Çîrok

Di dewra xelîfeyên Ebbasîyan, Harun Reşîd de Behlulê Zana hebu. Behlul ewlîyayê wê dewrê bu. Carna wek din û boman hereket dikir ji ber vê yekê herkesî ew din dihesiband. Lê Behlul ev bi zaneyî dikir. Behlul dewamî li cem Harunê Reşîd dima û her carê bi manekî ew hişyar dikir û şîret lê dikir. Rojekî Behlul di nava toz û tewaxê de cil û kincê wî peritî gava yekê didît digot qey ji rewîtîyê hatiye derket hizura Harun Reşîd. Harun Reşîd jê pirsî got:
-Ev çi rewşe Behlul, tu ji ku têy?
Behlul:
-Ji cehennemê têm ey hukumdar.
Harun Reşîd:
Çi karê te hebu li cehenemê, li cehennemê çi digerîyay?
Behlul:
-Hinek agir lazim bubu, loma ez ji bo agir çum.
Harun reşîd:
-Te anî yan neanî?
Behlul:
Naxêr padîşahêm min neanî. Ez çum cem zebenîyan min ji wan agir xwest lê wan ji min re got: “Di cehennemê de agir tuneye. Her kes agirê xwe ji dinyayê bi xwe re tîne.”

FİKRÎ AMED

English

Çîrok

EFRÎN’E

Efrîn kelha egîd û mêra ye,
Qadek ji qada şer û cenga ye,
Ev warê ku ji bav û kal ma ye,
Sulhadîn Eyubî mohr li daye.

Helbest

EFRÎN’E

Efrîn kelha egîd û mêra ye,
Qadek ji qada şer û cenga ye,
Ev warê ku ji bav û kal ma ye,
Sulhadîn Eyubî mohr li daye.

Jiyan û Bîranîn

Kurd çi dixwazin?