me bû ferman,
Em ketin kemîna wayê bê îman.

Jime re nema ne rev û ne hewar,
Her têne me gef tûnd û tûjî û dar.

Lê bi hêvîke xurt me tekoşîn dan,
Me gelek caran ew çember dişikan.

Hindik ma ku em berê xwe bibin ser,
Lê xaîn ji paş lime dan bi xencer.

Em tev mane bê mefer û bê goman,
Tev vegeran newala kul û derdan.

Me ban hev kir hin gilî û hin gazin,
Hineka xwe dan paş ku em naxazin.

Me cardî dest bi wê tekoşînê kir,
Bi dizî û bi hişkere, xir û cir.

Hin zirt û hin şîret me hevdû şidan,
Me dane hevdû hem soz û hem peyman.

Ma qey çi ma çênebû û me nedî,
Vê carê yan mirin yan jî azadî.

Werin em hemî bi hev re bibin yek,
Emê bistînin wê gewra çav belek.

Emê jî derkevin deşt û seyrangeh,
Emê bibne xwedî mohr û xwedî cih.

Em bibne xwedî dîwan bi dilgeşî,
Ji gelê mere bibê xeml û xweşî.

Em bijîn bi rûmet û serfirazî,
Hebê govend û dîlan û şahnazî.
3.12. 2017 Dilciwan

Social

Çîrok

EW XEWA ŞÎRÎN

Ez gelekî mêr û merd im,
Boçî ez bi kul û derd im?

Êvar ketim xewa şîrîn,
Ez gerîyam xaka zêrîn.

Helbest

EW XEWA ŞÎRÎN

Ez gelekî mêr û merd im,
Boçî ez bi kul û derd im?

Êvar ketim xewa şîrîn,
Ez gerîyam xaka zêrîn.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?