Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Çemê tolhildanê

Cankurd kullanıcısının resmi

Cankurd
10 / 1999

Sheveke sivistanê, ku ezman sayî bû û heyva nîvmehkî pertava xwe davêt ser desht û nihalan û lêzana bayekî sar bi ser gundê Serkêlê ve dihat..Bêdengiya goristanê bû..

Di binê develikek germ û nerm de, ku bihna kayê jê dihat, Bozo li ber afirekî kevirî, devê xwe da ber guhê mankereke gewr û jar û gotê:

- Min nedixwast li ser ciwaniya xwe bo kesekî tishtekî bibêjim, loranî min ew dem tev di kar û barên mala Melê de derbas kiribû, tishtekî wilo giring û berçav di jîna min de tune bû..îro serqel û shelekên hêzingan, dûtirê kishandina shilîfên tijî kevir, roja dîtir avkêshan û rezevanî an jî barkirina tirî û mûjan û bi ser ve jî hilgirtina Melê li ser pishta xwe ji vir û wê ve..

Mankerê serê xwe ji afirê pêsh xwe derxist, firtinî bi kepûyê wê ket, guhên xwe pîj kirin û dîsa bû kirkira devê wê..

- Ger tu hez dikî, ezê ji te re çêroka tolhildana xwe bibêjim..Kirne ezê çavên xwe bidim hev û din, ku piçekî razim..Berbangê wê Mele me bibe karê xwe..

Mankerê dîsa seriyê xwe jor ve da, bi çavên resh û mezin, lê têde çirax nemayî, li Bozo mîrze kir..û bêdeng û bêliv ma..

-Ez çêrokan xwesh dibêjim, lê divê tu bash guh bidî min, dev ji wê kayê berde û guh bide min..

Mankerê di hindirê xwe de got: - De bila..

Bozo gotê: “Rojeke biharê, ku li pash malan geya du bostan bild bûbû, kerê gundê me jî azad û serbest hatibûn berdan, bê hevsar û merbend, bê cihol û kurtan, li nav zeviyekî berdayî belav bûbûn û her yek ji xwe re diçêriya..Taveke roya germik jî dabû ser pishtên me..Çi rojeke hêja bû, kar û bar nebûn û gundî jî bi dewatekê re gêro bûbûn..Dehol û zurneyan hishên wan biribûn..Wan tew em ji bîr kiribûn..Eger kerek neziriya, teyê bigota qey li vî gundî hîç ker tunînin...Em dilîstin, dimîstin, dibezîn û dizirîn..Koletiya me di wê pêlê de tew kane bûbû û fermana bindestiyê rabû bû..Hîngê tu nehatibû vî gundî, lê gelek mankerên ciwan û xweshik bi min re diçêriyan û çavên wan her li min bûn, ka ez kijanê ji wan bigirim û vêre karê xwe bikim..Xwedê hêzeke gewre dabû min û min ewan tev xweshnûd dikirin.. Min carekê seriyê xwe ji nav geya derxist, ez çi bibînim..! Kuriyeke hûrten, belek û destpê nebûyî bi ber çavê min ket..Çawa av di shaxê darekê re hilkishe, wilo li min jî hat.. Ez wê rojê hîç ji bîr nakim.. Diya kuriyê jî bi xixûsha dilê min hisayî bû..Ewê berê pir dixwast, ku em ji hev nêztir bibin..Ew ber bi min ve hat û li gel wê dota wê jî hat, mîna ku hatin birayk û silaviya min..Min hinekî xwe bi çêrê gêro kir, lê çavên min li kuriyê bûn û yên dayîka wê jî di bin re li min bûn..Dayîka kuriyê dixwast wê ji min re bi tenê bihêle û ji me bi dûr keve..lê min newêrî bû..Min dizanî, ku wê min bidin bin çov û çomaxan, ger ez dest bavêjim kuriya piçûk, ku xwediyê wê keyê gunde..Lê ez çi bikim?! Dilê min bû etûna viyanê û daxazê..Min carekê li derdora xwe temasha kir, min dît, ku ranekî heriftî li aliyekî heye, berê xaniyê hejarekî ji hejarên gund bû..Min bi çavan ji diya kuriyê re diyar kir, ku ez dixwazim dota wê bibim pash wê ranê..Wê jî bi çavan daxwaza min pejirand..”

