Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dibistan

Cankurd kullanıcısının resmi

Cankurd
1978
Bi kuxika diya xwe ra, Shahîn çavên xwe yên resh ji hev vekirin, seriyê xwe li hundir maxa resh gerand, dît ku dayîka wî ya nexwesh, li ber agirê pixarê rûnishtiye û dikuxe. Wî nedixwest ji nav ciyê xwe yê germik rabe, lê dizanî ku berbange û divê ew here dibistanê...Ji cî rabû, bi gavin sist ber bi diya xwe ve çû, bayekî sar di bin deriyê darî re dihate hundir maxê û çîpên wî yên zirav diqerimandin. Dema ku ew giha ba diya xwe, pîyên xwe li dor qirka wê gerandin, seriyê wê maç kir û got:
Çima te îro hîn derî venekirî ?
Berf bariye, Shahînê min !
Berf ?!
Û bi lez beziya, darê melbendê ji pash derî têveda qulika dîwarê, çerpek li kilîtê hesinî xist, derî vekir û li derve niriya...çavên wî yên ku dûr didîtin, di seriyê wî de lîstin...çiya, desht, newal, dar, zinar û serbanên malan tev ketibûn bin berfê, ber sinca kevirî ya dora malê ve çû, destê xwe xiste bin berfa taze û nerm û carekê rêsh kir, hinek jê avêt devê xwe, pisht re bi herdu pençên xwe hinek berf anî mal û gote diya xwe:
Ka ji min re têxîne nav dimis..
Diya wî rabû ser xwe û got:
Kuro tu dîn bûyî ? hîn ro derneketiye, tuyê berfê bixuyî?
Gotina diya xwe nekir du gotin, vegerî derve, berf avête erdê, û vegeriya hundir.
Li diya xwe ya nexwesh û jar niriya û got:
Dayê ! Min dil tuneye, ku îro herim dibistanê.

Shahîno ! Dizanim îro gelek sare, lê te ji bîr kir, ku me soz da bû bavê te yê rehmetî, ku tu ji xwendina xwe venebî ?
Raste. Lê gelek dûre, mamhostayê me dibêje, ku di Navbera gundê me û dibistanê de pênc kîlomitir hene.
Kuro ! Tu duwazde salîyî...Du sal din tuyê ji xwe ra li desgirtiyekê bipirsî.
Dayê ! di vê berfê de, bo min ne asane..
Bavo ! Ne tenê sê newal di navbera me û dibistanê de hene ?!
Geliyê Tîra kûr û devberjêre, tirs dikeve dilê min, dibêjin li wir berê dêw hebûn.
Diya wî destê xwe avête porê wî yê resh û dirêj û got:
Berê dêw hebûn, lê niha mirovan tev kushtine, ji roja ku tiving derketine, dêw nemane. li jor bimîne, heya lawikên gundê shorbe jî digihin ba te, hûnê bi hev ra di geliyê re derbaz bin.
Diya wî ji wî çiqina xwarinê amade kir û da dest wî:
Dayê ! min bihîst, wê sala bê dibistanekê li gundê me jî vekin.
“Kero memir, biharê tê .!”
Diya wî çiqin li pishta wî shidand û pirs kir:
Hûn çend lawik mezinin ?
Ewên deh salî û mezintir panzdehin. Hemî dikanin zora min bibin û carina li min dixînin û ji ber ku ez bi tenê ji vî gundî me, ewan hertim ji xwe ra henekan bi min dikin. Dayê ! Ez naxwazim herim wê dibistanê.
Dayîkê kumekî rêsî da seriyê wî, dolaqeka bi nexsh li dora stûyê wî gerand, çakêtekî kevin û giran li wî kir, û gotê :
Here goreyên xwe yên rêsî û solên xwe yên lestîkî di pê ke, sala bê tuyê herî " Efrînê".
Bashê . Lê çima tu îro dilsarî ?
Dayîkê alîkariya wî bi pêkirina gore û solan kir û got:
Ez nexweshim. Ji roja mirina bavê te de, rewsha min nebashe. Doxtir gotibû, ku eve wêrane..

