Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Videoyên balkêş

Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin berhemên xwe biweşînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Niha di malperê da di besha muzîkê da bi hezaran sitran hene. Kîjan dengbêj, Hozan, Hunermend an jî Komên Muzîkê bixwazin cîhkî taybet (wek beşa Seîd Yusiv û Hozan Brader) bo wan hebe, bila ji kerema xwe ra me agahdar bikin. An jî ku nexwazin em muzîka wan biweşînin dîsa ku me agahdar bikin emê muzîka wan derxin neweşînin.


---------------------------------------------------------------------------------------

Azadiya mirovekî

Azadiya mirovekî

Cankurd's picture

Cankurd
11 / 1999
Ber destê sibê bû, Simo li ber neynikê rihên xwe rêsh dikirin, Jina wî Fîdanê û dota wî Nazê li odeya xwarinê bi hev re dipeyivîn.
Dengê Fîdanê dihat guhên wî: “ Ev bû deh carin ez ji bavê te yî delal re dibêjim..Tu dibê qey ez bi kevirekî re dipeyivim..Kurê! Welleh ew nema hîç guh dide min..”
Dengê dota wî Nazê dihat: “ Dayê! Eger tu jê re nebêjî, ez dibêjim..Van deh rojin ez dixwazim du kurtikan ji xwe re bikirrim..Bo min defter jî pêwîstin..” “Bashe! Tu îro ji wî defteran bixwaze, ezê sibetir wî bishînim, bila ji te re du miltanan bikirre..”
Simo carekê di neynikê re li xwe temasha kir û hizrên xwe kirin: “ Evana çi ji min dixwazin..? Ne bese..? her roj ez bi azana berbangê re ji mal derdikevim û bi êvarê re vedigerim mal..êdî van hestiyên min zer kirin û porê min sipî kirin..” shefreya wî jî ko bûbû û êdî nikarî bû rihên wî yên du rojkî û gewr rêshkira û lewre rûyê xwe yî zerîlankî bi sê ciyan birîn kiribû..
“ Bavo..! Tu li kuyî..” Dengê Naza dehsalî hate guhên wî..Simo di ber xwe de bi dizîka got: “ Ez li dûjehê me.! Nazê tu çi dixwazî..? Tu çima zû hishyar bûyî ?..”
Dotê got: “ Bavo! Gava te îro karê xwe rakir, tu dikarî ji min re pash nîvro çend defteran bikirrî..?”Ew piçekî bêdeng ma, pisht re got: “ Ma derd bi te ketiye tu bi xwe biçî defterên xwe bikirrî.?” Naz bêdeng ma, pisht re dîsa dengê wê hat guhên wî: “ Dayê! Bavo çima wilo veso bûye..?” Diya wê got: “Kurê! Mirovên pîr her wilone..zû veso dibin..”
Bi desmalê dêmê xwe malisht, carekê li ber neynikê li xwe mîrze kir û di xwe de pirsî:” Rast. Rast ez pîr bûme..Ma mirov di çil saliyê de pîr dibin?.” Seriyê xwe hejand, pisht re tiliyên xwe avêtin mûyekî sipî, ku ji biriyên wî yên resh, bi ser çavê wî yê rastê ve hatibû, ji nishka ve hilçinî kir, li mûyê jêkirî mîrze kir û avêt avbeka kevirî li pêsh xwe, av bi ser de rêt û li wê niriya, çawa ew bi avê re diçû xwarê û winda dibû.
Ew hat odeya xwarinê, jina wî ya qelew û navsalî çenteyê wî da dest wî û gotê: “Mêro! Tu çawa wilo bi Nazê re hêrs dibî..? Ez hez nakim keça me bi tenê xwe biçe nav bajêr..Ger tu defterên wê bikirrî wê bashtir be, kirne ezê bi wê re biçim..” “De bila..ezê bikirrim..ka bêje min Nazê!”
Nazê pelikek da dest wî û gotê: “ Min ji te re her tisht nivîsandiye..” Wî carekê li pelikê niriya, xiste berîka xwe û ber bi derî ve çû. Jina wî bang lê kir: “ Xwedê li gel te be..Ji bîr neke, hinek masî ji me re bîne..Zarokan ji mêj ve nexwarine.” Wî derî bi lez li dû xwe girt, berî ku jina wî tishtekî din ji wî bixwaze û ji xwe re got: “Bila zuqamê bixun..”.
