Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Çerxa Felekê

Bêkes Têlo kullanıcısının resmi

Felek li min geriya û min xwe li Moskovayê dît,bajarê dar hawirdor ji her alî ve û bûna min(mayina min) bê riza min bû . Li welatê xwe ez wek biyanîyek hatim qeydkirin di kaxezên dewletê de û wisa ji her mafî mame bê par, ji mafên hemwelatiyê û herweha bê guman ji mafê perwerdekirinê jî. Dilê min dilerizî bo vî bajarî ji spehîbûn û xweşikbûna jinên Moskovayê û dilxweşiya rûniştvanên wê. Min rojên zanîngehê li vir derbaskirin. Û vaye ez li Kanada me,bajarê Vangûvir, ku bi rengê Moskovayê ve diçû. Ez hatime ji dûr,westiyayî û bê hêz, min xwe li ser textê xwe rada û di beştê oda xwe mam zîq dinerim. Hate bîra min ew rojên gihştina min Moskovayê wek van rojên ku gihîştim vî bajarî.
Min çavên xwe girtin û tayên ruhniya rokê xwe davêtin ser ruwê min ji pencera min ya fireh,odê tev ronîdikir. Hatin bîra min ew rojên xweşiyê û gerê li Moskovayê, serpêhatiyên tal û bi ken ,di dilê min de axînek bi kul di dilê min de mabû, bûyerek û wilo ez bi wenyan difikirîm ,xewê avetê ser min..xewek kûr.
Di sala yekem de pêwîste xwendevan fêrî zimanê Rûsî bibin û vaye ez li virim dor 3 mehan ji fêrbûna zimanê Rûsî. Ez û hevalekî xwe em li sikakên Moskovayê digerin ,rast û çep dinêrin ,bihitî mane ji wan avahiyên pirtaq û ji peykerên ciwan li her qorzîkê ji Moskova. Nêzîka her roj ev gera me bû piştî hatina me ji zankoyê, paş nîvro em ji xwera derdiketin li bajêr digeryan. Rojekê li meydana sor qelebalix pir bû û germbûnekê Moskova hembêz kirbû, rûniştvanê wê digotin tu car wisa germî ne hatiye yan nebûye. Em Ji xwere li mirovan dinerin û avahiya ku Lenîn têda hatiye veşartin.
Jinek sipehî nezîkî me bû û got:”lêborînê dixwazim, tu karî vî kurî ji destê min bigrî ji bo ku rojnamê bikirim?”... kêfa min ji her tiştî re li vir dihat, ji wê dorê pêve(ji xeynî sirayê). Divabû tu bi demjmêran li dorê bimînî daku tu tiştekî bikrî û vê kêlîkê xelk pirin ser dorê. Min di nava xwe de got:”emê hinekî bisekinin(rawestin)’’ min qenc lê nerî,bi nermahî min gotê: bê guman Lêv li ken ,min zarok wergirt ji paşila wê û min û hevalê xwe me dest bi mooooo û bisto ji lawek re kir. Geh hevalê min lorî dike geh ez,û ji nişkave hevalê min dît ku jin direviya û wê berê xwe guhert, ewê bi aliyê Kiyoskê ne çu. Bi detsê min girt û gote min:”lê biner….ev qûnekaha direvê, bi aliyê wê dorê naçe’’. Me wek rakêtan(foze) li dûv wê bazda û lawik dest bi girî kir. Jin direviya bi bazdanek xurt û em jî li pey ... ta ku hevalê min bi destê wê girt,jinkê destê xwe zû kişand û selek li rûwê hevalê min da û qirînkir:’’hun ji xwe fedî nakin, hun tên welatê me û em alikariya we dikin zanîngehê biqedînin lê hun bi qûnek jinenin me dilîzin û zaroka çêdikin dûvra wan davejin……”. Guhên min sor bûn û devê min vekirî ma wek balûlek tiştekî ji hev dernaxe. Hevalê min jî hîn destê wî ser rûwê wî ye û em bi zorê ji zimanê Rûsî tê digihî jin…min biryar da bi axivim ,zarok sor bibû ji girî,bi hedîka min got:’’ lêborîn xanim, hêvî dikim tu li min guhdarkî. Em bo xwendinê hatin welatê we,û em ne ji wan….. peyvên min birî û hawarek hestîrî bi dengekî bilind kir, hişt ew mirovan tev li me bicivin, hinan