Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Cotek solên sipî

Cankurd kullanıcısının resmi

Cankurd
6 / 2000
Zînê di siya dareke tûyê de, li hewşa malê rûniştibû, destê xwe yê çepê dabû bin rûyê xwe û li pelên darê dinêriya; çito ewana li ber bayî dihejin..Çavên xwe girtin û hêdîka derbaz bû nav baxê bîranê, gellek demên ji zû ve hatin bîra wê û ji wan deman jî roja markirina wê, dewat û govenda bi awê giran, ku gellek keç û bûkên nû markirî li rêzekî dirêj ketibûn dîlanê, hennekirina destên wê, stranên mîna Firîng lê lê û Bûkê negrî.. Dostên xweşiyar û rûgeş li herdu aliyên hespê, ku ew li ser piştê suwar kiribûn li ber dengên dihol û zurneyan hildiperikîn û hespê wê yî xemilandî ber bi mala zavê ve dajotin... Û cilê wê yî sipî, ku ta bi gûskên lingê wê dirêj..Hemî tişt baş û hêja û bi dilê wê bû, lê tenê tiştekî dilê wê guvaşt û hêşt ew ji xwe û ji hemî malbata xwe bixeyide. Xeyda wê ji ber wan solên bûkanî yên erzan bûn, ku roja dewatê li wê herimandin, ew roja, ku deh salan berê bû, lê dîsa jî Zînê pir xemgîn kir, dilê wê şikand...
Dengê mêrê Zînê şemo ew ji nav baxê bîranê derxist, çavên xwe vekirin, dît ku mêrê wê ji wê ve tê mal, di destên wî de hinek tûrên naylonî yên dagirtî hene..Wê ji cî baz da, ber bi wî ve çû, mêr gotê:
- “Rojbaş! Bûkê..!”
Ew di xwe de hîn bêhtir xeyidî û bersiv da:
- “Min sed car ji te re gotiye; bo min nebêje: bûkê!..”
Mêrê wê yê, ku bi çend salan ji wê mesttir bû, lê ne mîna wê sax bû, ew dora sî û pênc salî bû, hema mîna kesekî pîrtir dixuya..
Zînê wan tûr ji dest wî girtin û di pêş wî de ber bi deriyê malê ve lezkir, mêr jî çakêtê xwe ji xwe êxist û li pey wê çû hindirê malê.
Zîn û mêrê xwe bi hev re baş bûn, henek û yariyên xwe bi hevdu dikirin û tevî hejariya tal û tûj herdu bi hevjîna xwe xweşnûd bûn, Zarokên wan tune bûn, gellek caran şêxikan ji wan re nivişt nivîsî bûn, lê bê hode bûn, pir caran çûn ba toxtiran, lê wan jî nikanî bûn çareyekê li bêzarotiya wan bibînin. Bo çûyîna ser toxtirên hêjatir jî pir pere pêwîst bûn û rewşa wan a aborî hîç nebaş bû, lew re wan her û her xwe bi hinek tiştên din ên negiring re gêro dikirin.
Berî razanê, mêrê Zînê pişta xwe li ser doşeka, ku li hindirê maxê raxistî bû, dabû ser balifan, lingên xwe dirêj kiribûn û li Zînê temaşa dikir; çawa ew porê xwe yî zêrîn bi şeyekî darî şedike. Ew pirsî:
- “Çima îro paşnîvro tu xeyidî bû? Te bersiva silava min jî neda..!”
- “Ez ne ji te xeyidî bûm..Tiştek hatibû bîra min, pir ji zû ve ye..”
Mêrê wê xwast bêhtir bizane, ew çi bû, ku jina wî xeyidandi bû û lew re silaviyeke nehêja ji wî re diyar kiribû..got:
- “Eger tu ji kesekî ji malabata me xeyidîyî, bo min bibêj; ezê devê wî misdim, kî dibe be bila be..Mafê kesekî tune, ku dilê te biêşîne.”
- “Ez ji kesekî nexeyidîme, tenê dewata me hat bîra min, rengê solên min hîngê ne bi dilê min bû, di bin cilê bûkanî yê mîna berfê de, hîç nebaş dixuyan.”
Mêrê wê carekê keniya û got:
- “Keçê! Heft sal di ser dewata me re derbaz bûne, tu hîn li solên xwe yên wê hîngê digirî..?”
- “Dilê min li cotek solên sipî hebû, lê min fedî kir wan bixwazim.Tu dizanî xelk ji bûka zimandirêj û daxwazpir heznake.”
