Gula Serhedê

Serê vê sibehê,
Bi dengê kenên te,
Yên kubar şiyar bûm.
Li ber serê min nameya,
Dorkulîlk û wêneyên te,
Bi xeml û xêlî ji min re stranên,
Agirî diyarî dikirin...
Awirên min yên stûxwar,
Ketibûn govenda evîndariyê
Û xeyalên min, te dijiyan,
Gula Serhedê...
Bêhna te li ser deşta sînga min,
Ji porên te yên reş kon vegirtibû.
Û min...
Di ronahiya çavên xwe de,
Bi bijangên xwe yên reşqemerî,
Keziyên te şeh dikirin,
Gula Serhedê...
Serê vê sibehê,
Sermestê xewna xwe me.
Destên xwe li sûretê te yê,
Li ber sura bayê zozanên Agirî,
Rengê sor wergirtine
Û guliyên hûnayî digerînim.
Dikevim nava xem û xeyalan,
Wekî masiyên Gola Wanê,
Ku li benda Azadiyê,
Ji tor û sopa nêcîrvanan direvin,
Xwe berdidim kurahiya dilê te.
Xeyalên min ên stûxwar
Û kenên xwe yên kubar,
Ji ewran veşêre
Û di paşila xwe de bi xew ke,
Gula Serhedê...
Serê vê sibehê,
Nameyên dorkulîlk mêvanên min in.
Kaniya dilê min vê sibehê evîn diherike.
Çavên xwe li xala sûretê te digerînim.
Sînga sedefî û kenên xwe yên romantîk,
Li gel dengê stranên Şakiro ji çiyayên Agirî,
Bi bayê rojhelat re, ji min re diyarî bike,
Gula serhedê...
Bila kefenê bêdengiyê biçirîne
Bila xerîbiya xopan bişewitîne
Bila lêvên zuha bikenîne
Û bila kirasê zavatiyê ji min re bifesilîne,
Gula serhedê...
Serê vê sibehê,
Xewna xwe bi pêçeka sebîtiya xwe dipêçim.
Nameyên dorkulîlk,
Çavên min ên westiyayî,
Ji xewna vî welatê xerîb
Û şevên min ên reşgirêdayî dibişkivînin...
Li ser maseya min navê Serhedê
Û bêhna Agirî pêl bi pêl belav dikin.
Xwe berdidin kurahiya dilê min
Û beybûnên evînê av didin...
Gula serhedê!!!
10.08.2010
Aachen

Social

Çîrok

EM XWEDÎ AL IN !

Ev dused sal mijek tarî dibarî,
Wisa dijwar û tûj tevî bijahrî,
Lime bû nexweşî derd û hejarî,
Em tevan helandin ev bû zordarî !

Helbest

EM XWEDÎ AL IN !

Ev dused sal mijek tarî dibarî,
Wisa dijwar û tûj tevî bijahrî,
Lime bû nexweşî derd û hejarî,
Em tevan helandin ev bû zordarî !

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?