Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Bayê evînê

Cankurd kullanıcısının resmi

Cankurd
5 / 2000

Havîn bû, havîneke germ. Kesekî nedikarî li ber roya, ku wekî sêla eytûnê têhna xwe davêt, çavên xwe vekirana an jî kar bikira. Gundiyên, ku li nav rez û zeviyên xwe bûn, gish di siyên daran de rûnishtibûn, ava sar ji sarbek û qelazan vedixwarin..Dema tiriyê Belete derbaz bûbû û mêwên tiriyê shî, ku xweshtirîn û shîrîntirîn tiriyê wan rezên ber avê bû, êdî bi goshiyên giran hatibûn dagirtin..

Koçerê teze ji bajêr hatibû gund ji ber ku day û bavê wê mal bar kiribûn û pishtî gellek salan ji dûrbûnê vegeriya bûn gundê xwe..Koçerê hîn panzdeh salî bû lê belê agir berda bû nava xort û ewîlên gund. Bejna wê ya li hev hatî, çavên wê yên resh û behîvî, biriyên wê yên mîna kovanan, sîng û berê wê yê tijî, lêvên wê hinarî û benga resh û biçûk, ku li bin çavê wê yê çepê, mejiyê gellek ciwanan firandibûn û bi taybetî yê Meho, ku tenê bi shash salan ji wê mesttir bû û evînê dilê wî ji rîsh û damaran ve, mîna dareke li ber bahozeke çiyayî, hatibû hilkirin û gêrkirin. Ji roja, ku Koçerê vegeriyabû gund, tab û tewata wî nema bû.

Koçerê goshiyekî tiriyê shî, ku teneyên wî siq û girs ji mêwê jêkir, carekê di ber çavên xwe re gerand, hêdîka ber bi kaniyekê, ku ava wê ya sar ji zinarekê dipijiqî, ew goshî da ber avê û li pash xwe vegeriya, goshî da ber sîngê xwe yî bilind û gote Mehê, ku bêdeng li bejna wê temasha dikir: - “ Fermû! Ev bo te ye..”

Mehê destê xwe dirêj kir goshiyê tirî, lê mixabin! Tishtek bi ber tiliyên wî yên, ku dilerizîn, neket..Ew pêjna Koçerê bû, Koçer bi xwe li wir nebû..Mehê di rewsheke nebash de bû, di hizr û bîranînên xwe de bû..

Diya Mehê destmaleke zer a rezvanan shil kir û da ser eniya wî, xwîdana wî malisht..Mehê bi kirasekî sipî û tenik li pêsh wê li ser mînderekê raketibû, çi hêz û kanîna wî nema bû, balifê wî êdî ji xwîdanê shilbû bû..

Jineke ciwan û qelew, ku xwe bi ser seriyê wî de xwar kiribû û sîngê wê giha bû gurmikê piyê wî yê rastê got:

- “Na..Na.. Netirse!..Meh namire..Ew hîn xorte û dê sed salî din bijî..”

Diya Mehê bi dilekî xemgîn û çavên tijî hêsir got:

- “Kurê min! Ma te nizanî bû, ku ewê xwe bi xwe bikuje, dê biçe dûjehê?! Ma te nizanî bû ev h’eram e? Tuyê çawa min bihêlî? Te çawa dilê dayika xwe birîn kir?..Bi Xwedê ez bizanim kê jehir daye berxê min, ezê canê wî bi diranêd xwe biçirînim.. Bila ar bi mala xêrnexwazan keve..Kurê min î, ku sal bi sal di dibistanê de serbashê teva ye..Wey ez bi gorî! Bavo! Tema min neh mehan tu di zikê xwe de hilgirtibû û du salan bi shev û roj tu bi shîrê xwe mêjandibû..Çima te ev yeka anî seriyê min..?!”

Mehê hîç nedikarî bersiv bida an çavên xwe vekirana..Ew ketibû nav delavekî dijwar, lê ji ber wî ve jina, ku hevsera wan bû, gote diya wî:

- “Metê! Tishtek nebûye..Mehê dîsa bibe shêr, pir xwe neêshîne..Bayê evînê li seriyê wî xistiye..Kesê dilketî jî tew dîn û shêt dibin, nizanin çi dikin..”

- “Keça min! Tema ew kezeb e..”

- “Metê! Yê te kezeb e, ya wî jî dil e..De bese, rabe..Here dest û çavên xwe bishû, ez a hîn li virim..Ezê hajê kim.”

- “Ezê çawa Mehê xwe bihêlim?!..Gava min bihîst, ku wî ewqas dermanê kevin vexwariye û ketiye xwarê, tu dibêjî; qey nava min hat birrîn..Min kir hawar û qîrîn û dinya di ber seriyê min re mîna gerînkê geriya, kabên min sist bûn, ez di cî de lal bûm û bi ser komeke keviran de ketim xwarê..”