şemo xwe rast kir û got:
- “De here..! Te çi kul xist kezeba min?!..Bi Xwedê gava ez vê carê biçim Helebê, ezê ji te re cotek solên sipî bînim..Tuyê cilê xwe yî bûkanî di ber xwe kî û solên sipî jî di pê kî û ezê ji dîtina bejn û bala bûka xwe çavên xwe têr bikim..Roja dewatê tew min nediwêrî li te binêrim..Digotin: “şerm e..!” Ez tênagihim bo çi nêrîna li bûka xwe şerm e..!
Di wê navê de Zînê porê xwe kir du pêl, mîna ku di şeva dewatê de, gellek gulav û bîn reşand ser xwe, puf kir ser çireya zêtê, ku li ser refikek kevirî bû li jorî seriyê mêrê wê..
...............................
Roj û şev derbaz bûn, mêrê wê çû bazara Efrînê, li bazarê solfiroşgahek e mezin dît, di dilê xwe de got:
- “Bo çi em diçin Helebê? Ne her tişt li vir heye?!..” û gava bi firoşkarê solan re peyivî, dît ku ew Kurd e, hîn bêhtir xweşiyar bû û bi hev re mîna du dostên kevin ketin axiftinê, dawî firoşkar ji wî pirsî:
- Ez nizanim tu li çi digerî, bira! Lê bi texmîna min tu li solin baş digerî..
- “Erê bi Xwedê! Cotek solên sipî bo kebaniya min.”
- “Xwedê dizane, ku te bûka xwe taze aniye..” û bi lez û bez çend cotên cûrecûre û pir hêja danîn pêş wî li ser maseyekê, bi dawa xwe ya solkariyê ji tozê paqij kirin û di ber karê xwe re pir nangermî nîşan da, ku solan bifiroşe, got:
- “Bi rastî gava mera ji kebaniya xwe hez bike, mera dixwaze hemî tişt û pertalên wê baş bin û bi taybetî sol. Gava solên jinekê nebaş bin ew xar û mar diloqe û ev jî bo jineke ciwan nebaşe, xelk ji xwe re bi wê dikene û dibêje: Binêr! Ma ev jin e..?! Birê min?!..”
- “şemo.Navê min şemo ye..”
- “Birê şemo! Te negot numereya pêyên xanga min çi ne?!”
şemo paşiya seriyê xurand û got:
- “Bi rastî ez nizanim, lê solên wê jî mîna vanin..”
Bi lez û bez firoşkar kaxedek sipî û tenik têwerda wan solan û xistin qutîkeke kertonî û di ber karê xwe re got:
- “Xem nake! Gava mirov dilketî be, ew li çavan dinêre ne li pê û solan..Eger te dît piçekî tengin an firehin, bazara dîtir bîne, ezê ji te re biguhêrim..Lê çêtire, tu cotekî din jî bibî, eger evana ne bi dilê wê bin, evên din wê dilê her jinekê şa bikin...”
- “Na bese, min evana baş dîtin, ewên din bila bo demeke din bin..Ez çi bidim te Seyda!”
- “Ma bo te jî sol ne pêwîstin?! Ez dibînim yên te kirine pê kevin bûne..”
- “Na..na, li mal hinek din hene..”
- “Bo zarokan?!.. Li ba min gellek tiştên fodil û rengareng hene.”
- “Destên te sax bin..Zarokên me nînin..”
Firoşkar dît, ku li ser dêmê şemo perdeyeke xemgîniyê pêda bû, gava wî zarok anîn ser zimên, lew re di cî de gotina xwe birriya.
şemo jê pirs kir:
- “Ez çi bidim te, Seyda!”
- “Baş e bila vê carê wilo bê pere be..”
- “Çawa?! Ez vê minê nakim.”
şemo bêdeng kaxedeke Sed Lîreyên sûrî ji cûzdanê xwe derxist û dirêj wî kir, firoşkar nîvê wê bir û nîvê dî jî lê vegerand û gotê:
- “Her bawer bike bihayê van ne kêmtir e ji heftê, lê bila îcar wilo be..Xwedê zarokên hêja bide we..”
- “Mal ava!” şemo pareyên mayîn ji dest firoşkar birin û mîna du dostan ji hev cuda bûn..Ew li bazarê piçekî geriya, hinek keskayî û mêwe kirrîn û vegeriya gundê xwe, bi dilekî tijî hêvî, ku bûka wî dê bi wan solan dilşad be.
...............................
Zînê bi cilê xwe yî bûkanî li hember mêrê xwe li ser sendeliyeke piçûk rûnişt, solên sipî ji kertonê derxistin, kaxeda, ku têwerdayî ji ser wan avêt, carekê cotê solan di ber çavên xwe re gerand, dilşa bû, berken bû û got:
- “Te gellek pere bo van dane, ne wilo ye?!”
- “Bila dilê bûka min şa be, ezê canê bifiroşim..De rabe solên sipî jî di pê ke û carekê di ber çavên min re here û were..”