Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Aqil Çi ye?

Rojekê di nava Îmam Caferê Sadiq û telebê wî İmam Ebu Henîfe de dîyaoloxek wuha derbas dibe:

İmam Caferê Sadiq, Ji İmam Ebu Henîfe dipirse;

“Aqil çiye?”

İmam Ebu Henîfe difikire. İmam Caferê sadiq dîsa jê dipirse:

“Aqil çiye?”

Îmam Ebu Henîfe li fikirandina xwe dewam dike û İmam Caferê Sadiq dîsa jê dipirse:

“Ka bibêje Numan aqil çi ye”

Ebu Henîfe wuha cewab dide:

“Aqil; xêr û şerrê, qencî û neqencîyê, rastî û çewtîyê û rindî û kirêtîyê ji hev cihêkirin e. Bi kîjan xêre, kîjan şerr e, kîjan başe kîjan xerab e, kîjan raste kîjan çewt e û kîjan rind û kîjan kirête zanîn e.”

Îmam Caferê Sadiq vî cewabî naecibîne û ji telebê xwe Ebu Henîfe re wuha dibêje:

“Bi wî tiştê ku tu dibêjî heywan jî dizanin.

Ebu Henife nizane ku çi bibêje. İmam Caferê Sadiq peyvê wuha vedike:

“Gava tu katekî goşt davêjî ber kuçik, kuçik jî fahm dike ku tu mirovekî başî û ji bona wî bixêr î. Fahm dike ku hereketê te kiriye hereketekî raste tevgêra te tevgêrekî rind e. Lê eger tu bi pihînekî li kuçik bixî, bi ço lê bixî û ezîyet û îşkence lê bikî, ew fahm dike ku tu mirovekî xerabî û ji bona wî şerr î. Fahm dike ku hereketê te ji bona wî kiriye hereketekî xerabe û tevgêra te jî, tevgêrek kirêt e.”

Paşê îmam Caferê Sadiq dîsa jê dipirse:

“Bibêje ya Numan Aqil çi ye?”

Di ser vê yekê re Ebu Henîfe, pirsê lê vedigerîne û ew jê dipirse:

“Seyda ka tu bibêje aqil çiye?”

İmam Caferê Sadiq wuha cewab dide:

“Aqil, di nava du xêran de kîjan bixêre pê zanîn e. Di nava du xeraban de kîjan pirr xerabe pê zanîn e.”

Caferê Sadiq dewam dike:

“Aqil; di nava herdu qencîyan de kîjan qence, di nava her du rindan de kîjan rinde pê zanîn e. Aqil;di nava herdu xeraban de kîjan xerabe, di nava her du kirêtan de kîjan pirr kirête pê zanîn e.”

FİKRÎ AMEDÎ