Mehê piçekî kire himhim, bizava xwe kir, ku çavên xwe veke, lê ew gellek westiya bû..

Dengên diya wî û yê jina hevserê wî dihatin guhên wî, lê ew ne li wir bû, ew li maxeke bilind bû, ku bayekî hênik ji binê newalê ve li pencereyên wê yên vekirî dida, heyveke çardeshevî shewqa xwe davêt ser gund û stêrkên ezmanê sayî bi pesna xemlên xwe ve gêro bûbûn..Mehê xwe di tenishta Koçerê re, li ser ciyê razanê dirêj kiribû..Koçerê cara yekê bû, ku dergahê baxçeyê sêv û gulan li ser kesekî vekiribû û bishkovên miltanê xwe yî sipî li ser hinarên sîngê xwe yekoyeko bi tiliyên xwe yên lerzok ji hev kiribûn..Di wê navê de Mehê teviya cîhanê ji bîr kiribû, tishtek ji wê shevbuhêrkê pê ve ne di bala wî de bû, ne dê û bav, ne xûshk û bira, ne ol û serohat, ne dost û heval...Ew shevek bû, ku li ba wî teviya jînê bû, mîna wê nebû û wê hîç di jîna wî de çi demên wilo xweshik neyên..Mehê sheveke xwe ji xweshiya jînê diziya bû..Lê heywax! Çiqas kinin wan demên xwesh..?!..û tevî, ku wê dema hemî jiyana wî tal kir, lê dîsa jî di bîrana wî de mîna wê çi xweshî nebû..

Dengê diya Mehê, ku dest bi lorandinê kiribû, ew ji wê bîranê rakishand, seriyê xwe çaprast du caran leqand..Diya wî di nav giriyê re got: - “Xwedayê min! Kurê min ji min re sax bike..Bila ez bi dewata wî sha bibim..Min jê re bike qurban..Bila ez bibim qeda serê wî..”

Ji derve dengên gellek mêr û jinan bi hev re hatin guhên wan..dengê keçeke ciwan hat: “Bavo! Ev yeka te anî serê me..Min çendîn car ji te re got, ku dilê birayê min û yê Koçerê li hevdu ne?! Day û bavên wê jî dixwazin, ku em wê ji birayê min re bixwazin..”

- “Kurê! Hishbe..Min dixwast, ku lawê min xwendina xwe bibe serî..Ma ewê jinekê bi çi xwedî bike?!..Tu rewsha me dibînî..Niha tu bêje min, ewî çi xwar û çi vexwar, ku wilo bû?..”

- “Min dît ew zer bûye û bi hêz vedirishe. Berî ku ez bipirsim, ka çi bûye, min dît ew li ser pishtê dirêj bû. Dawî min dît, ku qutîka dermanekî kevin li êshîkê ketiye û valaye..”

Dengê keçeke din jî hat: - “Bashe, xalo! Ne ker ket, ne hîz çirrî..! Niha tu jî bash têgihîshtî, ku Meh û Koçerê ji hevdu hezdikin.”

Di nav axiftina wan re carcaran himhima Mehê bi dizîka dihat, lê ew dîsa jî di bîranên xweshik de bû..Êsha hinavên wî yên, ku ji ber jehrê dihatin sohtin, gellek bû, lê dêmenê Koçerê, ku her li ber çavên wî bû, ew ji ruhê wî û ji tena wî verê kiribû cîhaneke din..

Dem berî vexwarina jehrê bi salekê bû..Ew roja, ku tê de Mehê Koçerê naskiribû, dihat bîra wî..Roja naskirina Koçerê hat ber çavên wî..

Mehê û keça merivekî xwe, ku çar salan ji wî mezintir bû, di mala wê de rûnishtibûn, bi hev re li ser pasherojê dipeyivîn..Koçerê bi hindir ket..fîstanekî sor û dirêj kiribû ber xwe, mîna gulekê bi wir ket..Dilê Mehê lêda û tikiniyek bi hinavên wî ket. Berê Koçerê li bajêr jiya bû û lew re zimanê wê xweshiktir bû, silav da: “Roj bash”. Hat di navbera Mehê û keça merivê wî de rûnisht, hilmek xwesh tev bi bîneke gulan bi ser Mehê de hat..

Berê jî ev roj di bîrana Mehê de li wî vedigeriya, lê ev car ew bûyer bi tundî û hêz dixuya, wek çawa ew bi rastî vegeriya ye..

-“Navê te çiye?!”