Berî êvarê ew bi rê ve dihat, çenteyê wî li mil, bi destekî tûrê defteran û bi yê din jî tûrê masiyan, bihna masiyên xavî bi ser wî ketibû, lê gelek westayî, jar û ji hevketî, li binê malan, di riyeke kevirî û kash re, ber bi mala xwe ve dihat û singê wî dikir hilkish. Ji jor ve dengên Nazê û du birayên wê yên piçûktir hatin guhên wî, bi hev re digotin: “Bavo, lezke! Xalê me Mîrzo hatiye..” Ew salix mîna xençerekê li dil ket, di cî de rawesta, xwast, ku vegere û bi ciyekî dî ve biçe, lê çawa? û ku ve?.. Di ber xwe de got: “Dîsa mêvan hatine..Dîsa wê bikin girgir ta berbangê..Ez ku ve herim..? Evana nedizanin kar çiye û ne jî dilê wan bi mirovekî karkir disoje..Rojekê ezê ji van tevan xilas bim..Ezê azad bim..Hîngê dizanim çi dikim.. ”
Dema dergahê malê yê hesinî vebû, hêlehêla jinan û zarokan kete mejiyê wî..Bê silav û bê ku li wan binêre ew di hewshê re derbas bû û çû hindirê malê û herdu kurên wî li pey beziyan, ku bizanin çi ji wan re aniye..Jina wî jî bi lez li pey wî hat û gotê: “ Ma te birayê min Mîrzo û zarokên wî nedîtin..?!” Hela herdu tûrên xwe dan dest Nazê û vegeriya derve, li derdora xwe temasha kir, dît ku jinbirayê wî di nav hinde hevserên malê de li ser sewkiyê di bin dara êsmê de rûnishtiye, hema silavek sivik da û li kosheyekê li ser keviya sewkiyê rûnisht..Birayê jina wî, Mîrzo, ku mirovekî pêncî salî bû, qelew û simbêl qalind, rih nîvtiliyekê dirêj, gotê: “ Diyare tu westayî Simo?!” Simo bi seriyê xwe erê kir û bê, ku tishtekî bibêje, li dara êsmê bê westan temasha kir, xwe bi hejmartina goshiyên tiriyê wê gêro kir. “Fermo ji te re qutiya tutûn û cigarekê bipêçe..” Simo bi hêdîka dest avêt qutiya tutûn, ji pêsh wî bir, vekir û cigareyek ji xwe re pêça..”Tu çawayî? Me ji zû ve dengê te nebihîstî, me got em bên serlêdana te û bi hev re nanekî bixun..” Simo ji naçarî got: “Raste..we bash kir.” Bêhtir ji du saetan hemî mêr û jin, zarok û hevserên wî, tev bi hev re peyivîn, bû gola req û beqan..Herdu zarokên wî yên kur, yek hesht salî û yê dî heft salî hatin li ber kabên wî rûnishtin, yekî kaxedek da dest wî, Simo ew kaxed xwand û cigare bêdeng kêsha, carinan seriyê xwe ji wan re dihejand, carinan berken dibû, lê bi rastî hemî wan axiftin neketin bin kumê wî û hîç ji wan gotinan re nevala bû, di seriyê wî re lehiyeke ji hizrên din hebû.. Simo ji xwe re digot: “ Ger evana du rojan li vir bimînin, ezê bi çiya kevim..Divê ez sibê destûrê ji fabrîkê bigirim û biçim dibistana zarokan, ka mamhostayê van çi dixwaze..Divê ez bi zûkî binvim..” Dengê jina wî hat guhên wî, got: “Malava! Te çi masî ji me re anîne?, him kevinin û him jî pûlikên wan hilnabin..” Simo di ber xwe de got: “ Nebû, savarê bixun..Ma me her masî dixwarin..?” Jinbirayê wî gotê: “ Bi Xwedê ez hîç ji masiyan hez nakim.. Bo me savarekê çê bikin.” Simo dîsa di ber xwe de got: “Ma masî li çiya çi dikin..? We ji gumgumûkan pêve çi dîtibû..?” Mêvanê wî bersiv da: “ Xwedêkê! tu çi dibêjî ? Ez ji dengê zarowan nabihîsim.” Simo Dîsa ji xwe re got: “Guhên te tijî qerêj û kayê bûne..” Jinbirayê wî berken bû, lê bi rastî nebihîst, ka Simo çi got..
Li dawiyê xewan hat danîn, masî, savar, goshtê mirîshkan, tirsho, bîber û nanê sêlê..Tevan bi hevre xewan damedor kirin, Bîsmîllah! Û cenga kevçî û çetelan destpê kir, êdî kes li kesekî nepirsî..