Mankerê guhên xwe dirêj kirin û bi çêroka kerê boz re çû bihishta xewn û pêjnan..Li ba keran ne mîna mirovane, ewan ji hev û din hez dikin û dexsîn jî li ba wan tuneye. Mankerê negot: “Çima te ji wê kuriyê hez kir..va ez li virim?!” Li ba mirovan gava mêrek çêrokeke kevnare ji mêjoya xwe, bo pîreka xwe hewalde, wê pîrek bêguman nehêlibe, mêr hefteyekê nêzîk wê bibe, wê pir xoyê têxîne di xwarina wî de, ku bibe kilîçe û neyê xwarin..

Kerê boz, Bozo, çêroka xwe, ku ji bîranê maye, hewalda, got: “ Gava ez û kuriyê bi tenê xwe man û bihna wê kete bêvilên min, êdî rewsha min têkçû..Dengê dihol û zurnê nema dihat guhên min û çêrgeha tijî ker jî ji ber çavên min day bû.. Tu dizanî, ku li ba me keran cil û kinc tunînin..Hinde caran em, kerên nêr, ji ber xwe ve fedî û sherm dikin.. Kuriya, ku cara yekemîne xwe di rewsheke wilo de dibîne, bi diltirsî xwe ber bi min ve da..Min gezek li milê wê yê dirêj xist, ku ez xwe bavêjim ser pishta wê, ji nishka ve dengê Melê ji nêz ve hate guhên min, çiraxeke mîna birûskê bi ber çavên min ket, mîna xençerê, ku li sîngê yekî keve an jî çawa Kevjînk bi dilê mera bigire: “ Kero!..Kero!... Tu çi dikî..?”

Mankerê dizanî, ku rewsha kerê boz êdî têkçû, Bozo di karê xwe yî ewîlane de shehitî..

Bozo têre çû: “ Ez çi bêjim û çi bikim..?!.. Melê bi shivikek henarê li pishta min a çiplax da, hevsar xiste ustoyê min û ez li pey kash kirim, mîna destegîrekî cengê, ku dibine ustohingavtinê..Min dest ji ber xwe ber dan û nema kosaniyê li hember Melê dikim, kabên min sist bûn û taba min nema, Kuriya, ku diviya evînê binase mîna kewekî, ku di xew de bû û bi ser de kewshikar hatin..Bi aliyê dayîka xwe ve baz da û dayîka wê bi dilekî bizdayî li wê temasha kir..

Mankerê xwast, ku dilminayiya kerê boz bike, lê çawa..Carekê devê xwe avêt ustoyê wî, di ber kepûyê wî de kir firfir û xwe bi shûn ve da..Bozo got: “Roj derbas bûn û ew bûyer nema ji bîra min diçû..ew kurî jî di bîra min de ma û ma..bû tishtekî din.. Bû hesret..Bihar çû, geya hishk bû û tîna havînê da desht û newalan, her roj kar û bar mîna berê, lê Mele li ber çavên min resh bû û di dilê min de ezoxa kîn û nevînê civiya, dikir ku biteqe..Dibe, ku li ba mirovan hezkirin û bi hev shabûn sherme, lê ewan jî hev û din mar dikin û Mele jî shûy kiriye û du jinên wî yên mêshen hene..Hema bo çi li min wilo kir, ez nizanim..”