ji wan me bê erzkirin û hinan jî tif dikirin ser ruwên me, zarokên qahbe alikarya we dikin em ,lê hûn bi qizên me dema xwe derbas dikin…! Ji nişkave polîs diyar bû, silav kir û agahî ji me xwest,ka çi bûye…ji me xwest nasnamên me yên xwendakaran ku ji aliyê zankoyê dabûn me. Lawik hîn qij-qija wî ye û wê dînê di heşê xwe de dernedixist jî, ji xwe çav bi alî wî nedibir. Îca şûmek li wir çebibû ku kes ji yê din fam ne dikir. Min dengê polîs kir bi hêrs got:”heydê polisgehê”. Me avêtin çîbekê lê xanimê di naylona polisan de rûunişt û bi xurtî ji nava wê qelebalixê dane ser rê. Em derbasî avahîkê bûn, tarî û kevin, pêlûkên wê (silemên we) fireh hatibûn avkirin ji dema Stalîn ,di karidoran de tu bi tirseke dîrokî dihesiya. Em ketin hundrê oda şopger, ji me xwest em danîşin…ji qehra wextî bimrim û min nema karîbû xwe û hêrsa xwe bigrim ji vê topraxê,lê hino hino min texmîn kir ka armanca jinke çiye…gava nêzîkî min bû û di guhê min de got: ji xwere yekê din bilîze….Ev kûrê te ye…ji hinka din re bêje…herne cehnemê! Hişê min tevlîhev bû…xwedêyo min çi kiribû te ev topraxe bi ser min de avêt… Denge polîs min şiyar kir ji ramanên min….. Navê te ,navnîşana te û keremke bêje çi bû…em guhdarbûn li xanima hêja. Nav û navnîşana xwe min got û di cîde ketim mijarê bi dengekî lerizî.. Em hatin welatê we bes bo xwendinê û ev xanim pêrgî me bû, alîkariya me xwest ku em kûrê wê ji dest bigrin ta ji kiyoskê rojnamê bînê…gotinên min birrî û qîr kir: Ez wan nasnakim, û rûnişt.
Min mijar berdewamkir.. min lawik ji dest girt û gava me li lawik dinerî û ew lololdikir(dilorand) me dît jinik bi aliyê kiosk ve naçe ,ew jî bala wê ser me bû direviya ku xwe veşêre di nav mirovan de,me da pey ta ku me ew girt…lê bi qîrîna wê tev li me çivyan û digot ku me bela xwe daye û ku kur ne yê wê ye.. Ev dînîtiye…ev cara sisiyane ..ne kurê mine bi qîjinî di rûwe minde hawar kir. Polîs jê xwest ku hebekê bihn fireh be û ji me xwest analîza xwînê çêkin.. piştî kêlîkê analîza xwînê hat û diyar bû kû grûpa min ya xwînê û ya lawik yeke ku wî ji destke didim deste dinî ji matmayinê …polîs zîq li min nerî û gote min: Em li virane ne ji bo lîstikan û keremke analîz.. Xwîna min keliya , ez hesyam ku wê qad biçire û min daqulke(daqurte) wê kêlîkê ruwê xanimê geş bû, çixarak ji çentê desta derxist û vêxist, helmek kişand û dû bi aliyê ruwê min berda û axivî: Min negot kû bi yeka din van leystokê xwe bilîze.
Min kir û nekir(min hewl da) ku polis guhdarî min bike bê çare bû(bê sûd) min dikir hawar ..ev kur ne yê mine. Polîs got..em zanin tu li ku dimîne, tu yê lawik bibî û her heftî wê komek ji komalên gel bê lawik bibîne û tu berpirsiyare ..min nema xwe girt..ev ne kurê mine..lê kes li min guhdar nedibû. Polîsan ji me xwest em herin…xanim bi lez derket û ez li şopa wê zîq dinerim,bi gavin ji xwe razî dimeşiya (bi rê ve diçû) pêlava wê(qondara wê) taqe raq dikir ser bilata avahiyê te digot bi çakûçan li serê min dixî. Ez û hevalê xwe zû li pey wê çûn û lawik ser destên mine . Ez şemitîm ser wan pêlûkan(derenca) ez û lawik bi ser û binî ketin.. zû rabûm ku xwêdanek pir ji aniya min dilop dikir ..min dît kû ez di xew da bûm .
Bêkes Têllo.
Bekes_tello@hotmail.com
1992