Ta dema razanê, bi çayê û mûjan, behîv, gûz û henaran shevbêrka xwe kirin.. Ciyê razana Simo li ser sewkiyeke bilintir hat raxistin..lê berî Simo xwe têxîne bin nivîna xwe, dengê hevserekî wî ji jêr ve hatê, ku pêwîste ew zû dakeve, amûjna hevserê wî ji nerdewanê de ketiye û ew pêdiviyê arîkariya Simo ye, ku wê bibin toxtir.. Ew shev wilo bê vehes û raketin derbas bû..Simo ji xwe re digot: “ Ma hemî tisht histobariya mine..?! Bila pîrê çavên xwe vekirana, lingê wê nedishkiya..Ger kerê yekî jî bimire, pêwîste Simo biçe wî kerî çal bike..Ma ez li gundê xwe yî berê bimama ne çêtir bû?!..”
Roja dî li fabrîkê Simo bi kardayê xwe re kiribû kewkewî. Karmendê wî gotê: “ Bashe! Tu çû dibistana zarokan û vegeriya, niha tu çima karê xwe nakî..Eger tu naxwazî kar bikî, bo çi te gundê xwe hêla û tu dused kîlomitir hat va dera dûr?” Simo bersiv da: “Ez hinekî westiyame..bibore..!” Kardayê wî bersiv da: “ Me bort..van deh carin em diborin..lê diyare tu îshev raneketî..Ne wilo ye! Tuyê rojekê xwe têxînî ber makînekê, xwe bikujî û emê bi te re têkevin bela..Ev ne rewshe Simo..” Simo bi nermî pirsî: “ Ka ez çi bikim.?” shêfê wî got: “ Here hefteyekê ji xwe re vehese..Ger tu vegeriya, tuyê heft rojên Inê li shûn wan rojan kar bikî..” Simo di dilê xwe de got: “ Eger ez vê carê jî bibêjim na, wê min ji kar bavêje..” li çavên kardayê xwe niriya û gotê: “De bila..” Ew ji hindir derket û ber bi odeya cilguhartinê çû.. Li ser maseyeke hesinî rûnisht, destê xwe avêt beriya xwe û namedankek sipî derxist, ew vekir, pelikek jê derxist, li herdu aliyên wê temasha kir û xwand. Ew nameya bi E’rebî wilo bû:
“ Birayê hêja Simo!
Van du heftene ez di bendexaneyê de girtîme..Ta roja îro tu li min nepirsiyî, ez nizanim bo çi tu nehatî û tuyê çi demê bêyî ba min..Ez dizanim karê te pirre, lê ez girtîme û nikarim bêm ba te..Min deynê xwe neda û loranî ez girtim û xistim virê..Deynê min 700 Lîre ye..Ez çi bikim?! Tu dizanî, ku bavê me ji me re tishtek li shûn xwe nehêshtibû..Bi karê gund mera nikare zarowan têr nan bike..Ez bi te û tu bi Xwedê..Min bîra zarowên xwe û yên te jî kiriye..Eger birayê jina te hat ba we, jê re salixa min bibêje û bila ew bite serlêdana min..Ez di bendexaneya Helebê de me. Xwedê li gel te be û ez ji te re û ji zarowên te re dua’ dikim..”
Pishtî Simo name xwend, ew dîsa xiste namedankê û kire beriya xwe..Li derve rumprumpa lat û varîlan bû, lê dîsa jî gelek xem û kul bi ser wî ve hatin...Ji xwe re got: “ Ezê biçim mal, lê gava evana bizanin, ku min destûr bo karhêlanê girtiye, wê Mîrzoyê çend rojan bimîne û her roj wê çêrok ew çêrok be..Min ji masiyan heznakim, ka savarê çê bikin..Simo vir de, Simo wê de..Bigir qutiyê û cigareyekê bipêçe.. Ma tu dizanî navê wa komika stêrkan li aliyê hêvê yî rastê çiye..? Gelo! Ji Xwedê pê ve kî dizane di rêka kayê de çend stêrk hene..?” Simo cilên xwe yên kar guhartin, deriyê odeyê li pash xwe girt, di ber hevalekî xwe re derbas bû..Hevalê wî gotê: “Hela hela!..Wey tu çiqas sermezin bûyî lo..Tu çima li gel me napeyivî?” Simo bê, ku guh bide wî, bi rêya xwe ve çû..Hevalê wî dîsa bang lê kir: “Simo! Ji bîr neke, ku roja çarshemê emê saringa dermên paqij bikin, evcar ez û tu vî karî dikin..” Simo hîç bersiva wî jî neda û ber bi derveyî fabrîkê ve çû..