Mankerê devê xwe da ber devê Bozo, bi hêviya ku ew hêrsê xwe li wê dayne, lê Bozo rast xemgîn û dilsoj bûbû..Bozo got: “ Payîz hat û bi xwe re sarî anî..Rojekê ber destê sibê, Mele ez ji develikê bi der xistim, ciholeke kevnare çekir ser pishta min, xurceke tijî pirtûk ji maxa jorîn anî û avêt ser milên min, kewxeya xwe ya kesk guvasht ser serê xwe, qeftanê xwe yî erebî û dirêj li destê xwe aland, çomaxê xwe yî ji darê sindîganê kire destê din, ez kishandim ber hîmekî li nêz deriyê malê bû, xwe avêt ser pishta min, suwar bû û em bi rê ketin..Min dizanî, ku ew divê here bajêr, bo ku li wir dersê bide hinde shagirtan..Hat bîra min, ku ewê di çemê binê gund re derbas be..Lêsana bayekî tûj mîna serkêran li rûyê me herdukan dida, lê Mele naziktir bû û bi wî bayî bêhtir hikar dibû..Av jî wilo qerimî bû, ku mera ditirsî lingêd xwe têxîne di nav de..Gundî jî yeko yeko ji malan der diketin û diçûn karên xwe, rîspên gund jî pishtî nimêja berbangê hîn ji mizgeftê venegeriya bûn, lê Melê gund ewan li shûn xwe hêshtibûn, loranî wî her digot: bihayê zanînê ji nimêjê nekêmtire.. Melê me gelek tisht dizanîn, mirovekî jîr û jêhatî bû, çavçîk û xwedî dirît bû, lê wî tishtek nedizanî..Wî nedizanî, ku em ker jî tola xwe hildidin..Em ne mîna mirovan hovin, em hev û din nakujin, lê tolhildan li ba me jî heye..Cara te bihîstiye, ku kerekî kerek kushtiye..? seriyê wî hingavtiye, sotandiye an jî bi dar ve kiriye..Mirov wilo dikin û di dîrokê de rengareng bi serê hev û din kirine, hev û din li xazûqê jî xistine..Lê ême keran, em ji mirovan gelekî çêtirin..Ewan tênagihin; em bi hev re çi dipeyivin, em çi dizanin û dikarin çi bikin..lê bo me jî nêrînek di jînê de heye, em jî nêrînbazin..Dibe ku bêna mirovan ji ya me firehtir be û wana xwe ji aliyê pertalan ve bi pêsh xistine, lê ji aliyê mirovatiyê ve, ewan hêjanî mîna hovan dijîn, sama gura ji hevdu ra..”

Mankerê hez kir, ku bizane çi bû, lewre bi lêvên xwe qalin û didanên xwe yên qîç pishta kerê boz xurand û jê hêvî kir, ku çêroka xwe bibe serî..Bozo got: “ Em gihan nîva çemê sar..xumxuma ava, ku di ser bendekê re dawirî jêr û dengê ashekî avî ji dûr ve dihat..Delavê, ku em têre diçûn ne wilo kûr bû, lê tijî teht û kevir bû, ku Mele ditirsiya ez bikevim û ew jî bi min re bite xwarê..Tirsa wî ji ava sar bû..Gava em gihan ciyekî, ku av digihîsht nava min, hema ez di cî de rûnishtim, xurca pirtûkan kete avê, qeftanê Melê bi ser avê ket û ez Melê bi hev re shil bûn..Wirqwirq beqan li ber çemî hat birrîn, hemî bêdeng bûn..Mele bi bin ava qerisî ket û kewxeya wî ya kesek di cî de rengekî tarîtir stand..Min hilgavt û ji cî baz da..Ez ji nav çem derketim, bû shirshira avê ji kurtan û ji xurca pirtûk û pertalan, lê Mele hêja di delavê de ma bû, dêmê wî mîna henarê sor bûbû, lêv shîn bûbûn û ziman hatibû girtin, nema dikanî tishtek bigota..Çovê wî yê sindîganî jî, ku her tirsa min ji lêdanên wî hebû, bi ser avê ket û çû di ser bendê re hate xwarê û winda bû..

Mele pîspîs û bi dilekî xemgîn û mirûzekî tirsh ji nav çemê tolhildanê derket, li min û li xwe mîrze kir, seriyê xwe hejand.. Tenê wî ji serma dilerizî, didanên wî diçikçikîn..destên wî jî bo lêdana min hilnedihatin..Mele dizanî, ku ez neketim û ne jî avê zora min biribû, lê tênegiha bo çi min wilo kab berdan binê avê û ez di cî de rûnishtim..Mele seriyê xwe hejand, kewxeya xwe danî, porê xwe yî hûr û sipî bi destê xwe malisht û di ber xwe de got: “Lah’ewle wela quwwete îlla bîllah..Me çi hêz û çare bê Xwedê nîne..”, li min temasha kir, berken bû û pirsî: “-Heywan..! te çima wilo kir..”..Ez bawer dikim, ku Mele wê ta mirina xwe nizanibe, min bo çi ew di çemê sar de serbin kir..lê ez dizanim, ku min bo çi tola xwe hilda..”