EVİN Û AXÎNA DILA

EVÎN Û AXÎNA DILA!

Evînek pir delal xweş û şîrîn,
Ji bîrnakim, ne çele ne havîn,
Ew gulyê hûnayî ku min didîn,
Dil û ceger bûne derd û birîn.

Ev evînek bi dem û bi sala,
Wek mijek tîr xwe berda newala,
Napirsin li hogir û heval a,
Ma ev çi rewşe û ev çi hala.?

Warê me bilinde tev zozan a,
Ji xem û derda li min gemyan a,
Min dît gulî hûnd û bisk berdan a,
Ew bejin çavê belek hêjana.

Ez û gewrê carek rastî hev bûbûn.
Min nerî di dest de baqek beybûn,
Gerden tev bi morî û mircan bûn,
Min dît ew kul û dert jev bela bûn.

Tucar ji bîrnakim wê roja xweş,
Ku em berbihev çûn, bi lez û meş,
Ramusan da min ji wan çavê reş,
Me hevdû ne berda, siet bû şeş.

Xwezka em şabibin hîn em ciwan,
Bela evînî nerê gorîstan,
Bela bibê seyran û gulîstan,
Ji mere bibê daç sîh û siwan.
DILCIWN 22.5. 2016

Social

Çîrok

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Helbest

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?