Shahîn bi dilekî shikestî li çavên diya xwe niriya, bêtir nikanî bû bima, destê wê maç kir û bi dengekî zirav pirs kir:
Te çi bo min kirî çiqinê ?
Nan û h’elawê.
Shahîn tûrê nivîsht û divîtan avête ser gurmikê piyê xwe yê rastê û ber bi derî ve çû, li diya xwe niriya, dayik kuxiya, pishta wê duta bû, dêmê wê mîna kutikekî mêwê yê hishk û ziwa ma bû. Shahîn ji mal derket, bayekî sar li rûyê wî da, dolaqa xwe li seriyê xwe gerand, lepikên xwe yên rêsî kishandin ser destên xwe yên piçûk, bishkovên sako yê xwe bi hev xistin û çû.
Li Çiyayê Kurdan zivistan sare, gava berf dikeve xarê, rêyên ku di nava gundan de tên girtin, lê dîsa jî zarowên kurd ji dibistanên xwe namînin û ji ber ku dibistana Shahîn weke yê gelekan, li gundekî dî bû, ew bi berbangê ra ji mal der diçû, heya ku ji xwendina sirûdên sibê nemîne, ji ber ku wan zarowan zordariyeka mezin didîtin, gava li shûn bimana û dema gotina wan sirûdan tune bana. Lê dîsa jî pir caran Shahîn dereng dihat dibistanê, ya bi ûshta baraneke zor pir, ya ji dest bahoza berfê û yan jî ew nexwesh diket. Mamosteyan ew dixistin (feleqê) û wan bê wijdan bi darê xêzeranê li bin lingên wî didan û pishtî lêdana çend shivikan nema ew bi êshekê dihesiya, lingên xwe çift dikirin û ji xwe ra hizrên xwe dikirin. Lê di dilê xwe da wî ji çûyîna dibistanê hez dikir, ji ber ku roj bi roj fêrî zanînên din dibû, loma wî lez dikir, ku xwe zûtir bigihîne dibistana dûr. Lê mala berfê hilweshe û tishtek jê nemîne ! çi rê dûr û dirêj dibû. Shahîn ji berfê hez dikir, lê di berfê de tirsa wî bêtir dibû, ji guran, ji keftaran û ji tenahiya bi rê da..
Gundê (Meydankê) ji dûr va xweya dibû, lê ji berfê, te digot ew li dawiya cîhanê ye, dûmanê pixaran bala diçû, di nav ra ala hukmetê li ser dibistanê diyar dibû. Tirumbêlek di ber gund ra bi aliyê bashûr va diçû.. Ji pash Shahîn va dengê tirêneka dûr dihat.
Shahîn digote xwe:

Ezê rojekê herim Helebê, ezê li wir zulêbiyan bixum..Ezê biçim sînemê û li sînemê mirovên qehreman shêr û pilinagn dikujin, gur û keftaran jî....
Bi wa rengî tirsa ber çavên xwe dimalisht û xwe no dikir.
Lê pirpira firindekî, di nava daran re, dilê wî veciniqand, pêshda niriya û gavên xwe fireh kirin. Gelo ! Zivistan çiqas xweshe ! Kêrguh li ser berfê dibezîn, çivîkan xwe li ser daran dilojand, seyên gund devser hev û din dikirin, lê kesek ji wan nediçû dibistanê...
Shahîn bi rê da raste kesekî nehat, te digot, îro kes ji xew ranabe. Tirsa Shahîn ji geliyan, ji goristana ku bi rê da, ji bêdengiya çolê bêtirî rojên din bû, rengê her tishtekî sipî bû, mîna kefenê miriyan û darên ku berê mîna dêwan xweya dikrin niha mîna pîrên pishtxwar û bi cil û kumên sipî yên mezin xwe bi ser rêya wî de xwar kirine. Di rûyê sirteka ku li aliyê çepê, ji gundê shorbe hinde lawikên din ber bi Meydankê ve diçûn, dikeniyan, dilîztin, bi topaçên berfanî li hev didan, dibeziyan, deng li hev dikirin, dilê Shahîn bi wan dima û ji ber ku ew bi tenê xwe bû, dixwast her gotineka wan bibihîse, ka ewan li wa sirtê çi dibêjin. Hinekî xwe lezand û gav kir, ku li devê geliyê Tîra xwe bigihîne wan û her ku ew ber geliyê ve diçû dilê wî bêtir dikir kutkut, weke xewnekê di ber çavên wî re tishtin ne rastîn derbaz bûn, darin ku milên xwe dilivandin, û mirovekî dîwane, di gelî de berf dikir topaç û ber wî ve dihat.
Gava lawikên gundê shorbe gihane ba wî, nizanî bû çawa ji ber wan bireve, hemiyan bi topaçên berfê li gepira wî didan, reviya û nedît çawa di geliyê ra xwe gihand aliyê dî. Lê di hundir dilê xwe da bi wan û lîska wan sha bûbû, ji ber ku tirsa, ku di dilê wî da nema û heyanî ewan gihan gundê Meydankê, ew dilshad ma.