Simo hat bazarê, di ber deriyên dikanan re yek bi yek derbaz bû, carinan silav dida an vedigerand, lê hîç bi kesekî ranewstî û nepeyivî. Li dawiyê çû hindirê firoshxaneya pirtûkan û silav da pirtûkfiroshê navsalî, rih dirêj û bi cilên kurdî..gotê: “ Mela Ehmed ! Bo min hinek pare pêwîstin..Birayê min ji deyndariyê hatiye girtin.” Mela Ehmed destê xwe da ser milê wî yê rastê û gotê: “ Hezar Lîre bese..?!” “Mala te ava..Xwedê ji te razî be..” Simo pare birin, xatirê xwe ji wî xwast, derket û ber bi mala xwe ve çû.
Li mal dîsa koma zarokên wî û yên jinbirayê wî, li gel jinan li dora wî rûnishtin..Heryekî tishtek bo wî digot, lê guhên xwe shima kiribûn, te digot ; ew hîç gotinekê nabihîse..lê di nav wan hemî peyv û laqirdiyan re tishtekî bash bihîst, Jinbirayê wî gotê: “Were bi me re, em tev herin gundê we..Ji xwe dibistan ji îro pêve hefteyekê tuneye..” Simo bi dizîka pirsî: “Dibistan tuneye?!..” “Erê. Ma tu napirsî çima ez hatime..ezê te û zarokan bibim gundê we..?” Simo ji dota xwe re got:”Ez îro çûm dibistanê, lê kesekî bo min ev negot..” Dota wî Nazê gotê: “ Ji wane, ku tu berê dizanî..” Jina wî jî, Fîdanê, got: “ Te bo çend rojan destûra karhêshtinê bigirta wê bash ba..Em biçin serlêdana gundê xwe, zarokê dilsha bibin..” Simo bersiv da: “ Ez nikarim karê xwe berdim..Gelek kar heye û pir karkir çûne..” Wî derew kir, loranî kardayê wî jêre gotibû, ku pêwîste ew hefteyekê biçe mal.. Nexwast bo wan bibêje, ku wî bo hefteyekê destûr girtiye, lê pishtî bihnekê got: “ Herin hûn tev li gel xalê zarokan biçin û bila ew jî rojekê biçe serlêdana birayê min li Helebê..Ew ji ber deynan girtine, kirine bendexanê..” Jinbirayê wî gava ew bihîst got: “Rast.?! Welleh ezê biçim serlêdana wî û deynê wî jî bidim..lê tu jî bihata wê hîn çêtir ba..” Simo got: “Deynê wî ezê bidim..hema ji min re silav bike..Min kar heye, ez niha nikarim li gel we bêm..Ezê bi we re ta rêwîxanê biçim.”
Di mala wî de liv û libat çê bû, zarok kêfxwesh û dilshad bûn, ku wê vegerin gundê xwe û hefteyekê li wir bimînin...Herkesekî pertalên xwe bo rêketinê amade kirin..Tev rabûn û çûn rêwîxanê li aliyê dinê ji bajarkê karkiran, Simo jî li gel wan..Berî, ku otobus bi rê keve, Simo pare ji beriya xwe derxistin û dan birayê jina xwe..Otobus bi rê ket û zarokan di penceran re destên xwe yên piçûk bo xatirxwastinê ji wî re dileqandin.
Simo mîna guleke, ku av hatiye lêkirin, wilo rûgesh û dilshad bû. Got: “ Min got ezê rojekê ji van xilas bim..Ezê azad bim.. Ez niha mîna zarokê ji dayîk bûye, mîna firindê çiya me..” Bi lez û bez vegeriya mal, li dora xwe niriya, ka kesek wî dibîne an na..Bi dizîka deriyê malê vekir, derî ji pash ve kilît kir, têla kehrebayê, ku digihe zengilê malê hilqetand, derbas bû maxa xewê, çakêtê xwe ji xwe kir û solên xwe danîn û mîna melevanê, ku xwe bavêje ava zirê, wilo ew li ser devê xwe ket ser doshekê, çavên xwe damirandin...razaneke kûr û dirêj..razaneke azad, wek çawa asikekî li çolanê bi tenê xwe, li bin dareke merxê rakeve.
Li derve, bajar bi livîn û kefteleft bû, çîman û kamyon, Taxi “Taksî” û otomobîlên cûre-cûre di taxên dirêj û banên fireh re dilezîn..dengên rêwî û firoshkarên piçûk li bazarê, tev bi hev re, mîna desteyeke hunerî ya sazekî firengiyê bi pir dihol û trumpêt vedihandin..Lê Simo mîna Ehlilkehif ketibû xeweke shîrîn û kûr, razaneke azad û bê xem..

