Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Dîwar nîvcî ma

Eskerê Boyik kullanıcısının resmi

Dîwar nîvcî ma

Gundê me da Qeymez zilamekî destemel bû, her kar ji dêst dihat. Dîwarê mala datanî, tam ava dikirin, kevir dibirrîn, hedadî, necarî dikir, hesp û gayê kolxozê sol dikir, heta kilît û miftê xelqê jî çê dikir. Çi karê gundîya hebûya diçûne cem wî. Peyva na ji dêv dernediket. Gund da cwamêrekî xebathizî rem, bi nav-namûs, dûreşerr dihate nasîn. Bi çevderî tu pîrekeke gund nenihêrî bû. Degme dikete li nav gilî-gotinên gundîyan. Haj kirîn-firotan, rêvabirina mala xwe jî tune bû. Heta bav xweş bû bavê ew yekr dikir, paşê kurr mezin bûn, jinê û lawa dikirin. Ji gund jî dernediket. Ew bû, kar û barê wî. Terîbana sibê da ji xewê radibû, karê malê dikir, teştê dixwer, hacetê xwe hildida, diçû li ser karê xwe.Êvarê vegera garana gund ra vedigerya. Gundya teva ev xeysetê wî teva zanibûn.

Êvarekê, dema ji kar vegerya bû pîreka wî gotê :
-Evdê Xwedê, nîvro Cewara jina Cimoyê remetî hatibû mala me. Zef lava kir. Dîwarê tewla wê hilşyaye. Belengazê qet xêr ji jîyana xwe nedît. Sibê here dîwarê tewla wê dayne.
Cewar jinebî bû. Ew du-sê sal bûn mêrê wê çûbû rema Xwedê. Ew bû keçek. Muxdarê mehekê bû, dewata keça wê jî kiribûn, biribûn bajarekî dûr. Mabû tenê.

Roja din, berbangê, Qeymez hacetê xwe hilda çû li ber derê Cewarê sekinî :
-Xûşka Cewar, xûşka Cewar !
-Ha, tuyî, apê Qeymez, keremke, were alyê malê te’ştê bixwe, paşê dîwêr dayne.
-Ez zef razî me, xûşka min. Min hêja mal teştê xwer. Ezê hîmê dîwêr rastkim.Tu karê xwe bike. Dema vala bûyî, karî kevirê hûr bidî ber destê min, belkî ez zû dîwêr datînim, xilaz dikim…

Rojeke havînêye xweş bû. Cewar mîna keçeke çapik nav kevir-kuçikê tewla hilşyayî da diçû-dihat, mel dibû kevir ji nav xwelyê derdixist, dida ber destê Qeymez. Qeymez bin çeva da ha wê dinhêrî, ha dîwar datanî. Hewasa wî bejin-bal, çûyîn-hatina Cewarê ra dihat. Çevê wî lê nedihate birîn,îlahî gava pîrek mêl dibû û jora hêtê wêye mîna mermer sipî dihatin xanê. « Cewar bedewe »-difikirî...

Nîvro Cewarê jêra xwerineke xweş çê kiribû, vodka danî bû. Qeymezê, ku degme îçke veduxwer, ji gotina Cewarê derneket, bi hewas li ber sifrê rûnişt, xwer-vexwer. Pir dixwest xebereke bi dil Cewarê ra bigota.
-Cewar,- Qeymes kasa vodkayê bilind kir,-ez dixwezim Xwedê bextekî baş bide te, ez serê bavê xwe kim, tuye hêjayî...
Cewarê şerm kir. Serê xwe berjêr kir, hêdî got:
-Xwedê îmanê bide te, apê Qeymaz...
Wî gelek tişt dixwest pîreka jinebî ra bigota, lê xwe digirt... Ziman dixwest biaxivya, dil berbi Cewarê dikişand. Bi zorê zilam xwestina xwe zevt dikir.
Karibû hestê xwe zevt ke. Serê wî da du fikir rabûbûne dijî hev: „Tu mêr, cwamêr, xweyê jin-zara, kozî-kulfet. Nebyê te hene. Porrê xweyî sipî şerm bike! Pîreka gund, Sibê gundî bizanbin, wê te û namûsa te ra çi bêjin?..“