Li pêsh dibistanê lawikên kurdan civiya bûn, li rêz rawestiya bûn, mamosteyan destên wan vedikirin, serbin dikirin, lê temasha dikirin, ka gemarî ne an pakin. Gava Shahîn û ên din gihane wir, bi lez ketin nava rêzan, lepikên xwe danîn, lê dema “Teftîtîshê” rabû bû, xwendevan diçûne hindir dibistanê.
Shahîn gote yekî:
Xwedê dizane em dereng hatine..
Gelek dereng.. Îro mamosteyekî nû hatiye, me lawjanên nû xwendin, lê wan pirs nekir kî nehatiye.
Çima ?
Ji ber ku mamosteyê nû pir shor kir.
Mamosteyekî, bi shivika xwe li pashiya lawikan dida û digot:
“Yalla..yalla..” ( Bi Erebî digot.) Yanê: lezkin..lezkin.
Shahîn di ciyê xwe de li hindirê sar rûnisht. Mamosteyê nû li derve digote “Bavê Misto” yê ku dergevanê dibistanê bû:
Te çima heya niha sobe vênexistî ? gelek sare..
Mazot nîne.. We neda min, ku ez têxînim sobeyan.
Mamoste yê nû derbaz hindir bû, zaro ji wî ra rabûn, lê gisha dikir kuf kuf, destên xwe li hevu dihishtin, pufê dikirin, ku wan germ bikin. Bi çavên tijî tirs û pirs li wî diniriyan. Mamoste seriyê xwe hejand, ewan rûnishtin, bû bêdengî û bêlivîn.
Mamoste di pêsh wan ra çû û hat, yekî dirêj û zirav, çav hûrik û serî piçûk bû, li wanan yek bi yek niriya, pisht re got:
Navê min Mustefa ye..
Lawikek di ber xwe de keniya û gote yê rex xwe:
Misto..Misto ! Hêlik sisto..!
Li quncikekî dersxanê bû tîqtîqa lawikan.
Mamoste berken bû, lê nexeyidî û çû navê xwe bi tîpên erebî li ser dîwarê resh nivîsand û bi Erebî axiftê destpê kir:
Emê niha dest bi dersa Cugrafiya bikin.
Lawikekî girs rabû ser xwe, bi nermî pirs kir:
Tu ji kî derê yî, mamoste ?!
Ew hinekî berken bû û got:
Ma wilo giringe ?
Hemû mamoste bo me dibêjin, ewan ji kî derê hatine.

Perda tirs û feyê ji pêsh wan rabû, yekî dî rabû ser xwe û pirs kir:
Ma tu ji çolistana Ereban hatiyî ?
Careka dî bû tîqtîqa lawikan.
Na, ez ji dereka nêzîk hatime.
Shahîn pirs kir:
Ji Helebê ?
Na, ez ji Efrînê hatime .
Dersxane bû gola req û beqan, sha bûn, keniyan lê kesekî nikarî pirs kira, ka ew kurde an ne. Lawikekî dilê xwe mekin kir û got:
Navê dergevanê dibistanê jî Bavê Misto ye.
Raste ku lawikên dersxanê tênegihêshtin gotina hevalê xwe, lê mamoste têgihêshtê.
Mamoste xwest, ku ji ber pirsan xwe bide aliyekî, loma wî pirs kir:
Ma hûn tev ji va gundî ne ? Bila pêshengê we bersivê bide.
Lawikekî girs û dêm mezin, deng bilind, te digot serbazekî ser topane, li wan niriya ku ewan bêdeng bibin û got:
Tenê deh kes ji va gundî ne, ewên din ji gundên dorê hatine, ji Naza, ji Hesen Dêra, ji shorbe û Gemrûkê û hinek jî ta ji gundê Mistê hatine.
Hûn çendin ?
Em çil dersvanin.
Divê hûn li du dersxanan bên parkirin.
Serdibistanê me dibêje, ku cî tuneye.
Ma ne ew di odeyekê de diraze ?
Erê..
Bashe, ez dibêjimê, bila ew li gund odeyekê ji xwe re bibîne.
Lawikekî dî tiliya xwe rakir û got:
Em xwarinê jî didin mamostan..
Yekî dî gotina wî bê destûr birriya û got:
Ma tu nizanî pereyên mamostan nînin, ku nanê xwe bikirrin..
Mamoste dît, ku êdî nema dipirsin, ka ew çi kese, got:

Îro emê li ser welatekî dûr biaxivin: Pakistan. Navê wî welatî li ser dîwarê resh bi hewreçîvê nivîsand û got:
Pakistan ji du wêjeyan hatiye pevxistin: “Pak” û “Stan”, “Pak” bi zimanê gelê wir “paqij”e û “Stan” jî “weten”e, yanê welatê pak.
Lawikan li hev niriyan û guhên xwe dan ser gotinên mamoste, ku bi wan re tenê bi Erebî dipeyivî.
Yekî bi dizî gote yê rex xwe:
Mamoste Kurde.
Mamoste bi xeyd got:
Hishbin..Kî shorê bikê, ezê derxînim derve. Hûn dizanin derve sare.
Lê weke wê carê lawikan çi caran bi dilxweshî guh neda bûn gotinên mamostan.
Avek mezin li Pakistanê heye, bi navê “Pêncab” tê naskirin.
Yekî tiliya xwe hilda û pirs kir:
Pêncab çiye ?
Yanê pênc av.. Mamoste bi Erebî gote wan.
Dersvanan li hev temasha kirin, yekî sermezin û lêvtirumî bi dengekî bilind got:
Lo welleh ! Mamoste kurmance.
Tev bi hev re keniyan, mamoste jî êdî nikanî bû xwe bigirta, ew jî keniya, di nav wan ra çû û hat û ji wî lawikî bi kumancî pirs kir:
Ma tu ji gundê Naza yî? Tu wilo devê xwe pehn dikî?!
Erê.
De bashe, ez Kurdim, lê bo kesekî Ereb nebêjin, wê min ji vir bibin dereka dî.
Dema dersê derbaz bû û mamoste ji wan gotinan pêve tishtekî dî nikanî bigota, ji ber ku “Kurd” bû, dengê wan bilind bû, bi ken û henek, bi serbestî û azadî, bê fedî û tirs bi hev re û bi mamoste re axivîn. Shahîn jî wê rojê gelek kêfxwesh bû û nizanî bû çawa vegere mal, ku bo diya xwe mizgîna hatina mamosteyê “Kurd” bîne, Ji ber ku diya wî her dipirsî, Kuro ma mamosteyên kurd li dinyayê nînin?
Shahîn pisht nîvro li rêya vegera xwe, di geliyê Tîra re derbas bû, bêyî ku pêjna “xeyal” mirovê dîn di ber çavan re here. Bi lez û bez ber bi mal ve hat, berfê di bin solên wî de dikir xiftxift.
Berî ku ew xwe bigihîne gund, dît ku obeka mêran, darbesiyeka miriyan dane ser milên xwe û bi lez ber bi goristanê ve bêdeng diçin. Diya wî hate bîra wî û beziya, pir beziya, çenteyê wî û tûrikê nanî ji ser milê xwe avêtin. Ji wê ve pîrjinek ber bi wî ve hat, ew girt û hembêz kir, ramûsî çavên wî û got:
“Shahîno ! Tu bûyî mêr..”. û ji girînê wa pîrjinê nikanî bû gotina xwe bibira serî. Shahîn zanî, ku mizgîna hatina mamosteyekî kurd nema digihe dayîka wî... Di ber çavên wî re, di nav hêstiran re, darbestê dayîka wî nola periyeka bi cilên sipî û basikên sipî bi ezman de difirî û difirî...