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Cankurd

-------------------------------------------------------------------

Title Şîrove Xwendin Ray Cûr
Barzanî 0 1,850
0
Helbest

Dest pêdikim ez bi navê Yezdan
Vê helbestê li ser şêrê Barzan

Da bi wê li pey min nav bimînê
Navê Cankurd li rûyê zevînê

Dibêjim bi zarava Kurdaxê

Baxê Gulan 0 1,772
0
Helbest

baxên cîhan
Her ez diçim, her ez ditêm
Di ber serê gula xwe re
Şev û rojê, diçim ditêm
Gula min e, tenha eve
Bervê diçim, ew direve
Tava royê bi ser ve tê

Bîranok 0 1,710
0
Helbest

Dema stêrk li ezmanan dirijin…!
(1)
Dayikê her digotê:
"Xulî bi serê te, tu têr nabî."
Bavê digotê:
"Xulî bi serê te, tu hişyar nabî."
Hostayê wî digotê:

Ez Kurdaxim 0 1,687
0
Helbest

Ez bihishta Serê Kaniyê me, ez zinarê Qirkê me
Ez pireya Hesharkê me
Ez ash û zinarên bin ava Meydankê me

Li hev hûnandin – 2 0 1,828
0
Helbest

Zana û nezan

Li welatên serdest
Berî razanê
Bav bo zarokan çêrokan dixwênin
Li Tarîstana min
Zarok bo bavan çêrokan dixwênin…
…………………

Hejar

Di jînê de

Li hev hûnandinek bi Kurmancî 0 1,763
0
Helbest

4 Kurtejiyan ên
Mehoyê Simo, Reshoyê Çarderî, Siyamendê Hermayî û Evdalê Sormasî
Cankurd

Mehoyê Simo

Ji dayik bû,
Wekî min û te bû…

Newroz 0 1,741
0
Helbest

Wek qurmekê dara gulê
Her salekê şiqin didim

Tarî û şev min nas dikin
Tîrêjeka rojê me ez..