Dil guhdaryê nedikir. Çevê wî jî qîtkê Cewarêye sipîye tije, dev û lêvê bedw nediqetyan... Dixwest...Çi dixest… Ji şermê gurzî canê wî ra diçûn...
Karê dîwêr pak pêşda nediçû, dîwar xar dihat, kevir ji dêst diketin.
Berêvarê, hela ro ne çûbû ava, Cewarê ra got:“Seva te bimîne xweş“ û berê xwe da mala xwe. Lingekî pêşda diçû, du linga paşda. Ewî emrê xwe da evîntî, dilketin, tiştê usa neditibû, nizanbû. Hê panzde salî tune bû bavê jêra keçek anî. Ne ewî keçik dîtibû,ne keçikê ew. Bavê- dê, cînara pesnê bûkê didan: „Yê mîna bûka me tune ne. Xwe ne qîze, kutane. Kare karê gundekî bike, sed pezî bînekê ra bidoşe...“
-Teyê bigota, haşa, ji xwe ra kerekê dikirin,-ji pey salên dirêj ra Qeymez nû xwe hisya, Kire axîn,-min ji emir tişt fem nekir...
Rastî jî nizanbû çawa sal hatin-çûn. Bû xweyî zar. Kur-keç zewicandin. Nebî jê ra bûn. Heroj, serê wî li berda, qaranya malê stû da,xebat ha xebat...Tiştê wa qet fikira wî ra jî derbaz nedbû.
Agir dilê wî girtibû, nizan bû çawa bikira.
Roja din, dîsa Cewara bedew, sivik, çeleng, dêmken li pêşber sekinî.
„Xwedê, ev çi ecêve te anî serê min? Dilê min çima davêje?”
Çevê wî ji Cewarê nediqetyan. Kar pêşda nediçû. Nikaribû kevir li ser dîwêr biedilanda. Çakûç destê xwe xist, xûn ji tilyê hat. Cewarê zû zoxale patsqê çîl-qerqaş anî û bi destê xweye nerme sipî destê Qeymez girt û tilya wî girê da. Dema destê pîrekê destê wî girtin, germayîkê da canê wî, hulma nêzîkbûnê avîte ser dêmê wî, wî jî tê dernexist qewateke çawa ew ji cî rakir, bê hemdî xwe ew pîreka gewdeye giran hilda, da ber hemêza xwe, bir alyê malê, avîte li ser nivîna…Pîreka bî jî teyê bigota xwe unda kiribû, tesmîlî wê xwestina kûvîye, hisret bûbû.

Cewar zû ji wê kelê hişyar bû, revî jî hemêza Qeymez derket, cilê xweye şiqitandî rast kir, ber pêsîrê xwe da hev.
Qeymez jî li ser xwe da hat: “Min çi kir?“ Wî tirê dinyayê tev ev kira wî dît. Şerm kir. Edî nexebitî. Her tiş betal kir, berê xwe da mala xwe...Bixwesta jî nikaribû kar berdewankira...

Neferê malê ra got giva nexweşe, ji bo wê jî dîwar nîvcî da hîştîye, hatye. Rastî jî, reng lê çûbû, sipîçolkî bûbû...
-Bextê Cewara feqîr e, li nav sala da hema îro gerekê Qeymez nexweş biketa, îro wê dîwarê belengazê xilazkira,-jinê got û li ser text kulav mêr ra rast kir, Wî jî hema cîlên kar va xwe li ser text dirêj kir û bi lihêfê dêmê xwe pêça, ku kes dêmê wî nevîne. Şerm dikir çevê nefera binhêre.
Çiqas dixwest razê, derheqa Cewarê da nefikire, nedibû. Alavê dilê wî girti bû. Tavatî nediketê. Agirekî veşartî nava wî da gur dibû. Dilê xwe nikaribî. Mîna zaroka „bêxeyset“ hêwarza dil bû: „Cewar ha Cewar...“
Şev dereng bû. Nefer razayî bûn. Fesal rabû, cilê xwe li xwe kir, berê xwe da mala Cewarê. Dêrî xest.
-Kê ye?-ji hundur dengê Cewarê hat.
-Ezim, Cewar Qeymeze! Dêrî veke karê min li te heye.
Cewarê mena hatina Qeymez tê derxist:
- Qeymez, ez pîrek, tenê. Şerme, yek vê şevê te li vir bivîne, wê çi bêje… Here... Ez hîvî ji te dikim here!
-Cewar, dêrî veke Cewar! Tu minra çi diêjî, Cewar?
-Here, here Qeymez…Jin-zarê te hene…Şerme…
-Na, na Cewar ez nikarim, bêyî te ez nikarim…
-Wextê me û wan tişta derbaz bûye, Qeymez! Herge qedrê min zanî here...
-Dêrî veke Cewar! Dêrî veke hema dêmê te bivînim...
Cewarê derî venekir.
Qeymez vegerya, li ser kevirê ber derê xwe rûnişt. Hîveron bû, dûrva derê mala Cewarê dihate xanê. Berê ew yek texmîn nekiribû. Xewa wî nedahat. Wî jî nizanbû çi bike. Serê wî da her tişt li hev ketibû... Çevê wî ji derê Cewarê nediqetya...
Steyrka sibê jî derket, rabû, kete merekê, cîyê kayê û gîhê. Merek tije gîha bû. Hema ser gîhê pal da û xewra çû.
Roj bejnekê bilind bûbû dema hişyar bû. Rabû hacetên xwe hilda û ber bi mala Cewarê meşya. Derê Cewarê dadayî bû. Cînara gotin, ku Cewar berbang da çûye bajêr, mala birayê xwe.
Qeymez por-poşman paşda vegerya. Destê wî tu tişt nedigirt, nikaribû tu karî bike, wekî şerm û lomanên evda nîbya, wê rabya bida pey Cewarê, biçûya bajêr...

-Lolyo,-rojekê jinê gotê,-dibêjin Cewarê mêr kirye...
Xeberê jinê mîna tase ava sar ser Qeymezda barîn, bi teherekî xwe ser pîya girt û hêdî-hêdî rûnişt:
-Nîvcîda ma...
-Çi?-jinê lê pirsî…
-Dîwar û…
-Heqê xebata te? Tu jî ber çi ketî. Bira Cewarê helal be. Belengazê xwera çy sitirî, hesavke ew jî pêşkêşa me ye,-jina wî got û bêxem rabû çû karê xwe...

1975

Eskerê BOYÎK