-“ Koçerê..” Û carekê li hindavên çavên Mehê nêriya, dilê wî da ber tîrên awiran, lêvên wê yên, ku mîna tûyên sor dixuyan, berken bûn û di cî de berê xwe da ber guhê xudana malê û gotê:

-“ Ez li pash xaniyê we li tehtekî shimitîm, lingê min velîst û histiriyek hut bû kefa destê min.” û destê xwe rastê ber bi wê dirêj kir. Fîdan rabû ser xwe, çû derziyek ji ber berîkdaneke paçî ya bi nexsh hil kir, anî û rûnisht. Di wê navê de, ne Mehê û ne jî Koçerê, nikanîn li çavên hevdu binêrin an bi hev re bipeyivin..Mehê dilê xwe xort kir û pirsî: “Bo çi navê te Koçer e?”

-“Loranî bavê min her salekê li warekî bû û mala xwe pir caran bar kiribû..Gava ez ji day bûme ji navê Koçerê çêtir bo min nav nedîtin..”

Hêdî hêdî çavên wan dikarîn li hev û din binêrin, lê piçekî bi sherm û fedî..

Fîdanê bi destê wê yê rastê girt û bizava xwe kir, ku histiriyekî reshik û biçûk ji kefa destê wê hilçine, lê nikanî bû..Gava wê tîjka derziyê digihand çermê wê yî sipîçokî, axînek kin ji wê dihat û dêmê xwe diguhart, çavên xwe digirtin û Mehê dikanî bû hîn bashtir li guliyên rûyê binêriya, ku mîna sêvên teze sor bûne, dixuyan..

Fîdanê dît, ku ew nikane histirî hilçine, bi du çavên xwe yên resh, ku mîna yên xezalan bûn û çirîskên lawaziyeke shîrîn jê dipekîn, li Mehê nêriya û gotê:

-“Ka tu jî bizava xwe bike..” Wilo got û nizanî bû, ku bi wê peveka kurt û kin, pençek kizotên agirê avêt wê ortê. Koçerê destê xwe ber bi Mehê dirêj kir û bi dêmekî gilover û sorgulî, bê ku tishtekî bibêje, li wî temasha kir, ka ewê çi bike. Meh soliqekê dudilî bû, piçekî li destê wê yî vekirî nêriya, pashê bi tiliyên xwe yên lerzokî destê wê yê nerm û nazik girt, ber xwe ve kishand, bi destê xwe yî din derzî ji destê Fîdanê bir û xebitî, ku histirî derbixîne. Koçerê ne dêmê xwe guhart, ne çavên xwe girtin û ne jî destê xwe bi shûn ve kishand, bêtirs û bêliv li rûyê wî nêriya, ka ewê çi bike, xwe di nav lepên wî de bi hêztir dît, li heza wê hat, ku destê wê di destê mêrekî de bû.. Mehê histirî hinekî rakishand, lê derneket. Herdukan bêdeng li çavên hevdu nêriyan.. Fîdana ku gellek ji Mehê hezdikir û her amade bû bo bi cih anîna her daxwazeke wî, têgihîsht, ku bayê evînê li seriyê herdukan xist û ew di cî de têgihîsht, ku êdî Mehê ji dest wê çû..Lew re ji ciyê xwe rabû û ber bi nînika malê ya mezin, çarkosheyî û bi perwazeke rengzêrîn ve çû, dêmê xwe da ber nînikê, bi biskên reshporê xwe yên dirêj lîst û bi çavin tijî hêstir li dêmê xwe temasha kir..

Koçerê gote Mehê: -“Dibe, ku bi diranan derkeve.” Meh shash û mat ma, pisht re xaziya xwe daqurtand, li çavên wê yên tijî hêvî û daxwaz nêriya, seriyê xwe bi ser destê wê ve xwar kir, ku bi diranên xwe histirî hilçine..Gava lêvên wî yên tî û ziwa gihan kefa destê Koçerê, mîna birûskekê bi ber çavên wî ket, ji nishka ve bi jor ve nêriya..

Keshtiyeke mezin, ku shewqa elektrîkê di pencereyên wê re dixuya, di tariya shevê de pêlên zireya, ku di navbera Danmark û Swêdê de diqelashtin.

Ji dûr ve, li dawiya zireyê, li aliyê qeraxê Swêdî agirvêjkên sersalê, rengareng gok û stêrkên xwe bi ezmanê ve davêtin, mîna kulîlkan, mîna darên topik, shewq didan û pêlên zireyê li ber shewqa wan sor û zer dibirisîn..Mehê xwe li ser keshtiyê bi ser wan pêlan ve xwar kiribû..Li dûriyê, li valahiyê, li kûraniyê, û li tenahiyê, bi çavên jar dinêriya, mîna destegîrekî di binê zindanê de nedizanî çawa xwe ji dîroka xwe, ji bîrana xwe, ji leshê xwe yî pîr aza bike....Carekê kefa destê xwe yî çermqermiçî di ser porê xwe yî sipî re gerand û ber bi kabîna xwe ve hêdî hêdî çû..Ji qeraxê dûr ve agirvêjk hîn xortir, bilindtir û mezintir li ezmanê belav dibûn...