Min lêv dikin li her deran
Ez dame ser çav û seran

Van Kurd hemî min hezdikin

Nizar Qebbanî di riswakirina Seddam Huseyn da 0 2,201
0
Helbest

Nizar Qebbanî di riswakirina Seddam Huseyn da
(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)
2005

Kenok-girînok bû şergeha kendavê
Ne şûr li ser şûran şikestin
Ne jî mêr bi hev çûn

Nûroza şoreşîn û cejna aşîtî - Derwêsh Mele Suleyman 0 3,020
0
Helbest

Va helbesta ya hevalê nemir Derwêsh Mele Suleyman e, Min ji devê wî nivisandiye, lê helbest ya wî ye...

Tevgera gelê min (13) gera tu pê rabû

Serîhildana di gorrê de 0 1,557
0
Helbest

Netew rabû wekî pêla
Nema raze di zorê da
Şer û ceng e li ber kêla
Serî hilda di gorê da

Dirahêje tivinga xwe
Wekî Rustem di cengê da
Xweya kir wî hebûna xwe

Were em bifirin 0 1,825
0
Helbest

Were,

Bi hev re
Em ji vir biçin
Xwe ji dem û cî azad bikin
Bi hev re
bala û gelek dûr bifirin…
û li niştekî dûr

Dîk 0 1,289
0
Helbest

Hozanvanê sûrî yê nemir: Nîzar Qebbanî
wergerandin ji Erebî: Cankurd

1
Li taxa me
Dîkekî sadîst ê xûnrêj heye
Perrên mirîşkên taxê hildiçine,
her sibeyekê.

Gotar 1 0 871
0
Nivîsar

Alava agirê fîtneya li Lubnanê
Cankurd

Gotar 2 0 298
0
Nivîsar

2008-05-16
Kî dikare rexneya tevgera bê şaşî bike?
Cankurd

Kronolociya Osman Sabrî 0 292
0
Nivîsar

Amedkar: Cankurd
Me hêvî ye ji xortan, ew binasin karê xwe
Dest bavêjin tifing, biparêzin warê xwe
Ew nizanin dost û yar li ser wan çi dibêjin
Nemaze em kalemêr ziman dirêjin

Nirxandina nivîsekê - Li ser pirtûka Mihemed Hemo: "Di kûraniya vê riyê de" 0 316
0
Nivîsar

Mihemed Hemo, ku ji xelkê Kurdaxê ye û li Suleymanî dijî, pirtûka xwe ya helbestan "Di kûraniya vê riyê de" li ba dezgeha weşandinê "XAK" bi motîvên Felkdîn Emîn û derhêneriya Xebat

Nirxandina Nivîsekê - Li ser romana Lokman Polat: "Nûrheyata Licî" 0 199
0
Nivîsar

Paş romanên "Kewa Marî – Mêkew", "Fîlozof-Katibê Şêx Seîd)", "Gulîzar" , "Rojnamevan" û "Robîn", û gelek pirtûkên kurteçêrokan, wek "Evîn û Jiyan", "Jin û Zindan", "Evîndar" û

Ji helbestên wergerandî 0 220
0
Helbest

Dîk
Hozanvanê sûrî yê nemir: Nîzar Qebbanî
Wergerandin ji Erebî: Cankurd
1
Li taxa me
Dîkekî sadîst ê xûnrêj heye
Perrên mirîşkên taxê hildiçine,
her sibeyekê.

Di dema “Global Village” û “Scoring” de azadî? 0 132
0
Nivîsar

Cankurd
23.05.2008

Ji hev dûrketina Maldar û hejaran civatê diherifîne 0 213
0
Nivîsar

Cankurd

Kî dikare rexneya tevgera bê şaşî bike? 0 283
0
Nivîsar

2008-05-16
Cankurd

Têror di dema niho da 0 223
0
Nivîsar

Cankurd/ 2002

Li ser romana Lokman Polat: Rojnamevan 0 161
0
Nivîsar

Cankurd

li sazxistina cîhanê ji nû ve û sira hishmendên amerîkî (*) 0 428
0
Nivîsar

Cankurd
2003

Rojhilata Navîn di nav bahozê da 0 215
0
Nivîsar

Cankurd
15.10.2004

Raste, Raste… hema ne wilo ye.. 0 337
0
Nivîsar

Cankurd
2004

Li Amerîka jî hespên derveyî tewlê hene 0 187
0
Nivîsar

Cankurd
2006

Bayê evînê 0 1,765
0
Çîrok

Cankurd
5 / 2000

Helbestek 0 421
0
Helbest

Ji tarîstanê dengek tê
Wekî reshbayê çolan tê
Dibêje min: Te ez hêshtim
Ji boyî kê, ji bo yî kê?
......................................................... Berma di dîwanê de ye...

