Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Hz Silêman û Mûrî /Gêrik
Hz Silêman û Mûrî /Gêrik
Rojekî Hz. Silêman ji mûrîyekî dipirse dibêje, xwarna te ya salekê çiqas e? Mûrî dibêje; hebek genim e.
Hz. Silêman ji bo ku rastîya cewaba mûrîyê qontrol bike, mûrîyê dixe şûşeyekî û hebek genim jî li balê datîne. Ji bo ku karibe hêwayê bigre devê şûşê bi tûlekî digre.
Piştî ku salek wî derbas bu hat derê şûşê vekir û li mûrîyê mêze kir. Dit ku mûrîyê nivê heba genim xwari ye nîvê heba genim jî hiştî ye.
Hz. Silêman ji mûrîyê dipirse:
- Çima te heba genimê tev nexwari ye?
Mûrî:
-Berê rizqê min Xwedê Teala dida min. Min jî pişta xwe bi Wî girêdida û heba genimê tev dixwar. Lewra Wî tu carî ez îhmal nedikirim.
Lê gava te ev kara girt ser xwe min got ev mirovekî aciz e, loma min newêrîbu pişta xwe bi te girêbida. Dibe ku tu min ji bîr bikî, yajî min îhmal bikî, loma min nîvê wê hişt.
Raziq Xweda ye û dinya ji Siltan Silêman re jî nema ye.
FİKRÎ AMEDÎ
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
Şirovêyan
---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Fikri Amedî
-------------------------------------------------------------------
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.













