Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Bêjing

Cankurd kullanıcısının resmi

Cankurd - 1977
Shêxo di mala axê de hemû tisht bû, bê wî karek nediçû serî, ew bo her karekî bû û her karek jî bo wî bû. Ji wî re digotin: “Azep”. Azep jî ew kesê, ku li ba cotkarekî, maldarekî an axayekî salekê an du salan an jî ta pîrbûnê kar û xebat dike, ewan jî bo wî malekê didin, li gel xwarin û vexwarinê, cilkirin û xwedîkirinê û carinan jî bo jinekê distînin û bi ser ve jî salyaneya wî jî, hinek pare, genim, tutûn û pêdiviyên malê didinê.
Shêxo ji deh salan ve li ba axayê xwe mabû, hîn ew xortekî duwanzde salî bû, dê û bavê wî miribûn. Apê wî nikarî bû ew xwedî bikira, ji ber ku bo wî gelek zarokên din hebûn û rewsha wî ya aborî nebash bû, lewre ji neçarî zarokên birayê xwe li ba axan û cotkarên malmezin kirin azep û berdest.
Shêxo ji berbangê va ta bi êvarê, li kar bû, cot dikir, dewar dibir avdanê, carina pez dibir çolê, spîndar av didan, hesp dishushtin û nal dikirin, êm dida ga û keran û bi ser ve jî av ji saringê hildikishand..
Rojekê karên xwe hemî kirin û vegeriya maxa xwe ya piçûk, ku hinekî vehese, kiça axê Mêshenê, bang li wî kir:
- Shêxo! Were bi min re harî bike..
- Ezê çi harî te bikim? Ez westiyame..
- Ishev wê mêvanên me werin. Divê em hinek mirîshk serjê bikin û biruquçînin “ wan ji perran paqij bikin”..
- Kurê! Ma ev jî karê mine?!

Kiça axê, ku bi çend salan ji wî ciwantir bû, gelekî ji wî hez dikir, lê ji ber ku Shêxo “Azep” bû, wê dizanî, ku hezkirina wê valaye û çi encamê nade, lewre li xwe hezkirin xwe diyar nedikir.. Shêxo dizanî, ku dilê wê li wî heye, hema wî nikarî bû li ser wê yekê tishtek bo kesekî bigota û ji ber wê yekê, ew di xwe de diqewirî, dikelî û ji rewsha xwe ya nehêja dixeyidî, û nedizanî çi bike. Gava wê bang li wî dikir, ew dihat û gava ji wî dixeyidî û hêrs dibû, Shêxo dengê xwe nedikir. Diya wê jî, Merashê dizanî, ku dilê wan herdukan li hev heye, wê jî li xwe diyar nedikir, ji ber ku wê dizanî ew hezkirin di nav du kesan de ye, ku her yek ji qatekî ye, her yek ji çînekê ye, lê bi wan re li ser rewsha wan nedipeyivî û nediwêrî bû ji axayê xwe re tishtekî li ser wan bibêje. Gava wê ewan bi hev re didîtin, dilxwesh dibû, lê gava dihat bîra wê, ku ewan nikarin bibin h’elalên hev, dilê wê dihat girtin û xemgîn dibû.
Shêxo mirîshk serjê kirin, perrên wan li gel kiça axê rût kirin, bi hev re li ser gelek tishtan axivîn, lê bi carekê li ser pirsên hezkirinê, guhaztinê an jî destgirtiyê nepeyivîn, ji ber ku bi wan salixan dê birînên kûr di sîngên wan de vebana. Shêxo ji ruquçandina perrê mirîshkan yên hûr, ji xûna wan a sar û bihna wan nexwesh dibû, lê çi bike fermana harîkariyê ji dilberê ye û ew nikare fermana dilberê bishkîne..Li dawî dest û kêra xwe shushtin û çû maxa xwe, seriyê xwe danî ser balifekî sar û çavên xwe dan hev..Ew di xwe de gelek disojî, lê nizanî bû çi bike..
Hat bîra wî, ku ji karên wî yên êvarê hîn êmkirina gayan maye, lewre bi dilekî sar û bê hêz ji nû ve rabû, finîskeke zeytê vêxist û çû axurê, ku êm têxîne pêsh gayan. Di nav kayê û tozê da xebata xwe dikir û bi xwe re mijûl dibû:

-Ezê çi bikim, ku vê rewshê biguhêrim!? Ez Mêshenê birevînim, dê ku ve herim? Gelo! Ma wê xelkê li ser me çi bibêje? Ez vê nakim, ev sherme..Ev çi rewshe ey Xweda! Ma ezê her wilo di kar û barê xelkê de bim?.. Ma ezê wilo bê hêvî û bê xweshî bimirim?..
Di wê xebat û mijûliya bi xwe re, seriyê xwe hilda, pishta wî li darekî ket, seriyê wî darî jî li refikekê ket, ku li ser wê gelek bêjing hebû, yek ji wan hate xwarê û li qafa seriyê Shêxo ket, Shêxo gelek xeyidî, hêrsê wî bilind bû, dest avêt bêjingê û bi jor ve avêt, bêjing çû li dîrakên axurê ket, li wir û wir ket, bi xwe re gelek bêjing û seradên mezin anîn xwarê, yek û yek li nav çavên wî ketin..Shêxo tore bû, hemî xeyd û kîna wî ya ku bi salan di hindirê wî de girtî bû, wek çawa bendeke avê hilweshe û lehî çê bibe, wilo wan kîn û sotin, xeyda ji ber zordarî û hejariyê, bêpar mabûna ji xweshiyê û berî her tishtekî bi dest neketina dilberê, hemî bi hev re derketin, pijiqîn û çîk dan..Shêxo ji hindirê axurê ber bi maxa xwe ve beziya, debanek “sîlahek” derxist, di nav gund re mîna shêt û dînan beziya, devê tivinga xwe bi jor ve kir, gelek caran teqand û got: - Werin..! Werin..De bila hemî bêjingên we werin..
Ji wê rojê ve Shêxo ji gund winda bû, mala axê bê azepekî jîr û hêja ma, kiça axê Mêshenê, ku omêdwar bû; bibe kebaniya Shêxo, roj bi roj destmala xwe derdixist û hêstirên ser guliyên xwe dimalishtin.
Melayê gund roja Înê, pishtî bihîstina çêroka Shêxo, li ser menberê rawesiya, demekê di ber xwe de dua’ kir, hinekî bêdeng ma, dawî seriyê xwe rakir û bi dirêjî li ser sebr û tewatê xutbe da.