Nirxandina Nivîsekê - Li ser pirtûka Helbestên Xilat Ehmed: Çarîkên Berbangê – Tiryaq 0 280
0
Nivîsar

Cankurd
25.05.2005

Nirxandina Nivîsekê - Şahînê Bekirê Soreklî: [Pisîk jî xewnan dibînin] 0 150
0
Nivîsar

Cankurd

Kanîn rêhevalên Şêx Maşûq? 0 289
0
Nivîsar

Cankurd
30.05.2008

Ho, Şêxê şehîd li me biborîne… 0 207
0
Nivîsar

Cankurd - 03.06.2008
[…û tew guman nekin, ku ewên di rêya Xwedê de hatîne kuştin, mirîne, lê belê ewana zindîne, li ba Xwedayê xwe tên riziqdan.]

Em di ber hev re diçin, lê em hev nabînin 0 264
0
Nivîsar

09 Nîsan 2008 Çarşem Saat 12:43

Berevkirina yên wek hev diramînin 0 276
0
Nivîsar

Cegerxwîn- Pîr Rustem - Hamêd Bedirxan
(Nimûneyin ji Roşenbîran: ji nav tevgerê û ji derveyî wê)

Barzanî 0 426
0
Helbest

Cankurd

Dest pêdikim ez bi navê Yezdan
Vê helbestê li ser şêrê Barzan
Da bi wê li pey min nav bimînê
Navê Cankurd li rûyê zevînê
Dibêjim bi zarava Kurdaxê

Evîna te û agirê Zêyos 0 239
0
Helbest

Cankurd
07.01.2008
Ewê evîn pêda kirî
Xweş dizane, dûrî ji evîndarê çiye!
Ewê agir pêda kirî
Baş dizane, êşa ji ber agirê çiye!
Evîn û agir mîna hev in

Baronê Diz û Keleşan 0 233
0
Nivîsar

Cankurd

Ne tenê polîtolog û dûroknas û rojnamevanan bêmafî li neteweya Kurd kirine. Zanyarên arxiyolocî jî di vê bêdadî û vê bêmafiyê de xudanên para xwe ne.

Ji olên mirovatiyê: Ola Konfûşiyos 0 132
0
Nivîsar

Cankurd
27.03.2006
Li ba Çîniyan Konfûşiyos bi "Şah" tê navkirin. Ew sala 551ê berî zayîna hezretî Isa ji dayîk bûye û sala 479ê ji dinyayê koç kiriye.

Ji olên Mirovatiyê: Ola Bûda 0 569
0
Nivîsar

Cankurd
06.05.2006

Ji olên mirovatiyê: Ol a Zerdeşt 0 242
0
Nivîsar

Cankurd

Cotek solên sipî 0 776
0
Çîrok

Cankurd
6 / 2000

Bayê evînê 0 1,598
0
Çîrok

Cankurd
5 / 2000

Çêroka Necoyê Wêsî 0 26,742
0
Çîrok

Cankurd
Havîna 2004

Rêdar û dara gûzê (*) 0 355
0
Çîrok

Cankurd

Sê dizên ne wek dizan 0 684
0
Çîrok

Cankurd
1 / 2000

Diz û Mele 0 1,232
0
Çîrok

2002
Cankurd
Pîremêrekî kurd, ku ji min re çêrok digotin, wilo dest bi axiftina xwe kir:

Jîna ducarkî 0 567
0
Çîrok

Cankurd
12 / 1999

Evdik ê Çolo 0 1,689
0
Çîrok

Cankurd
Berî nîvro, meha Çileyê pêshîn, sala çûyî, Evdikê Çolo pishta xwe dabû dîwarê dadgeha penahberiyê, li benda ku dadmend mafê Asylê bide wî û malîyên wî.

Rûreshiya apê E’zîz 0 270
0
Çîrok

Cankurd
1987

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul